
Dezgeha Eurimages a Yekîtiya Ewrûpayê dê ji bo kişandina fîlma derhênerê kurd Sehim Omer Xalifî ya bi navê “Zagros” bibe siponsor.
Derhênerê kurd Sehim Omer Xalifî ji Rûdawê re gotiye ku fîlma wî ya bi navê Zagros, di nav 100 fîlman de hatiye hilbijartin.
Sehim Omer Xalifî diyar kir ku di nav wan 100 projeyan de projeyên derhênerên beriya niha xelatê Oscare standî jî hebûn û got: “hilbijartina projeya min ji aliyê Eurimagesê ve, ji bo min cihê şanaziyê ye.”
Di nav 100 projeyan de dezgeha Eurimages dê ji 16 fîlman re bibe alîkar.
Xalifî anî ziman ku wan plan kiriye ku di meha Gulanê de li Yûnanistan, Beljîka û Stenbolê dest bi kişandina dîmenên Zagrosê bikin.
Dezgeha Eurimagesê di sala 1989an de ji bo alîkariya fîlmên li Ewrûpayê bên çêkirin, hatiye avakirin.
Jêderk: Rûdaw
Gotara berê: Herêma Kurdistanê dibe xwedî domaineke fermî
Gotara piştî: Şervanê Azadîyê Nelson Mandela
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

