Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Parzemîn a Bextreş û Şervanê Azadîyê Nelson Rolihlahla Mandela

“Xeyalên civatek e azad ku hemû mîrovahî wek hev û bi hev re dijîn qet aqlêmin dernayê, bo vê dozê jîyana xwe didomînim û bo wê mirinê re amade me”
(Nelson Mandela)

Ma tenê mîrovayî xwedîyê rewşên xerabin? Rewş û weziyetên wek bêkesî, tenêtî, belengazî, xizanî, hêjarî, rebenî, jarî, bêbextî, bindestî, dîtina zilm û zordarî. Na na, ez bawerim ku evna ne tenê taybetmendî yên boy mîrovatî yê ne. Çav, dil, gîyan û dîrok şahidin ku parzemîn jî hevparên van hest û rewşanin. Afrîka, parzemîna reş, reşê, bixwe reş, bext reş, dîrok reş, zarokên wê yê siûd reş, reşeke wek şevereş yan jî tarîstan na na wek qîr û qetran. De werin em bin rê û ronahîya dîrokê de binhêrin ew bextreşî çawa û kîngê dest pê dike.
Anegorî agahîyên dîroknas didin, mêtingehkarî yan jî kolonyalîstî bi keşfên erdnîgarî derketin holê. Heke em sedemên wan keşfan binhêrin;
1- Dîtina cîhnîşê(pûsûla)
2- Pêşvaçûna tecrubên ser keştîyan
3- Piştevanîyên şahên Îspanî û Portekîzî boy dîtnên cîhên nû
4- Çêkirina keştîyên zexm ber dijwarîya oxyanûsan
5- Bo peyda kirina bazarên madenê yên nû

Ev çend xalên me qal kir bûn sedemên destpêka keşfên erdnîgarî . Sedemek din jî heye ku dibê bê behskirin em derbas nebin. Ew sedem jî xerabûn a Dewlet a Emevîyan e.
Dewlet a Endulus Emevî li Îspanya yê sala 756an de hatibû demezirandin û heta demsala 15mîn yan jî meriv dikare bêje ku nêzkê 750 salî hukim kirin. Wê demêda kontrola Deryaya Spî destê Emevî yan de bû, şah û qeyserên Ewrûpî gelek caran ceribandin ku bi keştîya berê xwe bidin Deryaya spî lê ew ne tiştekî hêsan bû.Wek hemû dewlet û împaratorên karê xwe qedandin û warê dîrokê de windabûn, Endulusan jî sala 1492an de emrê xwe tijî kirin û hole rabûn. 
Bi xerabûna Emevî yan û destpêka keşfan ve Portekîzî, Îspanî û Holandî bere keştîyên xwe vegerandin Başûr a Asya yê û Afrîkayê. Li gorî agahîyên ku misilmanên başûr didin, ji Hindûstanê heta Başûr a Afrîkayê ketibû destê Holandî yan de. Holandî yan 1647an de dest pê kirin û bi keştî yan koçberên xwe yên çerm sipî kişandin Cape Townê, pişt re Îspanî, Fransizî, Elmanî û Îngilizîyan ew rê şopandin.
Ew koçberên çerm spî li taxeke Cape Townê kom dibin û 1652an de Jon Van Riebeeck dibe walîyê wan.

Mêvanên Xwîn xwar û zordar dibin welatî yên Capê Townê û bi serî de xwe bi xelkê wir re wek cotkaran didine naskirin ku berteke xerab ji herêmî yan nebînin. Bi rastî ew ne cotkar bûn, gelekî wan leşker û deryavan bûn. Derbasûna sal û demsala re ewna bi “Afrikaner” hatin navkirin yan jî bi nave ki din ve “Boerler”. Yalîkî ve nifûsa wan li wir zêde dibû û yalîkî din ve jî eşîretên heremî dixistin bin bandora xwe.
Waxta Holandî hatin Capê Townê, li wir sê qebîlên herêmî jîyan didomandin ku tê zanin ewna Hoşîma,Hotanto û Kohîsan bûn. Reqabeta nava wan qebîlan, karê Holandî ya hêsan dike û dagirkerên xwedî fitne û fesad dikevin navbera Hoşîma û Hotanto ku encamê de wana berdidin hev du. Ev du eşîret hev dixwin û Khosan jî Holandî yan re dimîne. Ewrûpî sedema tînin ziman boy dest bi şer kirinê û sedemên wan jî bo şer ew e ku heyanen Khosanan zirar û zîyanan didin debar û zevîyên wan çerm spîyan.
Paşe hemû miletê herêmî ji Cape Townê tên derxistin û dev dore şehir bi dar û textan tê dorpêç kirin. Bi wê çeper kirinê ve spî û reşik hev tên qetandin û hîme rêvberîya nijadperestîyê te avûtin. Bi bi herikandina zeman ve navê vê rêveberîyê jî dibe “Apartheid”. Li Apartheidê de mervên spî xwedîyên hêz û kuwetê ne û bextreşên herê mî jî kole ne , koleyên herema xwe, koleyên welatê xwe, koleyên qedera
1990 de  bû xwedîyê azadî û serbestîyê. Waxta girtîgehê derket 71 salî bû. xwe.
1948an de serkarên Apartheîdê ew dar û textê pê Cape Town dorpêç kiribûn radikin, dev û dora bajêr dewsa texta bi têlên hesin ve tê girtin. Bin zilma zor û zordarîya Apartheîdê xelkê herêmî civînan pêk tînin û di encamê de Kongre ya Netewî ya Afrikayê(ANC) tê damezrandin. Mandela 1944an de dibe endamekê ANC ê û salan 1950 de bi hilbijartinekê dibe serokê tevgerê.
Heke em bi kurtasî jîyan û kirinên Mandela binhêrin, yê were dîtin ku tenê rêberek dikare qedera gelekî hêsîr û hêjar buguherîne.
Nelson Mandela yan jî bi nave xwe yê aliyê qebîlê ve Madîba 18 Tîrmehê 1918an de hate dinyayê. Madîba xwedîyê 13 xwîşk û biran bû. Waxta 7 salî bû dest bi dibistanê kir. Xeynî wî, malbatê de tu kesî çavê dibistanê nedîtibû. Mamosta wî ya ji dibistana seretayî navekî din li Madîba dike û ew nav jî Nelson e.
Dema Nelson dest bi zanîgehê kir, herêmî yan nikarîbûn tevî Ewrûpî yan bixwandina, wan re qedexe bû. Ji ber qedexe bûnê, Madîba bê çare berê xwe de Zanîgeh a Fort Heyrê. Fort Heyr cîhê Afrîkîyan û wargehê reşikan bû. Nelson Mandela dema xandina zanîgehê de bo heq û mafê gelê xwe dikeve nav kar û xebatên sîyasî û ji encamê de ji zanîgehê tê dûr xistin. Pey dûr ketinê, Madiba midetekî navber dide perwerdehî ya xwe. Pişt re i zanko ya Vitvaterstrand xandina dadê didomîne û 1942an de dibistan diqede.
Kirin û xerabîyen Apartheîdê milet bêzar û canzer kirîbû. Xelkê başûr li ber vê tehde û zilmê benda hêvîyekî bûn û ev hêvî jî Kongre ya Netewî ya Afrîkayê(ANC) bû. 


Mandela 1944an de bû endamê wê kongreyê. Dema endam bûnê Mandela kar û xebatê xweyên dijberî çerm spîya domand. Bi serî de Madîba piştgirî dida çalakîyên bê şîdet, dixwast ku bi rêya demokrasîyê têkoşîna xwe berdevam bike. Bi destpêka 1950yan de zilm û zorderîya spîyên Apartheîdê li ser bextreşên Afrîkî zêde bibû. We demê Ewrûpî yên dijî Aprtheîdê bi rêya kominîzme kar dikirin û wan Afrîkayek e azad û wekhev dixwastin bo çerm spî-çerm reşan. Mandela jî xwe nêzîkê wana didît. Bi alîkarîya kominîstên Ewrûpî ve çalakîyen bi çek destpê kirin û aramanca wan dayîna zirar û zîyan bû boy avahî û teçhîzatên leşkerîyê bû.
Mandela ji bo çalakîyên xwe ji 1956an heta 1961 hate girtinê. 1962an de rêxistina Umkhonto Sizwe ava dike. Heman salê de ji bo îdîa ên wek xerabkirina hikûmetê û xiyaneta dewletê tê girtin û 27 sala hepsê de dimîne.
Nelson Mandela dinyayê de wek girtîyê herî navdar tê naskirin. 1980ê de li hemû dinyayê navê wî hatê bihîstin û bi navê girtîyê dijberê nijadperestîyê ve hat navkirin.

Bi derketina ji girtîgehê ve dest bi karê azadîyê kir. Hemû welatîyên Efrîkî bawer dikirin ku bê Mandela azadî dûr bû.


1992an de Xelat a Aşitîya Ataturk bi terefî Komara Tirk va hatê dayîn lê Madîba ji ber ku neheqîyên dewlet a tirk derheq mafê mîrovan de ew xelat kebûl nekir, ne pejirand.Nelson Mandela 1993an de Xelata Nobelê girt û salek pişt re bû serokê Komara Başûra Efrîkayê.
Gelek taybetmendî yên Mandela hene lê ya herî balkeş aşitîxwazî ya wî ye. Dema dibe serok ev peyv li lêvan diherikin” heke em wana efû nekin, hestên heyf û tol hildanê yê herdem hebin. Em jî dibêjin ku paşerojê bîrkin û pêşerojê binhêrin lê em ti car nahêlin ew zor û zilm dubare bibe, careke din were jîyandin”.
1994-1999 serokkomarî kir, 99an de dest lê berda.
Madîba 5ê Berfenbarê 2013an de ji dinyayê xatir xwast û koçkir çû warê xwe. Ew mir lê rêya

jîyanê nîşanê gelê xwe kir, yalîkî va têkoşîn aliyê     
Em jî gumanbarê wê perwerdehîyê ne.din ve hestên aşitîyê, wekhevîyê, xwastina biratîyê xwastina rêz û rûmetê bo hemû nijad û bawerîyan.
Mervên baş tên û diçin lê her demê Fîrewn, xedar, zorkar,zordar, zilmkar kêm nabin. Efrîka ne wek berêye ema em nikarin bêjin ku rewşeke baş de ne. He jî destê xwînxwara, hê jî belengaz, he jî bêkesê, tîyê û bircîye. Xwînmij dimêjin ava jîyana bextreşê hêdî hêdî, dilop bi dilop.
Û davîyê de dîsa gotineke Nelson Mandela tê bîra me;

“Bo guherandina dinyayê, çeka herî bihêz perwerdehî ye”

Çavkanî:

-The Long to Freedom, Nelson Mandela,

-Nelson Mandela: ‘A True Hero of Conscience,

http://listelist.com/nelson-mandela-kimdir/

http://akademikperspektif.com/2014/07/27/avrupa-somurgeciliginin-afrika-uzerindeki-etkileri/

 

Welat Agirî

(Kazim Kizilkaya)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply