Serpêhatiya Narîn û Ajalan

Narîn weke her roja îro jî şîyar bû, cilên xwe yê rojane li xwe kirin.

Diya wê hat destê xwe li serê wê da; porê wê hûnand, dû re ew maçî kir. Rahişte destê wê û bi hevdu re çûn tahştê xwarin…

Diya wê di bin çavan re tim lê dinêrî, ji ber ku ji halê keça xwe qet nerazî bû. Narînê têkîliya xwe bi mirovan re birîbû. nizanibû, dê kî ye, bav kî ye, heval kî ne; tenê tiştên wekî ajalan, ewran, stêrkan, daran, avê û hwd bala wê dikişand. Elbet di nav van hebûnan de ya herî ku bala wî dikişan ajal bûn.

Narîn beriya van rojan, her tim dihat ji dê û bavê xwe re, tiştên dûrî aqil digot.

Mixabin dê û bavê we ji wê qet bawer nedikirin. Dê û bavê wê her tim gotinên wê piştgo dikirin. Lê ev yek jî, ji Narînê re dibû sedema dûrketina ji mirovan.

Dema hevalên wê bangî ev yek dikirin, wê nedixwest li pey banga wan biçe.

Dilê dê û bavê Narînê pir pê diêşiya, lê mixabin wê bi gotina wan nedikir.

Narîn:

– Hevalên min î delal! Welehî ez naxwazim verim.

Hevalên wê bi dilşikestî ji cem wê vedigeriyan. Narîn bi tena serê xwe di paş mala de çûûû çûû…

Narîn hêj ew heft salî bû. Başî û xerabiyê ji hev dernedixist, nizanîbû tirs çi ye.

Lê hema ew nezanê tirsê bûya jî têgihîştibû kû jiyan çendîn derew û vala ye. Ji ber vê yekê wê wiha bawer kiribû ku lîstik jî derew in.

Wê bi tena serê xwe berê xwe dida rêya çiya û diçû:

Nêzî ber êvarê bû ew gihîşt nêzî çiya, li ser kevirekî rûnişt, li der û dora xwe nihêrî. Hin deng ji nêz ve dihatin wê; ew şaş mabû ka ew çi deng in gelo? Dema bala xwe dayê way lê Narînê çi bibîne?.. Nola balîcanê kurmiyê topik rengê sor û reş tevlihev li hemberê wê bûn. Narînê ji tirsê fehm nedikir, lê dîsa jî xofê ew girt, ji ber ku ew hîn biçûk bû wê nizanibû ka ew çi ne?… Hêdî hêdî, çû cem wan û got:

-Hûn kî ne, çi ne? Ez we nû dibînim.

Ji wan yek:

– Tu me nas nakî, tu hîn bi me nizanî? Lê em te baş nas dikin tu însan î, em jî ji ajalan mişk in.

Kenekî bi Narînê girt:

– Te got em mişk in? Ev navekî çawa ye?.

Cardin ew mişk:

– Wey lê însanê navê me helbet heyî; navê min Reşo yî, navê van a jî Deqo, Şako û Ewo ne.

Narîn dîsa keniya:

– Çima, ji ber ku hûn nola balîcanê kurmî topikin ji bo vê yekêyî we tîpa “O” yê bikaranî.

Ewo:

– Ev mirov çawan tinazê xwe bi navê bav û kalikên me dike?  Şako, Deqo hûn herin gazî eşîra me bikin bila werin, me xwarina daweta mala Apê Celo dîtiye.

Narîn li der û dora xwe dinerî, êdî bûbû şev, dest bi giriyê kir.

Reşo:

– Tu çima digirî?

Narîn:

– Heyra qurban ez çi negirîm ji bo tîpa “O” yê hûn min dikin xwarina dawetê.

Reşo:

– Ev ne mesela tîpa “O” yê ye ev mesela we mirova ye. We bi hezaran salan koka me û eşîra me qir kirin.

Narîn:

– Ka sûcê min çi ye?

Narîn nihêrî ku di vê şeva tarî de wekî ax biherike reşiyek di ser de hat. Mişkan bi boçikên xwe Narînê girê dan, dû re mezinê wan ê herî mezin hat, li ser wan rawestiya. Hevsarê jiyana Narînê ketibû destê mezinê wan.

Lê mezinê wan biaqil bû. Hat li rewşa Narînê nihêrî, Narîn ji girî xwe perîşan kiribû.

Mezinê wan, ket nav hizr û ramanan û got:

-Heyyy!  Xelkê min î mezlûm! We gelek zordarî dîtine, min li halê vê însanê nihêrî, keça min hat bîra min! Keça min jî weke vê însanê bû, wê jî ev reng çîz çîz dikir, wextê genimê jehr xwaribû. Lê ne min ne jî diya wê, nekanibû wê xelas bikiran. Ez dixwazim, em wek însana zilmê ji xwe re nekin rêheval…

Ji bo berdana Narînê ferman kir.

Ji ber tevgera wan, Narîn şaş bûbû… Hîn ev di şaş bûna xelas bûna xwe de bû li der û dora xwe nihêrî ku bûbû sibe, weke ku xewn dîtibû, Lê Narîn dizanibû ku ew ne xewn bû.

Hêdî hêdî û di nava fikaran de çû malê. Dê û bavê wê bi qêrînî ew hembêz kirin.

Narînê behsa tiştekî nekir; gelo behs bikira dê kesî ji wê bawer bikira?

Êdî di binhişê Narînê de, ajal cî girtibûn lingekî wê li mal lingê din jî li hinda hevalên wê, ajalan bû. Kefa wê roj bi roj dihat cî, dê û bavê wê jî bi kêfxweşiya keça xwe dilşad dibûn.

Eylem Akinci-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply