Agahî: Kovara Barê bi durişma “War, Wêje û Werger”ê di sala 2016’ê de dest bi weşanê kir. Helbest, çîrok, werger û nivîsên wêjeyî diweşîne. Kovarê piştî jimara sêyem sê salan navber da weşana xwe. Di temuza 2020an de bi jimara çarem dîse got merheba. Vê carê koma Barê guherî bû û ne wek çapî wek e-kovar bi formata .pdf dewamî weşana xwe kir.
Kunye:
- Edîtor: Yehya Omerî(yê nû). Bîlal Ata Aktaş(yê berê)
- Lijneya Weşanê:
Ya nû: Simeya, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Welat Ramînazad, Ferec Koyîstanî, Rêbîn Mihemed, Îbrahîm Şadman, Yehya Omerî
Ya berê: Daskan Dibbo, Micahîd Işikoglu, Simeya, Tofan Sunbul, Yehya Omerî, Bilal Ata Aktaş - Sererastkirin: Ronî Bedirxan
- Rûpelsazî: Şemal Medya, semalmedya@gmail.com
- Logo: Qerbelek
- Navnîşan:
- Telefon:
- e-Peyam: kovarabar@gmail.com
- Malper: https://kovarabar.wordpress.com/
- Facebook: https://www.facebook.com/kovarabar
- Twîtter: https://twitter.com/kovarabar
Hejmara 4emîn a Kovara Bar’ê hate weşandin
Di nivîsên Ji edîtorê berê û Ji edîtorê nû yên kovarê de hat ragihandin ku kovarê li ber guherînekê ye û ev hejmara dê bibe hejmara dawî ya kovara berê.
Hejmara nû ya Bar’ê bi pêşberga helbestvanê navdar Stephane Craneyê hate weşandin. Di hejmara 4’emîn a kovarê de Micahîd Işikogluyî li ser fîlmê “Dogvîlle” nivîsandiye.
Di hejmara nû ya kovarê de nivîseke bi navê “Dogvîlle: Tolhilanîna Bexşandinê” ya Micahîd Işikogluyî ku li ser fîlmê “Dogvîlle” (2003) ya Lars von Trierî hatiye nivîsandin jî cih digire û di pêşberga kovarê de wêneya helbestvanê navdar Stephane Craneyê heye.
Di pêşberga hejmara nû ya kovara Bar’ê de wêneya helbestvanê navdar ê cîhanê Stephane Crane heye û di rûpelên kovarê de; çîrok, helbest, werger û nivîsên wêjeyî yên bi navê “Kûçikekî Qehwetarî” (Stephan Crane), “Diwazdeh Çira ji Granadayê re” (Adonîs), “Birayên Bêpar, Keçên Stûxwar” (Mem Arîn), “Jankuj 100 Mg. 10” (Şêxmûs Kurt), “Pîrebokên Qubalekan” – II (Mehmet Emîn Cîrîk), “Xatirxwestin” (Emerîkê Sidîqayê), “Helbestkar Qers” (Kawa Nemir), “Koçer Bîrkar ji bo ciwanên kurd dibêje: Herçendî welatek we tine be jî bila armancek we hebe û Li pey wê biçin” (Hevpeyvîn: Sara Ogurlu, Mamo Îssa, Bilal Ata Aktas), “Nûcan”, (Dewrêş Sancar), “Min Tu Doh Dîtî Tu Dimirî” (Menahîl Sehew), “Qeretî” (Mustafa Çelebî), “Hevok – 1”, (Baha Akhan), “Malêk Le Aw” (Şêrzad Hesen), “Stranek ji bo Jinên Bêtiving” (Simeya), “Sedsal” (Rehmî Kurdziman), “Dogvîlle: Tolhilanîna Bexşandinê” (Micahîd Işikoglu), “Biçim Kû Derê? Pirtûkxaneya Bajêr a li Stuttgartê” (Yusiv Hemed), “Tê Bîra Min”, “Li Çi Guhdarî Bikim?”, “Ev kî ye?” cih digirin.
Hejmara nû ya Kovara Bar’ê ji ser malpera https://kovarabar.wordpress.com tê dabarkirin.
Sînemaya Serbixwe