SÊ PELÊN MARAN

Hebû tûnebû mêrekî pir feqîr hebû. Tenê kurekî wî hebû û ew ewqas feqîr bû ku nedikaribû kurê xwe xweyî bike.

Kurê wî rojekî ji bavê xwe re dibêje: Ez li we bûme bar. Ez dixwazim bixwe li çareya serê xwe binihêrim û nanê xwe bixwe derbînim. Bavê wî pir xemgîn dibe lê naxwaze pêşiya wî jî bigire. Ew ji hev xetir dixwazin û kurê mêrik bi rê dikeve.

Di vê demê de qralek ji bo deshilatdariya xwe di şêrekî mezinda ye. Xort di bin şehînşahîtiya qral de dibe leşker û dikeve nav şer. Dema ku bi dijmin re tên hember hev, gule li ser wan tên reşandin. Gelek hevalên wî jiyana xwe ji dest didin. Pir leşker dixwazin ji ber van erişên dijwar birevin. Ciwanê wêrek derdikeve hizûra fermandar û piştre li hemberê şervan axaftineke gelek balkêş dike û dibêje “Em naxwazin welatê bavê me bikeve bin destê dijmin.“ Piştî vê axaftina xort hemû şervan dîsa bi hêz dibin û didin pey wî, dikevin nav şerê dijwar. Di bin pêşengiya wî de erişê didin ser dijmin û serkeftineke mezin derdixin hole.

Dema ku qral dibihîze ku bi saya wî xortî de ew di şer de bi ser ketine, li wî sipasiya xwe dike û wî dike fermandarê şehînsahîtiya yekemîn.

Qral keçikeke xwe pir xweşik hebûye. Lê keçik bi qasî bedewbûna xwe ewqas jî sosret bûye. Gelek şert û daxwazên wê yên nedîtî hebûne. Ji şertên wê yek jî ew bûye: Wexta bi mêrekî re bizewice û berê wî mêrî bimire, divê ku ew mêr jî pê re bikeve gorê. Kecik dibêje: “ Heger ez bimirim ji bo çi û ji bo kê mêrê min jiyana xwe bidomîne?“ Ew şerta ku wê dabû pêşiya mêran dabû pêşiya xwe jî. Gotiye: “ wexta ku mêrê min berê min bimire, ez ê jî pê re bikevim gorê“ Ew ê ji ber van şertên ne dît û nebihîstî hemû kes ji xwe dabû revandin.

Lê belê dilê fermandrê artêşa qrêl dikeve keça qrêl û şertê wê dipejirîne. Qral ji ciwan re dibêje: “ Tu dizanî barê vî şertî çiqas giran e? Tu dikarî bînî cîh?“ Ciwan dibêje: “Belê, heger ew pêşiya min bimire, ez ê pê re bi zindî bikevim gorê. Lê mixabin evîna min ji keça te re wisa mezin e ku xwe diavêjim vê xeteriyê. Li ser vê soza xort qral îzna dîlanê dide û dîlaneke gelek bişenahî tê pîrozkirin.

Piştî demekî dirêj, şahbanû bi nexweşiyeke giran dikeve, kesek ji bijîjkan nikare ji nexweşiya wê re çarekî bibîne. Wexta şahbanû jiyana xwe ji dest dide, bi tirseke mezin tê bîra şahe biçûk ku wî soz dabû ku ew zindî bi hevala xwe re bikeve gorê. Şahê mezin ji bo ku zavayê wî nereve û neçe, hemû derên Qesrê dide kilîtkirin. Hemû zêrevan hişyar dike. Xort mecûre ku li soza xwe xwedî derkeve. Dema şahe piçûk bi jina xwe re dikeve gora mezin a taybet derî li ser wan de tê xilqandin.

Li kêlaka çarderê (tabut) masek û li ser masê çar mûm, çar nan û çar balorê şeravê hene. Manaya wan ew e ku dema erzaqê qralê biçûk qediya ew ê jî jiyana xwe ji dest bide. Qralê biçûk her roj gotek nan dixwe û gulmek şerav vedixwe. Roj bi roj bi dilekî êş û keser nêzî mirina xwe dibe.

Rojekî dibîne ku marek ji nav qulikê erde derket û ber bi tabûta jina wî çû. Qral difikire, ev mar diçe ku zirarê bide hevala wî. Radibe ser xwe û dibêje: ” heta ku ez sax bim, kes nikare zirarê bide laşê hevala min a mirî.” Şûrê xwe derdixe û mar dixe sê parçeyan. Piştre marekî din serê xwe ji qulikê derdixe. Dema ku dibîne marê pişiya wî qetkiriye, paş de vedikişe. Di nav demekî kin de Qral dibîne ku mar dîsa hat û di devê wî de sê pelên hêşîn hene. Mar her sê parçên marê qutkirî tîne berhev û her pêlekî dixe navbera parçeyên mar ên qetkirî. Di wê lezê de marê mirî hedî hedî dilipite û bi xwe ve tê. Herdû mar bi lez û bez dûr dikevin û diçin. Hersê belgên hêşin li wir dihêlin. Qralê bêxtreş difikire û dibêje: Gelo ev belgên wisa pîroz dikarin li ser mirovan jî bandora xwe çêbikin! Qral hersê belgan hildide û derê çarderê vedike. Belgekî dide ser devê hevala xwe a mirî, yekî dide ser çaVekî wê û belgê din jî dide ser çavê din. Di wê demê de xwina şahbanûyê dikeve rih, ber bi rû diçe, rûyê wê sor dibe û şahbanû bêhn dide û distîne. Çavên xwe vedike û dibêje:” Wî Xwedê! Ez li kuderê me?” Qral dibêje:” Tu li ba min î evîna min.” Hemû tiştên ku di serê wî de derbasbûye jê re dibêje, bi çi halî rih li laşê wê xistiye. Parçek nan û gulmek şerav dide wê.

Dema ku ew hinekî bi xwe ve tê, radibin ser xwe û ber bi derê gorê diçin, diqarin û li derî dixin. Heta dengê wan diçe zêravan ê ku qralê mezin pê dihisînin. Qral tê û derî li wan dide vekirin. Bi dîtina keç û zavayê xwe ên sax gelek şaş û mehtel dibe û gelekî jî kêfxweş dibe. Qralê ciwan her sê pelên ku bi xwe re anîbû, dide xizmetkarê xwe û dibêje: ” Van pelên pîroz herdem li ba xwe biparêze, dibe ku rojên teng de dîsa alîkariya me bikin.”

Piştî ku rih bi şahbanûyê ket, di dilê wê de guheraniyek çêdibe. Qet evîna wê ji mêrê wê re nemaye. Wexta qralê ciwan dixwaze ku bi jina xwe re bavê xwe yê kal û feqîr ziyaret bike, fikreke qirêj dikeve serê şahbanûyê. Wê jibîr kiriye ku, mêrê wê bi çi zor, zehmet û fedekarî ew ji mirinê xelaskirî ye û bi dilekî çawa jê hezkirî ye. Şahbanûyê ew soza ku dabû mêrê xwe jî zûda jibîr kiri bû.

Di seyahata wan de bi kaptanê keştiye re planeke nebaş li ser mêre xwe amade dilke. Dema ku mêre wê dikeve xewê şahbanû û kaptan bi serÎ û lingê wî digirin û davêjin nav behra kûr. Piştî we plana kirêj ji kaptên re dibêje: “ Were em vegerin welatê xwe, bêjin ku ew di re de nexweş ket û mir. Ez ê pesnê te jî ji bavê xwe re bidim, te pê bidim qebûlkirin ku ew min bide te û tu li ser mîrasa tacê bavê min rûNê.

Lê belê xizmetkarê xort yê ku her tişt bi çavên xwe dibîne bi dizî ve bi qayîkeke biçûk ji keştiyê xwe berdide nav deryayê, herdû xayînan terk dike. Xwediyê xwe ji nav avê derdixe, belgên ku wî ji bo rojek wiha re vêşartine derdixe û wan dide ser dev û her çavên mîrê xwe û wî rizgar dike.

Xort û xizmetkar bi hêzeke mezin bêrik dikişînin ku berî herdû xayînan bigîhîjîn qesra qral. Dema ku qral hatina wan ya tenê û ji wexta xwe zûtir dibîne, şaş dimîne û ji wan dipirse; “Ev çi hale! keça min li kudere ye ?“ Xort tiştên ku keça wî û kaptanê keştiyê anîne serê wan ji qral re dibêje. Qral bawer nake û dibêje:“ di demkî kurt de hemû rastiyên derdikevin hole“. Qral herdûyan dişîne odeyeke biçûk û wan ji herkesî vedişêre.

Demek şûn de keştiya mezin tê û keça Qral bi rûyeki xemgîn derdikeve hizûra bavê xwe. Qral jê dipirse;: Tu çima tenê hatî? Zilamê te li kuderê ye? Şahbanû: Bavê mino! Ez pir xemgînim, zilamê min bi nexwaşiyeke giran ket û mir. Heger ku vî kaptanî alîkariya min nekira, dibe ku ez jî bimirama. Kaptanê kêleka xwe nîşan dide û dibêje: Vî hertişt bi çavên xwe dît, dikare ji te re hemû bûyerên ku hatin serê me Ji te re bibêje.

Qral dibêje; “Ez ê mêre te yê mirî dîsa vejînim!” Ferman dike, derê odeyê dide vekirin û herdû ciwan jê derdikevin. Dema ku şahbanû mêre xwe dibîne, mîna ku ava kelî di serê wê de rijîyabe şaş û mehtel dimîne. Hildiweşe ser çokan û li ber bav û merê xwe digere, bexşandina xwe dixwaze. Qral dibêje: “Mêrê te bizindî bi te re ket gorê û te vejanD lê te ceriband ku wî di xewê de bikujî. Niha dema xelatkirina te ye. Qral wê û hevalê wê dixe keştiyeke bi qul ,a ku demekî şûn de di bin avê bimîne, dişîne nav deryayê. Demek şunda keştiya biqul tijî av dibe û herdû jî di nav avê de difetisin û jiyana xwe ji dest didin.

 

Werger: Metin DURSUN

Nivîs: Brüder GRIMM

(Die drei Schlangenblätter)

 

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply