Tenya

Tim li ber derîyê jiyana min da îlon meha hiznê ye,

pelên daran sitrana payîzê distrên û diweşînin:

“Îro dilê min bi ax û keser e

Rûyê min bi tirş û tahl e.”

Baran bi destên xwe yî biçûk û nazenîn ve

hemû deng û peyvên min digire

û bi lêvên xwe yên zirav radimûse.

 

Dilê min ji kilamên din da dihere û venagere.

Dilê min tim li ser çemê Ferête,

dixwaze xwe biavêje Ferêt û carekê din venegere.

Nizanim ji boy çi dilê min wiha dike Tenya,

nizanim çi boy çi…

 

Ax Tenya, tu bûyî navê hemû rêwîtîyên min ên qaçax û dijwar.

Tu bûyî navê hemû bajarên min ên jahrbar û zengar.

Tu bûyî navê hemû evînên min ên birîndar û xedar.

Her ku ez ji xwe direvim, tu bi birîneke din ve derdikevî pêrgî min.

Her ku ez ji xwe dixeyîdim, tu bi awirekî din ve derdikevî pêrgî min.

Her ku ez ji xwe bîr dikim, tu bi zimanekî din ve diaxivî Tenya.

Ew, zimanê dînîtîye bû.

Ew, zimanê tenêtîyê bû.

Ew, zimanê bêdengîyê bû.

 

Ax Tenya, dîsa dilê min ji min xeyidî ye.

Dîsa çûkên bihuştê di dilê min da kujerên xwe ne.

Dîsa agirê dojeheke din di dilê min da vêdikeve.

 

Ji boy min, xelk tim eynî paşgotinan dibêje:

“Derîyê wî, derîyê şer e.

Xwe ji wî û ji belaya wî biparêzin.”

Min çi kir Tenya?

Min tenê ji te hezkir

û navê min kirin dînê evînê,

dînê te,

dînê Tenyayê.

Lê ew nizanin ku “ji bone te dînîtî çi qas xweş e.”

 

Bila aqilbûn para wan be; dînîtî rengesermiyanê umrê min be.

Bila hemû malê dinê para wan be; tenêtîya min a bi xeyala te hatî xemilandin xelata jîyana min be.

Bila şan û şoret para wan be; êş û janên ji evîna te mîratemayî dermanê canê min be.

Tenya, min destên xwe ji her tiştî vekişand,

min her kes ji dûv xwe hişt.

Tenê tu mayî di dilê min da.

Tu,

yanî tenêtîya te,

tenêtîya Tenyaya min.

 

Dilê min hînî çûyîn û terikandina te nebû Tenya.

Terka dilê min î reben meke,

qet terka min meke Tenya.

Jiyaneke bê te naxwazim.

Qîjewîja wan naxwazim.

Qelebalixa wan naxwazim.

Ewlehîya wan naxwazim.

Di navbera çar dîwaran da evîn û azadîya wan naxwazim.

Ez tenê bêdengîya te dixwazim,

tenêtîya te dixwazim,

bêkesîya te dixwazim.

Li ser çiyayên asê û bilind da evîn û azadîya te dixwazim Tenya!

 

Nizanim ji bo evîn û tenêtîya te hîn çend temenan feda bikim.

Ji min ra bibêje delala dilê min,

tenêtîya şevên min,

bêkesîya welatê min,

xeribîya rêwîtîyên min,

sêwîya hêstên min.

Ji min ra bibêje Tenya!

 

Bila biharên heftrengî ji bo wan be Tenya,

hiznê îlonê besî me ye,

hiznê îlonê dikare dilê me aş bike,

hiznê îlonê dê evînê me ji wan biparêze.

 

Hemû nav û peyvan ji bîr dikim, xêncî navê te: Tenya!

Umrê min çû, çîroka min bihurî.

Kesî ez fehm nekirim,

kesî guh neda çîroka min,

kesî evîna me ya din nezanî.

Navê min Dîn lêkirin,

min jî navê te kiribû Tenya,

yanî tenêtîya umrê min.

Ez dînê evîna te bûm,

tu jî tenêtîya umrê min…

 

Ax Tenya!

Wî Dînî ji bîr meke, di bihuşta nehemîn da.

Wî Dînî qet dernexîne, di helbestên şevşîn da.

Wî Dînî hîç terk meke, di xewn û xeyalên uxrevî da.

Ez Dîne te me; ji bo te dîn bûm.

Û dixwazim di vê tenêtîyê da can bidim.

Ax Tenya!

 

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply