Terraformîng – Erdkirin

Terraformîng, Erdkirin, Dinyakirin an jî Şikldan… wun çi navî lê bikin bikin belê li gorî teknolojî û zanyarîyê tiştekî mûmkin e. Yanî tê ser wê wate yê kû wun erdek mirî kû lê jîyan nabê bikin cîhekî serast bo jîyan a mirovan. Ev jî ji nişka de çê nabê û divê merc bi merc bi meşe.

Bi rastî hîn di jiyan a me de tu mînak tinne belê her dem kesên zanist senaryoyên cûrbe cûr hildiberînin. Gellek caran bahsa vê mijarê dikin. Divê em vê jî bînin ziman kû her cîh ji bo erdkirinê nabe ji ber kû hinek taybetmendîyên taybêt pêwist e.

Gelo dibe kû em Mars ê bikin cîhekî wek dinya me?

Bi rastî mimkine belê ne hêsane ha! Gellekî zahmete û qedeme qedeme ev proses dimeşe, pêş dikeve. Wun dizanin ka çi cîh nemzed e ji Terraformîng ê? Ka ez navê wan yek bi yek ji bo we bijmêrim. Gerstêrkên nemzed bo Terraformîngê; Mars, Venûs, Jûpîter. Peyk-dûvikên nemzed jî; Heyv a me, dûvikên Jûpîterê ên dêv Ganîymed, Kalîsto, Eropa, û dûvik a Stûrnê Tîtan nemzedê Terraformîngê yên sereke ne. Ji bilî van Gerstêrka cûce Kares jî amade ye ji bo Terraformîngê.

Heta vê derecê her tişt başe û li cîhê xwe rûdinê. Belê di vê astê de pirsgirêkek din derdikeve holê. Ew jî eve kû di vê demê de merov çawa karibin derkevin seyehata feza yê. Ev çûna fezayê gelekî zahmete ji bilî nexweşîyên gewdê nexweşîyên pisîkolojîk jî derdikevin. Ev pirsgirêkana divên bê çareserkirin berî her tiştî. Insan wê bi sala ji malbat a xwe û hevalên xwe dûr bikeve, ev jî dibe sedem ji hîn nexweşîyan. Kesên we derbikeve vê seyehatê beri çûnê dikeve hezar test û ezmûnan.

Ji xwe ezê di pêş de bahsa Terraformîng a Marsê bikim belê bo we hebekî kelecanî biki ezê tenê çend gotina bikim. Dema kû merc ji bo cîhê insana li Marsê amada bibe wê bi bombeyên Hîdrojenê qûtbên Marsê bên teqandin. Piştî demek ne dûdirêj, wek 5 an 10 salan ji ber têsîra sera yê wê germahî rabe û av li derdora Marsê belav bibe.

Wêne: 4 Qedemeyên Terraformîng ê ji bo Behramê(Mars)

Jêder:Rûpela Astronomîya

Nivîskar:Umran Akhamur

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply