
Bi saya xebat û têkoşîna wergêr, nivîskar û helbestvanên kurd ên xorasanê sê pirtûkên teze yên roman û helbestê hatin weşandin. Pirtûka bi navê “Siyah û Sifîd” wergera farsî ya romana “Reş û Sipî”berhema “Ibrahîm Seydo Aydogan” e ku ji aliyê “Mecîd Baqêrî” ji kurmancên Çinarana Xorasanê bo farsî hatiye wergerandin.
Her wiha pirtûka “Şivanê Kurmanc” berhema “Erebê Şemo” ku yekem romana kurdî ye ji aliyê xatûn “Nahîd Ekberzade” va bo farsî hatiye wergerandin. Navê pirtûkê li farsî ‘’Çûpanê Kurmanc ha’’ ye. Nahîd Ekberzade ji kurmancên Şîrwanê li parêzgeha Xorasana bakûrî ye.
Pirtûka din bi navê ‘’Şîlanên Tî’’ helbestên helbestvanê kurd ê xorasanî, birêz “Elî Heyderî”ne ku bi kurdiya kurmancî hatine weşandin. Elî Heyderî ji bajarê Isferayînê li parêzgeha Xorasana bakûrî ye.
Ev sê pirtûkana ji aliyê weşanxaneya “Emo Elewî” va hatine weşandin.
Em weşandina van pirtûkên binirx û biha li xwedîberhem û gişt kurdîhezan pîroz dikin
Malpera Kurmancistanê (Ella Mezar)
Berat Qewî Endam



Gotara berê: Çar Helbest – Dara KURDO
Gotara piştî: Gelo Teklolojîya Pîlê Nû ya Sonyî yê Çi Ye? – Abdurrahim Yıldırım
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

