Xelîl Xeyalî û Kovara Rojî Kurd

Kovara Rojî Kurd ji aliyê Komeleya Hêvî (Kürd Hêvî Cemiyeti) ve di sala 1913an de hatiye weşandin. Di çar jimareyên kovarê de ji aliyê rewşenbîrên kurd ên wekî Xelîl Xeyalî, Ebdula Cewdet, S.M. Azîzî, Babanzade Îsmaîl Hakki, Fuad Temo der bareyê mijarên curbicur de nivîsar hatine weşandin. Em dikarin bibêjin ku piraniya mijarên nivîskaran li ser “nexwendin”a kurdan û “girîngiya perwerdeyê” ne.

Nivîseke Xelîl Xeyalî me gelek eleqedar dike, lewra wî di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de dema ku behsa “pêwistiyên kurdan” dike, li ser girîngiya amadekirina “dîroka bavûkalê kurdan û toreyên” wan, “welatê kurdan û adet û taybetmendiyên wan” disekine. Wî di heman gotarê de wek pêwistiya dawî jî wiha nivisiye:

“Edebiyata kurdan û navê şairê wan, ji bo çêkirina van tiştan çiqas kitêbên kurdî hene, lazim e wan bişînin. Ji dengbêjan lawjek û çîrok û qewlê kurdan (gotinên pêşiyan) pirs bikin û binivîsin û rêkin. Mela û feqehên kurdan çi dizanin bila bibêjin…”[1]

 

Herwekî diyar e Xelîl Xeyalî, berhevkirin, qeydkirin û bikaranîna berhemên folklorê ji bo kurdan wek pêwîstiyeke girîng dibîne. Xeyalî ji xwendevanên kovarê re banga “vegera nava gel” dike. Em dikarin bibêjin ku bi awayekî nivîskî cara pêşî Xeyalî, li ser girîngiya çand û edebiyata gelêrî sekiniye.

Di kovarê de çîrokeke gelêrî ya bi navê “Çîrokê Kurmanca” ji aliyê rêveberê berpirsiyar, Ebdulkerîm ve hatiye veguhastin.[2] Çîrokeke ajalan (fabl) jî ji aliyê Babê Roşo ve hatiye veguhastin.[3]

Baban Abdulazîz di nivîseke xwe de edebiyat û helbesta kurdî ya berê rexne dike. Li gorî wî heta niha di nav edebiyatzan û helbestvanên kurdan de “huner ji bo huner”ê dihate afirandin. Lê belê ji niha û pê ve divê “huner ji bo gel” be.[4]

Ehmed Muhsînê Erdelanî di nivîseke xwe de heman wekî Xelîl Xeyalî li ser pêwistiyên kurdan sekiniye. Li gorî wî jî kurd sê tişt divên, yek ji wan helbest, edebiyat, dîrok û derbu’l-mesel (gotinên pêşiyan) in.[5]

Lutfî Fîkrî di nivîseke xwe ya di kovara Rojî Kurd de behsa helwestê gundiyên kurd li hember kovareke kurdî tîne ziman. Ev gund di navbera Riha û Xarpêtê bûye. Gundiyên kurd wê kovarê birine cem melayê gund, piştî ku mela çend caran ew xwendiye û wan jî jê fehm kirine, ketine nav hêcaneke mezin. Lewre wan tu car bawer nedikir ku pirtûkek bi zimanê kurdî hebe.[6]

 

[1] M. X. (Mela Xelîl), “Ziman”, Kovara Rojî Kurd, j. 3, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 88.

[2] Ebdulkerîm, “Çîrokê Kurmanca”, Kovara Rojî Kurd, j. 3, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 95.

[3] Babê Roşo, “Çîrok”, Kovara Rojî Kurd, j. 4, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 122.

[4] Baban Abdulazîz, “Edebiyatımız ve Ediplerimizden Bir Rica”, Kovara Rojî Kurd, j. 4, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 107.

[5] Ehmed Muhsîn, “Le Tarîkî Bo Ronakî”, Kovara Rojî Kurd, j. 4, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 112.

[6] Lutfu Fîkrî, “Kürd Milliyeti”,  Kovara Rojî Kurd, j. 4, Weşanên Bîr, Stenbol, 2002, r. 99.

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply