Ji helbestên nivîskaradanîmarkî
“Tove Ditlevsen”
(1, r. 16)
TENÊ JI BO MIN
Wa roniyek dişewite li şevê
Ew dişewite tenê ji bo min
Û ez pif wê dikim, û ew dîsa gur dibe
Û ew gur dibe tenê ji bo min
Lê tu bêhna xwe bi hêdî dikşîne, tu roniyê dikşîne
Ji nişka ve ew bêtirî roniyê dibe
Û kûr di sîngê min de dişewite_ tenê ji bo min.
(2, r. 17)
BÊHNA MIRINÊ
Werin ew hemû ramanên baş
Yên qenc û paqij, ku ez ne bi tirs û bi tenê bim.
(3, r. 40)
LEŞGERÊN ALMAN
Leşgerên alemên, yên westî ê diçin bajarekî xerîb,
û roniya buharê li ser aniya wan;
Ew li hevdu nanêrin
Westî, bê dilî, û bi fedî diçin ber ve têkçûnê li nîvê bajarekî xerîb.
(4, r. 75)
JI BO YEKÎ
Dilekî ecêb e, çima têkçûn û seetê tîne bîra xwe
û her tiştî, wek çû ye?
Tu digihîne hev ji bo bîranînê,
yên bi toz û gewir bûne,
ma te qet kêfxweşî dît wek ku te ew hêvî dikir?
Kê ji serê vê sibê de mafê te înkar kiriye,
û te bi bostan pîvandiye bi kêmasî?
Li derve şev e, fereh û stêrkan ronî da ye:
Ji wê dilî hez dikim,
ew yê ku qet besiv nedaye min.
_______________________________
Wergerandin: Dara Kurdo
Çavkaniya korte helbestan(bi danîmarkî):Tove Ditlevsen, om mig selv, Gylendal, 2.oplag, 1975.