Seta Lêkolînên Folklorê I-II-III Derket

Xebata Folklorîst û lêkolîner Dilazad ART ya Lêkolînên Folklore wek 3 cildan ji nav refên Weşanên Zaningehê derket.

Dilazad ji bo vê xebatê wiha axivî: ‘Folklor, binemala netewbûnêye. Gel, bi hebûna folklora xwe hebûna xweyî fizîkî û ya çandî didomîne. Folklor ji bo mirovan genciniya herî bihaye. Eger mirovek an netewek ji folklora vî werê dûrxistin ew mirov an ew netew ji nav rûpelê dîrokê derdikevê, rut û tazî dimênê. Dema em li welatên pêşketî dinerin, berîya her tiştî li ser bingeha folkloreke dewlemend hatine avakirin. Di nav Kurdan de jî gelek kesan xebatên folklorîk kirine. Bi taybeti Kurden Kafkasyayê li ser çand û folklora Kurdî berhemên bêhempa weşandine. Min derbarê van pirtûkan de lêkolîn, tomarkirin û analîzkirinên folklorik nivîsandin. Wek sê cildan da weşandin. Di van pirtûkan de, lêkolînên folklorik, tomarkirina çîrok û mînakên ji her cûreyên çandê hatine nivîsandin. Hevîdar im ku ev xebat ji bo mirovên bi folklorê re tekildarin bibe çavkaniyeke sudwergirtine.’

  • Lêkolînên Folklorê I-II-III
  • Dilazad A.R.T
  • Weşanên Zaningeh
  • Çile, 2020

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply