Şêxadî (1075-1162)

Navê wî yê ew pitir pê têt nas kirin Adî kurê Musafirî ye û bi Şêx Adî Hekarî (Şêx Adî kurdî, Şêx Hadî) jî hatiye bi nav kirin. Ew yek e ji rêberên rûhanî yên êzdiyan yên herî bi bandor û wî reform di êzdîtiyê de kirin.

Dîtinên cuda li ser binyatê Şêxadî hene, lê ya herî berbelav ew e ku Şêxadî li gundê Beytfarê li Beilbekê li Lubnanê, di nava kurdên wê derê de ji dayik bûye û çûye Şamê, Bexdayê û paşî li Hekariyê, warê malbata wan jê hatine, bicih bûye. Şêxadî ji Hekariyê çûye Lalişî û li wê derê bingeha xwe deynaye û her li wê derê miriye û hatiye veşartin. Êdî tirba wî û Laliş bûne qîbleya êzdiyan û cihê heca wan. Ev parçeya biçûk ji Qewlê Îmanê yê êzdiyan buha û payebilindiya Şêxadî li cem êzdiyan û bandora wî li ser wan berçav dike:

Sêxadî bi xwe îman e
Behra wî behreke giran e
Xewasan dirr jê înan e

Şêxadî mirovekê xudênas û zanayekê di serdemê xwe de navdar bû. Wî reform di êzdîtiyê de kirin; ji wan sofîzim û derwîşîzim anîn bo nav êzdîtiyê. Li Lalişî medreseyeka dîndariyê deyna û di nav yên nêzîk û dûr de bi kesekê xudan keramat hat nas kirin. Hinek dibêjin ku Mishefa Reş, ya ku bi kurdî hatiye nivîsîn û yek ji tekstên kurdiya kurmancî yên kevintirîn in, ji nivîsîna wî ye. Hinek jî dibêjin ku hem Mishefa Reş û hem jî Cilwe; ku herdu pirtûkên pîroz yên ola êzdî ne, ji nivîsîna  Şêx Hesenê Dasnî (Şêx Hesenê Hekarî) ne.

Gelek kesên ku li ser Şêxadî nivîsîne, hewilda ne eslê wî bi emewiyên ereb ve girê bidin û bi wî rengî wan ji kurdan dûr bixin, lê çi delîlekê wan yê qayilker li ser vê îdiaya wan nîne. Ji bilî vê jî paşnavên Şêxadî yên wek Kurdî yan Hekarî, zimanê wî yê kurdî û bicihbûna wî li Kurdistanê û di nav êzdiyan de belgeyên wê ne ku ew bi eslê xwe kurd e. Êzdî di serdemê Şêxadî de li bin gef û êrişên derdora xwe de bûn û rola Şêxadî û reformên wî dikarin yek bin ji egerên pitir parastina êzdîtiyê û êzdiyan.

Çavkanî:
– Ensklîpediya Giştî, Yasîn Salih, Serdem, 2005, Silêmanî.
– Tac elarifîn Udey bin Musafir ELkurdî ELhekarî leyse emewiyen, Ebdilrehman Mizûrî, Havîbûn, 2004, Berlîn (bi erebî).
– Ezdîtî baweriya heqyê, rehmê û xwedênasiyê ye, Eskerê Boyik, kovara Laliş 23, 2005.
– Elêzdiye diyane qedîme tuqawim newîb elzemen, Dr. Kazim Hebîb, çapa sê, weşanxaneya Hemdî, Silêmanî, 2006 (bi erebî).
– Eltenqîb fî eltarîx elêzîdî elqedîm, Zuhêr Kazim Ebûd, Elhiwar Elmutemedin, hejmara 1603 ya 6/7 2006ê (bi erebî).
– Qewlê Îmanê, http://www.eziden-celle.de/html/_eziden/gebete.htm

Amadekar: Sidqî Hirorî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply