Tu Carî Nabersive

Hinek jê siya berêvarî ne
Bibengî
Ew jî wanî
Baran bibariya
Dibişirî

Tu tişt di mista kemanê de nepeniyên di nav tariyê de xwe qurnisandine nikare ji nav derxîne. Bi nermî… hêdî hêdî…ji hev veçirîne.hemî nepeniyên jiyanê. Evînên negotî. Pirsên veşartî û hestên taloqkirî. Û…û tu.
Ez îroj dîsa di wê neqebê re derbasbûm. Dîsa goşiyên wê dêliyê di şaxên wê de bûbûn mewîj. Reş, wekî mewîjka çavên te xweş, lê ne kûr û ne dûr. Keskokek pê vekirim. Demekê li benda gumgumoka ku te teriya wê qutkiribû mam. (dema ku tu çûye nema teriya xwe bel dike). Bi hestiyariya te lê nêrim ku li bergera min bibersivîne. Lê bi heman awirên bêwate nêrî û ez li bin siya wê dêliyê rûniştim. Min ew kilama roja ewilî got. Kengî stranan li bin siya wê bêjim ji nûve dibişkive ew dêlî.

Zîvirîm û baran bariya

Qudretek xwedayî ye an lêhatinek e nizanim, her ku di wê neqebê re derbas bim, êvarî baran dibare.

Û her ku baran bibare gul û çîçekan tînim hundir “bêhna esir”. Min axa wê guhert yekşema çûyî. Min ax bêjing kir û hinek jî zibil tevlê kir û li quncika wê yî her dem lê ye ew danî. Ji xeml û xêza xwe ji bejn û bala xwe hê tu tişt winda nekiriye.

Bêhna wê ji min tenê re zêde ye. Guman dikim bi vê hinekî stuxwar e û hew… dengê baranê tê te jî gelo. Li cem te jî dibare. Peşkên baranê li cem te jî wisa bi bengî ji têlê kemanê diherike? Li wir jî heta te derxe şaneşînê û bêhna porê te bimijin, bigirin peşkên baranê li bûxa pacên te. Yên wir jî xweş tên nivîsandin gelo hestên te yî negotî?
Kî ji dêlva hertiştî ker dibe ji bo tu bibe sibeh?
Û dîwarên te, têra şevên ji xwêdanê difetisin, gêj dibin?
Şewqa lempê sermest dibe heta qudûmê stêrkan bişikê, ji ber çurûskên çavên te.

Ger baran dibare tu jî niha li kemanê guhdar dikî . melodîya kîşwera evînê ye dengê kemanê. Lê divê baran bibare. Ku dawerive rehan û êvar li bin çengan xilmaş bibe.

***
Bajar di xew de bû
Ên mayî jî çûn
Çêlikên kevoka şîn jî bi firê ketin
Lê çûna wan ewran tu carî neşibiya çûnan
Lê ew dengê kemanê yê hêmayî her dem dadiwerive nav per û baskên baweriyan.

***

Min wêneyekî, dîmenek ji gola Wanê kirî çend roj berê. Gola Wanê ji xwêdanê fetisîye. Û dêra girava Axtamarê bi hesretên Tamarê zengar girtiye. Rengpayîzî. Bawer dikim ku wênesazê vê wêneyê jî mîna te ji payîz û hesretan hez dike. Lê min ew wêne li cîhekî ku şopa min pê nekeve danî. Li cîhekî ku şopa min pê nekeve, lê dengê kemanê bibihîze.

Ji ber ku payîz bê hesret
Û hesret bê keman nabe
Ma tu jî li kemanê guhdar dikî?

… Destê min nema li pênûsê digere. Her ku dixwazim bi navê te dest bi helbestekê bikim. Bi mewîjkên çavên te binêrim li stêrkan baran dibare. Baran bibare hibra pênûsa min zuha, mijankên min şil dibin. Û “bêhna esir” digirî bi ser min de. Niha jî ew û binevşa te bi destê xwe çandiye. Bi nalîn û narîn.
Ne tu
Ne ez
Ne payîza sala çû.

Dema tu çû
Baran bariya
Binevşa narîn giriya

… ger tê bê ezê şivên nû bidim dêliyê.

Îrfan Amîda

Derbar Rêvebir

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply