Romana Hejmar “496”

Di romanê de bikaranîna reqemên matematîkê bi serê xwe hunerek e. Di vê dinya/cîhana mîrat de hertişt matematîk e û li gor matematîkê tevdigere. Îcad, dîtina tiştên nû jî li gor matematîkê têne hesabkirin, têne çêkirin û têne dîtin.

Reqem ango jimara 496 ji bo we çi ye? Ev hejmar tê çi maneyî? Heger ev hejmar navê romaneke edebî/wêjeyî be dê bala we nekşîne? Hûn ê meraq nekin ku ev hejmara 496 çiye û çima nave xwe daye romana birêz Çorê Arda?

Dema min romana Çorê Arda a bi navê “496” xwend, romana George Orwell ya bi navê “Çewlika Heywanan” hate bîra min. Kelmêş, pinpinîk, mar, moz, dûpişk, sîsark, gêrik û gelek heywanên din tê de hene û diaxifin. Herweha di romanê de gelek reqem, hejmarên cuda û navên gelek fîlozofên curbecur hene. Naveroka romanê wisa belawelaye ku tam romaneke post-modern e.

Navên ku di romanê de hene weke kodnavên reqemî ne. Yekûyek, duûyek, 19, 31, 62, 124, 248, 496 û hwd/her weke din. Di romanê de mijareke xweser ku pêş hetanî paş di romanê de bê rave kirin tune, lê belê tê de hertişt heye. Taswîrên berfereh tune, lê axaftin, guftugo, qalkirin û ravekirina gelek tiştên curbecur hene.

Di romanê de kurtetaswîra generalekî dagirker heye. Di navçeyeke bakurê Kurdistanê de, Generalê artêşa hêzên dagirker dibêje : “Ez ê taxa we bikime wek Guernîca´yê.” Karekterekî romanê jî dibêje : “Min li çavên wî yên dagirker dinêrî, çavên har û birçî.”

Guernîca navê navçeyeke Spanyayê ye û navdariya vî navî ji navê tabloyeke navdar a hunermendê navdar Pîcaso tê. Navê tabloya bi navûden ku ev nav li cîhanê belav bûye, navê tabloya Pîcaso ye. Di tabloyê de wahşeta ku faşîstên Spanyayê li hemberê gelê Spanyayê pêk anîbû hatiye çêkirin. Ev tablo li tevahiya cîhanê wek tabloyeke antî-faşîst tê zanîn.

Di romanê de vebêjê romanê dibêje :

“Xwendevanê min tune ye.”

Xwendevan dibêje :

“Çawa, em hemû xwendevanên te ne.”

Vebêj dibêje :

“Derdê min qet ne dirav e”

Dema min vê hevokê xwend, tevahiya nivîskarên kurd ku ji sedî 80 î wan ez nas dikim, hatin ber çavên min. Bi rastî jî ên ku bi kurdî dinivîsî, berhem diafirand, pirtûk diweşand, derdê wan qet ne qezençkirina dirafa/pera bû. Wan ji bo pere qezençkirinê bi kurdî nedinivîsî.

Vebêjê romanê dibêje :

“Ev roman çiqas a min be, a we ye jî.”

Ji xwe rastî jî weha ye. Berhema ku nivîskar dinivîse, diafirîne, dema tê weşandin û digîşe destê xwendevanan, êdî ew dibe a xwendevanan.

Romana Çorê Arda a bi nave “496” di nav weşanên “Belkî” de derket û gihîşt ber destê xwendevanên kurd. Xwendevanên Ezîz, min wê kirî û xwend, de ka hûn jî bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply