Şikefta Seholanê dikeve 35 kîlometriya riya di navbera Mehabad-Bokanê de. Her hemû torîst û serdanker jî, eger bi dehan caran serdana Seholanê bikin dîsa jî jê têr nabin. Matmayî dibin û li derdoran dinêrin. Her sal hezaran kes serdana wê şikeftê dikin.
Seholan bi Soranî tê wateya bûzê. Dîwarên wê tev ji kevirên mîna bûzê ne.
Erdê şikefta Seholan ji gelek kaniyên biçûk û mezin pêk hatiye. Dalan û riyên biçûk û mezin jî di dîwarên şikeftê de hene ku ger bi belemê bikarî derbas bibî yan jî bi avjeniyê, hemû digêjine hev. Kaniya herî dawiyê, bi qasî 50 metran serê xwe daye bin banê şikeftê. Kûrahiya avê di kaniya navîn de digihêje 35 metran. 46 sal beriya niha şandeyeke zanîngeha Aksfordê serdana Seholanê kir û ragihandin ku ew şikeft, ji bêmînaktirîn şikeftên cîhanê ye. Wan di raporekê de di vê derbarê de matmayîna xwe anîbûn ziman. Sala 1990’î jî hejmareke lokîneran ji bo naskirina zêdetir, serdana Seholana Mehabadê kirin. Wan karîn derî û riyên nû di nav şikeftê de bibînim. Vedîtina wan riyan jî bû sedem ku zêdetir girîngî bi Seholanê bê dayîn. Sala 1996’an ew deriyên kevirîn hatin dîtin û di sala 1999’an de jî şaredariya Mehabadê biryar da hemû deriyan ji bo serdana torîst û serdankeran bikar bîne. Li gora ku saziya çandî ya şaredariya wî bajarî dibêje, her sal herî kêm 200 hezar torîst serdana şikeftê dikin.
Şikefta Seholanê gelek dişubhe şikefta Elîsedr li Hemedanê. Cudahiyeke herî berçav di navbera wan du şikeftan de heye ew jî ev e ku qendîk angu kevirên bûzê tevahiya derdora dîwaran û banê şikeftê di nav de nixumandiye. Ger pêçandina şikeftê bi bûzê nebûya, nava şikeftê ewqasî sar nedibû. Lê ev di demekê de ye ku heya niha tevahiya cihên şikefta Seholanê nehatine dîtin.
Piştî ku mirov derbasî nav şikeftê dibe û riyeke kin bi piyan derbas dike, pişt re bi beleman dikare di ser avê re derbasî nav riyên cuda yên şikeftê bibe. Ji wan keviran, mînakên ku dişubhin ajalan çêbûne. Piyê fîl, bûka deryayê û kevokên xweşik ji wan keviran xuya ne. Weke ku mirov wan keviran bi destên xwe çêke, bedewî tê de reng vedide. Di dîwarên şikeftê de ji xeynî nexş û nîgarên ajalan, hin nexş û nîgarên efsaneyî jî hene.
Kevokên taybet û perçemk angu şevşevok, take rûniştvanên şikeftê ne. Ew nolê mişkan in, lê perên wan hene û dikanin bifirin. Dema mirov bi beleman derbas dibe, ronahiya derdorê nahêle perçemk li wir bimînin ji ber ku ew ji ronahiyê hez nakin û berên xwe didin dalanên tarîtir. Ew di dalanan de li ser hêkên xwe rûdinin. Lê kevokên xweşik jî di şikeftê de hene ku berdewam tên û diçin.
Riya derveyî şikeftê jî, ji bandora enerjiya nava şikeftê bêpar nemaye. Li gor yasayên Niyoton û fîzîkê, otombêl divê bi dijwarî bikarîn herin ser çiya. Lê li Seholanê ne fîzîk naskirî ye ne jî Niyoton. Ji ber ku otombêl bi hêsanî serdikeve û bi dijwarî vedigere quntara çiya. Çiya jî dikeve ser riya Burhanê ku weke navçeyeke xwediyê xwezayeke xweşik naskirî ye.
Ev çend sal in ku saziya Jîngeyê ya dewletê li parêzgeha Urmiyê biryara parastina navçeyê daye. Lê li hora pêwîstiyê girîngî bi wir nehatiye dayîn. Bûdce jî ji aliyê wezareta navxwe ve radestî qayinqametiya Mehabadê û saziya Jînge hatiye kirin lê ji ber sedemên nediyar ji bo vî karî nehatiye xerckirin. Tevî vê çalakvanên Mehabadî dibêjin diviyabû pereyên ku ji torîstan têne standin, ji bo avedankirina navçeyê û pêşxistinê bihata xerckirin. Lê ew jî xuya nîn e diçe kuderê!
HEFTENAMEYA BAS
BAS – Eskender Ceiferî