WATEYA PEYVA ”GEL” ÇI YE?

Zimanê Kurdî di van 40-50 salên dawiyê de pir berepêş çûye, ev ji bo Kurdan şanazî ye. Lê mixabin hewqas jî tê de hedimandin, rûxandin, heşifandin, nixrokirin jî çêbûne û peyv û termên biyanî jî ketine navê. Ev hawe jî bûye sedem ku Zimanê Kurdî her ku diçe, êdî forma xwe ya taybet wenda dike û ji ser bingeha xwe jî dişimite.
Peyva ku ez ê li serê rawestim, ”gel” e ku îro her kesî dest pê kiriye û di şûna ”xel/xelq”ê de bi kar tîne.
Tiştê ku min di berhemên klasîk û yên Folklora Kurdî de bi sedê caran dîtine, peyvika ”gel” ji bo bangê tê bikaranîn, mesela: ”Gelî Kurdan…, gelî Ereban…, gelî Tirkan…, gelî bisilmanan…” û gwd. Ago ez bangê hemû Kurdan dikim.
Lê belê îro her kesî dest pê kiriye, hem bi nivîs û hem jî bi axaftin, dibêje: ”Gelê Kurd…, gelê Ereb…” û gwd.
Cihê mixabiniyê ye ku îro kes ji rewşenbîrên Kurd li ser koka vê peyvê û hinên wisa ranaweste, lêkolîn nake û napirse ka wateya wê ya ferhengî çi ye. Herweha kes lêkolîn jî nake ka ev peyv kengê di Zimanê Kurdî de bi wateya ”xelk”ê hatiye bikaranîn.
Rastiya meselê ev e: Bêjeya ”gel” kurtiya ”gelek”ê ye ku hevwateya wê ”pir”, ”zahf” û ”zêde” ye. Mînak: Niha jî gundiyên Kurdistanê dibêjin. ”Îsal me gelek dêzên çilo ji pêz re hazir kirine.”
Di havîna 2012an de min ji yekî gundî pirsa parêzên gundiyan kir, weha persiv da min: ”Îsal gelek petêx û zebeş hene.”
Hêvîdar im ku ciwanên Kurd li ser peyvên wisa rawestin û cih nedin xeletiyên di zimên de.
Zeynelabidîn Zinar

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply