Gulan Meha Gula ye!

Di jiyana miletan de rojên dîrokî hene 26ê gulanê yek ji wan roja ye.

Werin em gul û kulîlkên gulana vê rojê bi bayê azadiyê re bidêrin..!

Bela êdî bes teyr û tilûrên welatê min ji dengê top û tivingan bicefilin..

Bela pezkuviyên çiyayê min bê tirs ji tîrên nêçîrvanan di pala çiya û zinarên welatê min de biçêrin..

Bela careke din koçerên welatê min strana (Hawer delal hawer delal), bibêjin û keriyên pezê xwe bihêsanî di hêrik, deşt û newalên welatê min de biçêrînin..

Nizanim çima gul û kulîlkên vê Gulanê navê Îdrîsê Barzanî tîne bîra min?!

*     *      *

Di vê Gulanê de îdrîsê Barzanî kum û kolozê xwe xwar dike!

Pêşmerge ji çiyayê ji Metîn, Korek, Zozik û Gara re stranan dibêjin..

Balafirên Kurdistanî di ser asmanê Helêrê re bi giregir in..

Ala Rengîn û rengê gul û kulîlkên vê Gulanê ji hev nayên naskirin..

Û Referandum bang dike; cavê min li hêviya we qerimîn, serxwebûn ji ser pişta min danakeve…!

*     *      *

Gulan hat û 41 sal derbas bûn..

Gulana ku rih bi gul û kulîlkan ve tîne

Wiha jî, ji kurdan re bûye kaniya ava azadiyê..

41 sal derbas bûn û îdrîsê Barzanî bû Nêçîrvan Barzanî..

Referandum wê bibe serxwebûn..

Kurdistan wê bibe Kurdistan û Gulan wê her bimîne Gulan

Meha gul û kulîlkan li welatê me Kurdistan.

Erê, hêjî gul û kulîlkên Gulanê navê Îdrîsê Barzanî tîne bîra me..

Konê Reş

Qamişlo, 26ê gulanê 2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply