XESÛ Û BÛK
Hey lo gelî gundî û cîrana min got şer e şerê bûk û xesûya botbota wan
kes çi axiftinêt wan nizanît wekî axiftina Mêrdînî û Sêrtiyan
Bûk dike gazî dê rabe xesûya minê şerme te hetk û heyaya me bir di nav der û cîran û gundiyan
Sibê heta êvarî botbota te ye ser serê min wek çavûşê li ser serê nobetçiyan
Belê te hetk û heyayê min birin nav cîran û gundiyan
Belê xesû dibê dê rabe bûka minê pîre dêlê
kûs lê ketî dûmahika êlê tu terk nakey vê fe’lê
Çar saete serê xo narakey li ser balgeh wek golikê maye ber çêlê
Dê rabe tu êxsîrî tu rezîlî tu bifê’lê
Bûkê dibê dê rabe xesûya minê pîre jinê
Bes bike pitpitê vê gotinê
Ji xêra Xwedê ra min dîtî sûkra te şkestî tu ciha çêla belek di vê malê da hatî firotinê
Dê yan jî melekê cibraîl te wergirtiba tezkera xêrê tezkera vê mirinê
Ez ê Dua ji Rebbê xwe bixwazim ya rebbî tu bo xatira mezinatiya xwe ke
Tu xesûya min ser ûmmeta dînê muhemmed nebî neke hesabkirinê
Ey lê jarê bûkê rebenê da bixwe bi halê dinyayê bimînî bi tenê
Belê xesû dibê gelî gundiyan û cîranan lomeya min neken
Bûka min lal û har e
Hey lê min go bûka min lal û har e
Sibê heta êvarî îş û ‘emelê wê malê da fors û xeml û kar e
Ez niza destê wê dêlê çima şolê mala min sar e
Weke Qîza malbabê çavliderê kofiya wê li aliyekî de xwar e
De qirara Xwedê gava êvarî kurê min hat dê ez bibêjimê dêla jina te xwedan yar e
Belê bûkê dibê de rabê xesûya minê ne wisan e
Haşa hizûra cema’etê rûniştî serê te spî ye weke gurya dêhla seyan e
Dê tu vê bêbextiyê neke navbeyna jinan û mêran e
Cihê bêbextiyê ne erdî ye ne esîman e
Bila xaliqê ma topekî nava serê te bidet
Birûsî bikevîte nav wan didan bila bavesîrî bikevîte wan dev û lêvan e
Dê êş bikevîte çûkan û hestîyan û kaban e
Tu bibî êxsîr û evdal bikevî ber van destan e
Were bêbextiyê neke rastiyê ji bo rizaya Xwedê bêje ka yarê min kîjan e
Xesû dibê de rabe gundî û cîranan bûka min lal û gêj e
Bila Rebbê alemê topekî nava serê te bidetin te malê da biketin gêj û mêj e
Bejna te kurt e sefera te çu nîn e
Ezmanê te heşt qulaca dirêj e
Mexseda min ew e ez hecetekê ho çêkem belkî kurê min teleqê te bavêje
Êca vê malê da ji kerbê te da min terka roj û nivêj e
Bûkê dibê de rabe xesûya minê jinebiyê
Pîrebizina gûrîyê kepkulmijê elemiyê
Hophopkê mal geniyê
De ji xêra Xwedê ra min dîtî sikûra şkestiyê malê da berze biyê
Xesû dibê gelî gundî û cîranan berê xwe bidinê
Bûka minê ez nizanim tu çima horhirî
Mala min kirî wekirî
Wekî dêhla kera tu hatî lê ewirî
Qirara xwedê ezê yekî we bikim
Belkî kurê min dev û lêva te bibirî
Bûke dibê gelî gundî û cîranan berê xwe bidenê
Xesû çend dil pîs in
sibê heta êvarî xwa li ber hêsirê dîwara koşeya pencerê xwe qedlêsin wedilîsin
wextê malê cîranan xir dibin temamê xeybetê bûkê xwe dikin
dibêjin bûkên me çend bêxîret in çend pîs in
Bûke dibê de rabe gelî gundî û cîranan berê xwe bidinê
Xesûya mine lal û ker e
De emrê wê çûye heftê salê
Gijgija kendalê axê ye ber piyada diherife
Melekê cibraîl peyda nake li dû navê wê digere
De berê xwe bidinê dilê xesûya Mûrsa çi qas dinyayê ter e
Xesû dibê gelî gundî û cîranan ez venakem
Bûka minê ez vê neheqiyê mala xwe da qebûl nakem
Ez dest dideme vê keşkolê ji nav devînê kelekel nav çavê te nava dikanê ziha kem
Tu dibêjî xesûya minê tu dil ter î
Ez dest dideme vê keşkolê ji nav devînê rakem
Kuncê odê bikeme xwîn û av û herrî
De heta ez dimirim tu kelîma dilê min da bikelî
Bûke dibê gelî gundî û cîranan berê xwe bidine
Min û mekan û meqaman
Xesûya hemûşka bere bike têkene nav kepen û kilavan
Weke gunciyên biharê bişidînin bavêne ber şîrîmkan û lêvavan
De bila Xwedê xira bike dinyayê da qetandina gel bêexleq û xiraban
Xalip Demîr
candname.com