Jan Dost: Piştî min Facebooka xwe girt min du roman nivîsandin

Nivîskar û romanivîsê navdar ê Kurd Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya bi navê Kobanî îmze kir ku têde behsa karesata şerê DAIŞê dike. Jan Dost herwiha got niha du romanên wî amade ne.

Jan Dost li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ligel pirtûka xwe ya Kobanî pirtûkên din jî îmze kir û di semînerekê de behsa berhemên xwe û serpêhatiyên xwe bi romanan re kir.

Di romana Kobanî de, Jan behsa malbateke Mihacir jî dike ku li Bakurê Kurdistanê di serhildana Şêx Seîd de beşdar bûbû û piştre koçberî Kobanî bûbû.

Jan Dost beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku ew bi xwe pirtûkên bi Kurdî û Erebî dinivîsine.

Dost da zanîn ku piştî ku wî Facebooka xwe girtiye gelek dema wî bo romanivîsê çêbûye û da zanîn ku niha du romanên wî amade ne.

Nivîskarê Kurd herwiha li xwe mikur hat ku ew di van demên dawiyê de taybetî jî piştî krîza Sûriyê bi asteke nizim tevlî siyaseta rojane bûye, lê pişt re ew helwesta xwe guhertiye.

Jan Dost, gelek roman, lêkolîn helbest û şano bi Kurdî û Erebî nivîsandine û gelek berhemên wî ji bo zimanên din hatine wergerandin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply