Ne ‘Ecêb e?- Cemal ŞINGAR

‘Ecêb e.

Ku mirov 10 wereqeyan bidê mizgeftê  ev mîqdar li ber çavên wî/wê pirr xuya dike lê ku bi 10 wereqeyan herê firoşhehê tiştekî ku bikirê nabînê.

‘Ecêb e.

Ku mirov 10 deqîqeyan ji Xwedê re ‘îbadetê bike ev dem li ber çavên wî/wê pirr xuya dike lê ku fîlmek an jî musabeqeyeke gokê be saatek û nîv vê gavê (tafilî) derbas dibe.

‘Ecêb e.

Dirêjbûna Musabeqeyeke gokê li xweşiya mirov diçe lê di nimêja înê de ku xutbe 10 deqîqeyan dirêj bibe qet li xweşiya mirov naçê.

‘Ecêb e.

Ku mirov paşgotinekê bibihîzê vê gavê (tafilî) bawer dikê û dipêjirînê lê tîştekî ku teqez dîzanê rast e zû bi zû napêjirînê û ‘eksê (rik) dikê.

‘Ecêb e.

Ku mirov saatekê li mizgeftê ‘îbadetê bikê dem li ber wî/wê naçê lê dema li televîzyonê temaşe bikê dem li ber wî/wê vê gavê (tafilî) derbas dibe.

‘Ecêb e.

Xwendina Qur’anê an jî meala wê li mirov giran tê lê xwendina romanekê (pirtûkekê) li wî/wê pirr hesan e.

‘Ecêb e.

Mirov li sînemayê ji bo ku li rêza pêş rûnê dilezînê lê li mizgeftê ji bol i rêza pêş rûnê nalezînê. Berevajiya wê, ji bo dawiya nimêjê bi lez û bez derkevê dixwazê li rêzê dawiyê rûnê.

‘Ecêb e.

Jiberkirina hedîsekê an ayetekê li mirov zehmet tê, lê stranê ku ji wan hez dikê hemûyan rewa (jibere) dizanê.

‘Ecêb e.

Mirov ji bo civînek an konferanseke olî wext nabînê lê ji bo karên dinyayê pirr wext dibînê.

‘Ecêb e.

Mirov guhdarkirin an vegotîna mijareke olî zehmet dibînê lê ji guhdarkirin û vegotina paşgotina pirr hez dikê.

‘Ecêb e.

Mirov dixwazê herê bihuştê lê ji bo herê bihuştê tiştekî nakê.

‘Ecêb e.

Mirov her roj agahiya mirina hinek kesan distînê, lê dîsa nafikirê ku ew jî dê rojekê bimirê.

‘Ecêb e.

Mirov her roj, laşê xwe yê ku dê rojekê rizê ji bo dirist  bigirê (nexweş nekevê) hay ji xwarin û vexwarina xwe heye lê haya wî/wê qet ji rihê wî/wê ê ku qet narizê û rizgarbûna wî/wê tune ye.

‘Ecêb e.

Em modayê her kêlî (dem) dişopînin lê sinneta pêxemberê me (saw)  naşopînin.

‘Ecêb e.

Em pêkenok û wêneyan xwe pirr parve dikin lê yên di derheqê îslamê de pirr kêm parvê dikin.

‘Ecêb e.

Herkes dixwazê Xwedê ji wan razê be lê tiştên ku Xwedê dixwazin nakin.

Ne ‘ecêb e???

Werger: Cemal ŞINGAR

Çavkanî: https://www.facebook.com/media/set/?set=a.105402936374.94949.54050791374&type=3

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply