Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e

‘Piştî lêkolînên min ên derbarê Melayê Cizîrî, min dît ku Mela ji bo hizra Kurdî xwedî roleke mezin e. Ev rol ji du aliyan ve tê dîtin.

Ya yekem, Mela pêşîkeş û serokê helbest û edebiyata Kurdî, nemaze zaravayê Kurmancî bû. Ji zemanê Mela ve û heya îro jî helbestvanên Kurd di bin bandora Mela de man.

Helbestvanên edebiyata klasika Kurdî yên wek Remezan Cizîrî, Feqî û Xanî; helbestvanên serdema modern ên wek Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Hejar û Seyîd Qedrî Haşimî û gelek helbestvanên dî jî bûn şakirdê Melayê Cizîrî.

Ya duyem Mela cara yekem felsefeya Tesewufê di forma Kurdî de anîbû ziman û ji bo hizra Kurdî bû minakek bê hempa.

Ya rastî berî Mela jî hin feylesofên Kurd ên wekî Hellacê Mensûr, Şehabeddinê Suhrewerdî, Şemseddînê Şehrezorî, ‘Eynu’l-Qudat el-Hemedanî, Mele Camî û Baba Tahirê ‘Uryan derketibûn, lê bele Mela felsefeya tesewufê cara yekem bi zimanê Kurdî vesaz kir.

Mela di Dîwana xwe de li ser gelek babetên felsefî wek ontolojî, zanîn û evînê sekinî û li ser şopa Muhyîddîn Îbn ‘Erebî felsefeya Tesewufê gihand hizra Kurdî.’

Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru
www.felsefevan.com

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply