Valahîya Rexnegirîyê -2-

Edebîyatek têkûz hêza xwe ji rexnegirîyê distînê. Rexne edebîyatê pêşve dixe, jê re rê vedike. Edebîyat bi rexne xurt dibe, devlemend dibe. Cûre cûre rexne hene. Rexnên pûç û vala, rexnên xirabkirinê tu feydêk nade edebîyat û hunerê. Lê, rexnên îlmî, zanîstî, rexnên objektîf gelek feyde dide edebîyatê û nivîskarên edebî.

Ji bo edebîyatek nûjen, ji bo pêşveçûna çand û hunerê rexnên zanîstî gelek pêvîst e. Di edebîyata Kurdî de hêla herî vala û qels rexnegirîye. Valahîya rexnegirîyê gelek astengan bi xwe re tînê. Çand, huner û edebîyat bê rexneyan pirs û pirsgirêkê xwe çareser nake.

Gelek pirtûkên helbest, roman û çîrokên kurdî derketin. Her sal yên nûh tên weşandin. Li ser van pirtûkên heyî kesek dengê xwe nake. Pirtûkên çawan in?, naveroka wan li ser çi hatine avakirin?, tevn û teknîk, hunandin û ravekirina wan çawa ne?, zimanê wan yên edebî çawan e?,. Ne başî û ne xirabî kes qal (behs) nake, şîrove nake, nanirxînê, analîz nake, rexne nagre. Ger li wan pirtûkan bi çavekî zanîstî û objektîf rexne bên kirin, dê nivîskarên wan pirtûkan ji wan rexnan ders derxin, xwe ji şaşîtîyan xilas bikin û dê berhemên hîn baştir biafrînin.

Pirtûkek ne tenê malê nivîskarê wê ye. Xwedîyê pirtûkê nivîskar, xwendevan û rexnegirê wê ye. Sê xwedîyê kitêbeke edebî hene; nivîskar, xwendevan û rexnegir. Nivîskar kitêba xwe diafirînê û diweşînê. Piştî ku kitab weşîya, ew xwedî diguherîne û xwendevan dibe xwedîyê kitebê û bi xwendin û dîtinên xwe li kitêbê xwedî derdikeve û wê dike nemir. Herçî rexnegir e, ew di navbera nivîskar û xwendevan de pireke xurt e. Ew pireke welê ye ku herdu alîyan digihîne hev û alîkarî li herdu alîyan dike da ku nivîskar hîn çêtir binivîse û xwendevan hîn çêtir bixwîne. Bi vî awayî rexnegir alîkarî li jîyana edebî dike da ku ew hîn geştir, xweştir, pêşketîtir û kûrtir bibe. Kar û xebata rexnegirîyê hêsan nîne. Zehmet e. Lê ev karê zehmet, ji bo ku jîyana edebî pêşte dixe, karekî pîroz e. Divê bê kirin.

Rojname û kovarên kurdan hema bêje hemû jî yên sîyasî ne. Bi giranî nivîsên îdeolojîk, sîyasî û teorîk di wan de têne weşandin. Ev nivîsên teorîk yên sîyasî hemû jî bi zimanê tirkî tên nivîsandin. Di wan kovar û rojnaman de hinek rûpel bi kurdî ne. Ev rûpelên ku bi kurdî ne jî, yan helbest û çîrok, yan jî nivîsên virde, wêde têde hene. Nivîsên li ser pirs û problemên edebîyatê pir kêm tên weşandinê. Danasîna rojname, kovar û pirtûkên kurdî nayên kirin. Çi heyfe ku di hîn kovar û rojnaman de kovar û pirtûkên tirkî tên nasandinê. Di rûpelên çand û edebî de nivîsên li ser edebîyata tirkan û bi zimanê tirkî têne weşandinê. Min wexta ku vê nivîsê dinivîsand çend kovar û rojnamên kurdan ji min re hat. (Ez abonê gelek kovar û rojnamên kurdan im. Hemûyan–yên xwerû bi kurdî û yên bi kurdî-tirkî hejmar bi hejmar dikirim û dixwînim.) Di van hejmarên rojnamên kurdan de helbestvanên bîyanî dabûn danasînê, kovarên çandî û edebî yên tirkan dabûn danasînê. Li gor bîr û bawerîya min, divê em ewil kovar û pirtûkên kurdan, nivîskar û helbestvanên kurdan bidin danasînê.

Li cem nivîskarên tirkan, di nav edebîyatvanên wan de wek usul e, nivîskarên wan yên bi nav û deng wexta pirtûkek diweşîne, li ser wê pirtûkê gelek nivîs tê nivîsandin. Li cem me nivîskarên kurdan ev jî tûne ye. Nivîskar nas be, bi nav û deng be jî, wexta pirtûk diweşîne kesêk li ser wê pirtûka wî tiştek nanivîsîne. Nivîsek an jî du nivîsên îstîsna ne têde, nivîsên rexnê, nirxandinê û analîzê nayê nivîsandin. (Pesin ji xwe guneh e, yek nivîsek binivîse û pesnê berhema nivîskarekî kurd bide, dê qîyamet rabibe.) Li ser pirtûkê bêdengîyek çê dibe, hetanî ku nivîskar pirtûkek din biweşîne.

Rexneyek pozîtîf, dibe alîkar kû kêmanî ji holê rabin. Ev rastîyek zanîstîye, tê gotin ku; Çavên jîyana edebî rexnegir e. Xurtîya edebî bi rexnegirîyê ve girêdayî ye. Di nav kurdan de rexnegirên edebî tune ne. Hinek kesên ku li ser berhemên edebî nivîs dinivîsin, nivîsên wan yan nivîsên danasînê ne, yan jî nivîsên nirxandinên morfolojîk in. Nivîsên danasînê, ji bo danasîna pirtûkan nivîsên basît in. Tenê şekl û şemalê pirtûkê û naveroka wê didin nasandin. Nivîsên nirxandinên morfolojîk jî tenê li gorê taybetiyên ziman berhemê dinirxînin. Ji bo van herdu şêwe nivîsan jî mirov nikare bibêje ku nivîsên nirxandinên edebî ne. Ji nivîsên analîz û nirxandinên rexneyî yên edebî re westatî pêwîst e, zanîstiyeke kûr û têrûtijî pêwîst e. Edebiyat teknîkeke westatiyê ye. Yê ku vê teknîka westatiyê binirxîne, divê ew bi xwe di vê hêlê de westa be.

Di hinek malper, rojname û kovarên kurdî de nivîsên nirxandinên edebî derdikevin, keyfa mirov tîne ku ber bi avakirina rexnegiriya edebî de pêngavên baş têne avêtin. Di hêla nivîsên nirxandina edebî de nivîsên Huseyîn Mihamed, Cankurd, Lokman Polat, Dawê Xanê, Bawer Ronahî, Amed Tigrîs, Goran Candan, Helîm Yusiv, Receb Dildar, Rêzan Tovjîn, Metîn Dîlan, Salihê Kevirbirî, Qado Şêrîn, Mîrhem Yîgît, Dr. Zara Brahîm, Azad Avcî, G. Çiyan, Hesen Drewş, M. Yilmaz , M. Jiyan, R. Alan û Ferzan Şêr gelek bala mirov dikşînin. Nivîsên wan yên nirxandinê didin xuyakirin ku, edebîyatzanên kurd, ji edebiyatê fêm dikin, rê û metoda analîz û nirxandina berhemên edebî dizanin. Nirxandinên van nivîskaran ji bo pêşketina edebiyata kurdî rênîşan e, dewlemendiye.

Nivîs a bidomê (2)

 

Têbinî = Min di nivîsa xwe ya di malpera Çandnamede (nivîsa jor) jibîr kiribû navê Mahmut Özçelîk nenivîsîbû. Ez gelek girîngî û qîmet didime nivîsên Kek Mahmut. û hertim pesnê wî didim, dibêjim di hêla nirxandina pirtûkan de Kek Mahmud gelek jîre. Binêr min hêj jî romana 999 rûpel a Mîr Qasimlo nexwendiye, lêbelê wî xwendibû û derbarê wê de nivîsîbû. Di nenivîsîna navê wî de tu qastî tune, tenê jibîrbûnî heye. Dibe ku hinek navên din jî jibîr bikim, lewre jî doza lêborînê dikim. Silav û hurmet.

Lokman Polat

(Nîşe:Nivîskar Lokman Polat va tebiniya paşê şand me ji bo wê binide wek şandî weşand)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply