Taca Bayî

Dinya tim bi ya xwe dike, di olanên xwe de vedijîne û rûpelên jîyana her kesî diqulibîne. Di dilê xwe de mizgeftekê çê dikim, di dilê yên din de hezar dêr ava dibe. Bi destên xwe bafîrokan difirînim, di ezmanên yên din de hezar bahoz radibe.

Jin tên kuştin li benderên jîyana min. Jinên bê cih û bê nav. Jinên dişibin dapîra min, dişibin dayîka min, dişibin xwişka min. Jinên ûmrê xwe ji porên serê xwe, ji hineya destên xwe, ji qermiçokên rûyên xwe kintir û kurttir.  Jinên bixwe biçûk û êşên xwe mezin. Jinên bi roniya çavên xwe, xewn û xeyalên xwe li ser gergefa jîyanê dineqişînin, pişre yek tê û gergefê diavêje.

Li ber çavên jinan qiyamet diqewime,  însan ji rûmeta xwe dikeve, hewa li keştiya hêsiran siwar dibe û diçe. Piştre Îklîma, Hannan, Rakel, Sara û yên din. Her jinek bi hêviyekê tê, lê bi hezar têkçûnan diçe.

Gulî û kezî, birçî û tazî, rişm û hewrîşim, pêxwazî û nexweşî, peyvcotên jinên min in. Yanî di berekê de êşên xwe dibihûnandin û tî û birçî jî koç dikirin.

Tim koçber bûn; tim lingekî wan li vir, yê din jî li wir bû. Di çavên wan de ewrên reş hîç kêm nedibûn. Min di her helbestê de li wan digerî, lê ez nediçûm li ser şopa wan. Li her derê hebûn, lê li tu derê xuya nedikirin.

Pariyek bayê çîya di hundirê min de maye. Tu wê dibînî dayê?

Ez ji bîra kêxaneyê ku te tim ji min re dikir, dikim. Min bi destên te, ji xwe re gorek kolayê, lê haja min jê tune bû. Her ku zivistan tê û berf dibare,  ez bi destên te,  bi hestên te, bi rehma te,  mot berê ser berfê didim.  Nema tiştekî min.

Mirin hîn şîrîn û jîyan hîn tahl e. Di ew deman de, tu kevir nikarin diranên min bişikênin, tu şor nikarin dilê min biêşînin, tu dîwar nikarin pêşiya min bigirin,  tu neyar nikarin xwe di ser min din, tu dost nikarin ber bi min ve werin.  Ez tenê bi te re diçim dayê, di te de hemû jinên dinyayê dibînim.

Di çîroka min de tu tim qraliçe bûyî dayê û ez di jîyana te de mîrza bûm.

Min bi êş û janên xwe, bi hêsir û xwêdana xwe, bi xewn û xeyalên xwe tacek çêdikir û dida serê te, lê te çavên xwe di cendeka jinekê din de vedikir,  firîya taca min û danî serê te. Taca zêrîn, dibû taca bayî. Berbayî dibûm, bi hemû jinên dinyayê ve. Di ser bêjinga jîyana min de tenê parçeyên cendeka jinan dima. Mesela parçeyek goşta sotî, parçeyek parsûya şikestî, parçeyek çavên helîyayî, parçeyek pora rewisî, parçeyek hinavên qetiyayî, parçeyek dilekî rejî, parçeyek neynika peritî. Dixwazim hemû parçeyan bînim ba hev,  lê nikarim, bi aciziya xwe ve rûbirû bibim. Aciz û bêçare me, mîna dayîka xwe.

Di kitêba Xwedê de jîn û jin eynî bûn, lê mêr dihatin bi kêrên xwe yî bêdîn, bi hêrsên xwe yî bêmane, bi gotinên xwe yî çort diketin navbera jîn û jinê.

Dawî: Jînê di hêlekê mêr de can dida, jinê di hêlekê de can dida.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply