WATEYA AVÊTINA SÊVA SERÊ BÛKÊ

Di Toreya Kurdî de, dema bûk tînin mala zavê, bi siwariya hespekî tînin. Amac ew e ku zarûkên ji wê çêbin, kur bin.
Dema bûk geha ber derî, zava jî ew çax li ser banê mala xwe, li binê Darika Zavê rûniştiye û dema bûk li ber derî hêj ji ser pişta hespê ye, zava sêvekê davêje serê wê. Gelek car ew sêv li bêvila bûkê dikeve û xwîn jê tê. Lê eger zava nexwaze ku bûk ji sêvê xisar werbigire, hêdîka sêv davêje serê wê. Hingê belkî sêv li bûkê dikeve yan jî lê nakeve.
Amaca avêtina sêvê li serê bûkê ev e:
Li gor baweriya olî, Adem Pêxember bavê mirovan ê pêşî ye û Hawayê jî diya wan a pêşî ye. Lê hatiye gotin ku dema Adem Pêxember û jina xwe Hawayê sêv li Behiştê xwarine, bûye sedem ku ew ji behiştê hatine avêtin. Îcar dema Kurdê zava sêv davêje serê bûkê, wek tolhildanekê ye ku ji Hawayê hiltîne, hewekî bêje: Çima te sêv li Behiştê xwar? Yanena em ê niha di Behiştê de bûna!
Ev baweriya hanê çendî ku bi giştî di Toreya Kurdî de cih girtiye jî, lê ew bawerî niha tenê di nava Kurdên Ezdayî de maye û hêjî bi wê xûtê zava sêv davêjin serê bûkan.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser berhemên Toreya Kurdî ji aliyê ciwanên nûjen ve.
Her şad û bextewer bin…
14/ 12/ 2021
Zeynel Abbidin Zinar

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply