Dr. Nûreddîn Zaza (Berî 30 salî li Lozan ji hespê xwe peya bû!)

Bi helkeftina ku di roja 07/10/2018’an de, (30) sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, bi min xweş e ku em wî bibîr bînin.. Têkoşîniya wî, ked û xebata wî ji zarokên xwe re bibêjin û şanî wan bidin.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me, ew mafê wî, yê ku ji me kurdan tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baş bi nifşê nû nedaye naskirin..!

Berî ku navê pêşmerge di nav kurdan de belav û deng vede, wî pêşmergetiya bajaran dikir.. Pêşmergetî ne tenê bi hilgirtina tevingê û şerê çekdariyê ye, pêşmergetî bervedêriya di ber azadî, parastin, bilindkirin û pêşketina navê Kurd û Kurdistanê de ye.. Di vî warî de ez Dr. Nûreddîn Zaza di pey Dr. Kamîran Bedirxan û Tewfîq Wehbî Beg re dibînim. Ew sêyemîn pêşmegeyê Kurd e ku li Ewropa xebat û bizavek ji dil û can di ber gelê xwe de kiriye.. Di sala 1957’an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn sekretêrê bû. Digel ku ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Û wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Tevî tiştên xerab yên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîma Sûriyê, negot ez poşman im..

Dr. Nûreddîn ZAZA di serê salên 1950’î de (Destana Memê Alan) ji nû ve çap kiriye û pêşgotinek dirêj û bedew di pêşiya wê de, di bin naznavê xwe (Çîroknivîs) de nivîsandiye.. Û di rûpelê pêşî de berê xwe daye kurdan û gotiye:

(Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin).

 

 

 

 

 

 

Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê ji zilamê wê Dr. Nûreddîn Zaza re ditewînim.. Nexasim ku wê ew jibîr nekiriye û bi vê helkeftinê reklemên bîranîna 30 saliya koçkirina wî şandiye rojnameya herî bi nav û deng LE MONDE û LE TEMPS û wê 6. Octoberê (6/10/2018), di wan de belav bibe. Giyanê Dr. Nûreddîn Zaza şad be, serê gelê Kurd sax be.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply