Sûdên Qehwê Çi Ne?

Lêkolînên zanistî aşkere dikin ku sûd û zirarên qehwê wek hevin.  Patolog û toksikologê Zanîngeha Kolnê Kuno Guttler dibêje ku qehwe hişyariyê dide sîstema esab û herika xwînê bi hêz dike, dihêle ku mirov rehet oksîjenê bikêşe û ji ber vê mirov xwe zînde dibîne. Bi vî awayî mirov baştir hizir dike.

Guttler diyar dike ku qehwe rêya demaran vedike û ji ber vê ji bo êşên migrenê pir başe.

Li gor nûçeyeke Deutsche Welle Tirkî qehwe mirovan de fêrbûnê çêdike û ji ber vê jî dema mirov dest ji qehwê berde eve jî dibe sedema ser êşê. Ji ber vê zanyar dibêjin fêrbûna qehwê ne başe.

Gelek zanyar jî dibêjin ku ji ber qehwe beza li ser qurçikan dihelîne ji bo mirov ne başe ji ber ku dema mirov fêr dibe her tim laşê mirov dibin stresê de digre.

Heta niha der barê mifa û zirarên qehwê gelek lêkolîn hatine kirin. Derketiye holê ku qehwe ji bo cu cureyên Diyabetê û nexweşiyên Parkinson û Alzheimer başe û laşê mirov ji van nexweşiyan diparêze.

Ne tenê ji ber kafeinê,  ji ber antioksidanên nav de jî qehwe mirovan li hember hemû madeyên zirar diparêze. Kuno Guttler dibêje di laşê mirov bi xwe de jî antioksidan heye ku wê/wî biparêze lê qehwe sîstema parastinê bihêztir dike.

rewanbej.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply