Stêrka Xuricî Ferêt ya Welat Dilken

I

Nizanim Karl Dorner hîn di kîjan romanê min de windayî ye? Ne zimanê romanê, ne cîh û warên romanê ne jî honandina romanê tê bîrê min. Lê ez tim li meydana kizilayê me, li pirtûka xwe digerim, nabînîm. Dikevim Sûka Zafere, destvala vedigerim. Tim Zêzê bi min re ye. Zêzê ya min. Zêzê, vegera rastîya min e. Zêzê, gula evîna min e.

II

Perre ne tenê bajarê gulrêxistîna min bû. Perre têkçûna ciwanîye min bû, tim hîv dibarî ser min, an tirêna Meletiyê zû diçû an jî ez dereng dimam. Tim dîmenên “reyê bi dûman” li ber çavên min diketin. Min bîra sêvên Êrkinagê dikir. Sêvên Êrkinagê dawîya azadîya min bû, dawîya zarokatîya min bû, dawîya Çemê Ferêtê bû. Paşê min hemû gulên xwe li bajarê Perre berda û ketibûm rêya xwe, rêyeke din, yanî rêye yeke din.

III

Haya me ji bayê felekê hebû lê me dengê xwe nedikir. Li ser axa me pirr şer û pêvçûn diqewimîn. Di her carê de yên dihatin kuştin em bûn. Axa me bi xwîna me hatibû şûştin. Li her derê, di binê her kevirî da goşt û hestiyên me hebûn. Dewleteke me tuneye ku bi xwîna me dîroka me li ser goşt û hestiyên me binivîse, bermayîyên me biparêze, heqîqetên me qeyd bike, rastiyên me ji ehmeq û neyaran biveşêre. Haya me ji bayê felekê hebû lê me pişta xwe nadida hev; xayînên me ji lehengên me pirtir bûn, xwefiroşên me ji fêdakarên me zêdetir bûn, Bekoyên me ji Memên me qerbalixtir bûn. Haya me ji bayê felekê hebû lê me bi xwe nedikarî.

IV

Keyserê zana hizir kiribû lê min qet nehiziribû: Rojek wê werê hemû hebûna min wê werê dorpêç kirin û dijminên min wê bi destên heval û birayên min, min bidin kuştin û paşê jî wê wekî “azadî û wekhevî û biratî!” bi nav bikin. Ji bo wê, ez di kelhaya jiyana xwe da hezar carî têm kuştin, bi hezar mirinî têm xelat kirin, bi hezar şiklî têm darve kirin. Dijmin di hundirê min da bû û min kîlita azadîya xwe li derve digerîya. Dijmin pergala wekhevîye qetandibû û min jî behsa demokrasîye û lîberalîzmê dikir. Dijmin hiqûqa biratîye binpê kiribû û min jî mîna ê papaxanan dubara dikir: “azadî, wekhevî û biratî..!”

V

Li dor Horikê diçim û têm, di bin eynî avahiyên sar da tirba xwe dikolim. Di çaralîyên min da hezar dijmin… Gundê Horikê bûye taxake Gêxteye. Horik hîn xalî bûye, hîn ji rastîya xwe dûr ketiye, hîn sekûler bûye, hîn ji dest û lingan ketiye. Çiyayê nemrûdê di çavên min da hildiweşe. Mîna berê nikanim hilkişim ser nemrûdê. Qet çavên min nebirîne. Bi hemû hebûn û tunebûna xwe va, hemû şikestin û têkçûnên xwe va, hemû bêkesî û xeribîya xwe va dişibim Horike û Horik dişibe min. Nizanim kî ye û kengî xwelîya bîrbûne ser me de valake. Encax xwelîya bîrbûna me paqîj bike.

VII

Ez ji gencîneya Keyseriyê tu paran nexwazim. Tenê nivîs û bedewbûna xwe dipirsim. Dîsa şev e, tariya zivistanê ketiye ser Çiyayên Yezdan. Dizanim ne nivîsên min ne jî bedewbûna min dimênê ku nivîsên min hêz û wateyê xwe ji şevan, min bedewbûna xwe ji roniya rojê hilgirtibû. Rojek wê werê ne nave antîochos ne gencîniye wî ne jî peykerên wî danîn  bimînin. Ew roj tu caran dûr nabû, dûr nabe jî.

VII

Min Şukrî bi Theresa Goellê re nas kiribû, bi wê re jî oxir kiribû. Nizanim çend hezar sal derbas bû ne. Lê dem bi lez û bez diçe û dewr û dewran zû têne guhertin. Ji wan rojan kes nema. Tenê bîranîna xwelîya Theresa Goellê mabû. Diherim ku derê xwelîya Goellê bi xwe re dibim, pêlê ku derê dikim xwelîya we li ber çavên min dikeve. Ji bo min keybanûya Çiyayê Nemrûd ne Komenayê lêbelê Goellê ye û yê tim jî wiha bimîne. Tim Goellê gorê Antîochos bigere û ez ê jî di bin xwelîya wê de bimînim, bimeşim û bijîm.

VIII

Şer û aşîtî, du çavên Keyserê zana bûn. Şer hêza xwe ji şeve hildigirt û tim pişta xwe dida Ehrîman û aşîtîye jî quwetê xwe ji rojê hildigirt û tim pişta xwe dida Ahûra Mazda-Mîthras. Lê Keyserê zana mîna nave xwe dizanibû ku mirovan tim li şer hez dikirin, tim şer dixwastin û xwîna hev li ser şevan de dirijandin. Roj û ronî zînetên Ahûra Mazda, xeml û xişrên Mîthras bûn. Yanî mirovan şevan xwîna hevdu dirijand û bi çavên rojê li xwîna xwe temaşa dikirin. Ya hîn ecêbtir jî, ji wê zewq hildigirtin. Dîroka mirovahîye, dîrokeke mazoşîst e. Yanî tim dewr û dewran yê Ehrîman bû, tenê navê Ahûra Mazda-Mîthras hebû.

IX

Erê Dorner, yê hêsan û basîd, sir û razên yên din, yên din di bin axê de nixumandî, derxistina li ser rûyê erde ye. Lê ya zor û zehmet, dijwar û xedar, rastî û heqîqeta xwe, esil û esasa xwe, tirs û xofên xwe, hêvî û xeyalên xwe, di bin hişên xwe de derxistin û eşkere kirin bû. Hingê tu ne ji xwe, ne jî ji yên din ditirsîbû. Hingê sir û razên yên din dîtîn û kifş kirin hîn qolay û hêsan dibû. Hingê dest bi rêwîtîyên ruhanî û şêxsî dibû. Hingê tu yê welatê xwe yî Kommagenê li ser axake pîroz û bedew, mayînde û uxrevî ava bikiya. Xêncî wê, na tê nixumandin ne jî tê ruxandin.

X

Kevir ne tenê kevir bû, ax ne tenê ax bû, av ne tenê av bû, agir ne tenê agir bû. Keviran xêzên min dadiqurtandin, axê rêç û şopên min vêdişartin, avê girîya min dinixumand û êgir nivîse eniye min dibiriqand. Ez, yanî Samos bêkesîya şerê te bûm; tu, yanî stêra tenêtîya teyra min bûyî. Min di bêkesîya xwe da serê teyra te jê dikir û diavêt; te di tenêtîya xwe da şerê min dixeniqand. Jiyana mirovan wiha berdewam dikir, karwana ezmûnê wûsa dimeşiya, kevir bi vî şiklî rêz dibûn, ax bi vî awayî dadiket ser hev, av bi vê şêweyî dihêrikî û agir bi vî têhrî gurr dibû.

XI

Di bin eynî darên tûreşkan da rawestî me û zarokekî yanzdeh-danzdeh salî tê û destên min digire, min bi xwe re dikişîne. Dengê kesî nebihîzîm. Di navbera min û zarokan da tu qiyamet jî neqewimîn. Em bêdeng dimeşîn. Ez xwe li ser tarekê da dibinîm. Jêr tijî mêriv in, nizanim çend hezar mêriv hene. Bi merasîmekê Bendava Ataturkê tê vekirin. Axa di bin lingên min de dihêze, ez xûş dibim, bavê min bi milên min re min digire û bi bişirîn dibêje: “kuro, tu herî bi ku derê de?” Bi çavên xwe jêr îşmar dikim: Gelo, tu darbestê dirêj û gihir nabînî? Çavên bavê xwe mêze dikim, tenê valahiyekê reş û tari, kûr û kor dibinîm. Hûn xêncî qerbalixê tiştekî din nabîne. Lê darbasta dirêj û gihir hêj li wir a, di bin Bendava Ataturk de ye. Hîn kesî ew ji bin avê dernexistiye.

XII

Lê nebû, daxwaza Keyserê Antîochos nehate cîh: Yezdan Mîtra hemû tariyên jiyana min ronî nekirin, an jî nikanî ronî bike, an jî di bextê min da ronîkirina tariyên jiyana min tune bû. Ez mêrivekî tarî bûm, ji tariyekê hatibûm û diçûm tariyeka din. Tim evînê pêşiye min digirt, ronîya çavên min hildigirt, paytexta dilê min zevt dikir. Tim di pêşbirka evînê da ronî têkdiçû û tarî pêş diket. Tim di çavên sitêra min de Stêrkek Dixuricî Ferêt. Êw, nîşangeha rêwîtîya min bû. Ew, kedera min ya mayînde bû. Ew, qedera min ya ebedî bû.

XIII

Xeman nexwe Dorner! Heta niha tu dîrok bêleheng nebû, zû an dereng, tîrêjên heqîqetê yê dest û lingên Samosatayê bigirin û ji bin avê derxîn. Tu caran tarîya însên, ji ronîya Xwedê hêztir nebû, bilindtir nebû, berztir nebû.

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply