MUZÎKA KEVNEŞOPÎ YA KURDÎ Û DENGBÊJ Dengbêj ku serpêhatiyên xwe yan jî bûyerên civakî yên ku bihîstine, çîrok û efsaneyan bi meqamkî vedibêjin û ew muzîsyen in ku bîra (hafizeya) wan gelekî xurt e. Çavkaniyên dîrokî-kevneşopî yên muzîka kurdî, dengbêj in. Dengbêj tê mehneya kesê ku bi “deng vedibêje”. Di formeke nêzikî forma lawjeya di folk muzîkê de distrên, lê …
Tebax, 2016
-
3 Tebax
Li Muzîka Kurdan a Kevneşopî Nêrîneke Giştî-1
Ji bo kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de lêkolînan bikin, mixabin zêde çavkanî peyda nabin. Ev “nivîsa berhevkirî” ji bo ku bingehekê ji kesên ku bixwazin der barê muzîka kurdî de agahiyan bi dest bixin re çêbike, bi jêsûdwergirtina ji çavkaniyên cur bi cur hatiye amadekirin. Bi taybetî jî daxuyanî û lêkolînên ku di warê formên muzîkal de …
Tîrmeh, 2016
-
24 Tîrmeh
Mamik- Tiştonek (9)
Tiştek heye: Heft gira derî, li xwe vegerî. Ew çi ye?(81) Tiştek heye: Dest li quna wî didim, devê wî dilibite. Ew çi ye?(82) Tiştek heye: Ser derzî, stun mazî, ber çeman dike hawar û gazî. Ew çi ye?(83) Tiştek heye: Nerm û germ e, doxînê veke, li ber xwe danîke. Ew çi ye?(84) Tiştek heye: Ne li erd e, …
-
16 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (16)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -16- Me di dersa pêş vê de gotibû, em dê bersiva vê pirsê bidin: PIRS: “Ji bilî navên rast, em dê çawan zayenda navên mecazî (rêzimanî) peyda bikin?” BERSIV: Zimanzanan ji bo peydakirina zayenda navên mecazî, hindek rê û rêbazên senahî (hêsan, asan) nîşa dane. Ew jî ev in: Navên Mecazî yên Mê: 1) Ji bilî “ewr, …
-
15 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (15)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -15- Dewama Mijara Zayendê… QERTAFÊN ÇEMANDINÊ (TEWANGÊ) (yên diyarkirî) Zimanê kurdî zimanekî çemandî ye. Bêjeyên hevokê li gorî deman têne çemandin (tewandin). Bo mînak; di lêkerên gerguhêz de dema borî de kirde tê çemandin, di dema niha û dema bê de bireser tê çemandin. Ev jî bi qertafan têne nîşandan. Qertafên çemandinê jî wekî qertafên veqetandekan hem …
-
14 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (14)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -14- ZAYEND (CINSIYET): Di kurmancî de gelek mijar hene ku, li gor zayendê xwe durist dikin. Ji ber hindê, divêt mijara zayendê ji serî de baş bête (bê) zanîn. Yek ji van, mijara ravekê ya dî jî mijara çemandinê (tewangê) ye. Zayend û hejmara bêjeyan (kelîme, peyv) bi harîkariya (alîkariya) QERTAFÊN VEQETANDEKAN (qertafên îzafekirinê) û QERTAFÊN ÇEMANDINÊ …
-
14 Tîrmeh
Nirxandina 3 Gav û 3darek (4)
4.Di Romanê de Dem Roman di destpêkê de di dema fireh de dest pê dike. ”Xwêya pirsê, pirsa ji xwedê ya derenghiştî, di devê wî de bû.” (r.13) Rê dide dema borî. ” Di kitêbên kevin de xwendibû…”(r.76) Di wir de dikeve nav deme niha. ”..weke ku nû ji ser kaniyekê hatibe, dikeniya!” (r.13) Carinan jî …
-
13 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (13)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13 2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas): Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin. Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin. Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît). Ez bezîm. (dema borî) Ez dibezim. (dema nûke) Ez ê bibezim. (dema bê) Her sê deman …
-
13 Tîrmeh
Nirxandina 3 Gav û 3darek (3)
3.Guldanka Sewrê ”Sewrê….Sewrê guldanka te xweşik bû Lê aaaaaax, çi zû şikest!”(r.125) Ne hestên nivîskar tenê ye. Hestên xeyala ne. Hestên gava ne. Keştiyê Xalid Begê Cibran di nav guldankê de diherike. Nêrgiz şîn dibin bi îmzeya Damad Ferîd Paşa di zozanên xeyalan de. Gav nayê avêtin hêviyên Yûsif Ziyayê rewşenbîr, Seyîd Ebdulqadir gur dibe. Lê …
-
12 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (12)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -12- Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan). 2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê): Min Te Wê/Wî* Me We** Wan* *Hindek …