Romana dema Merwaniyên kurd ‘ÇIYAYÎ’

Niha li Tirkiyê romanên ku li ser bûyerên dîrokî hatine hunandin herî pir têne firotin. Li Kurdistanê rewş çawane ez baş nizanim, lêbelê diyare di nav xwendevanên kurd de jî balkêşiyeke li ser romanên ku mijara wan demeke dîroka kurdanin heye. Çend romanên nivîskarên kurd ku mijara wan bûyerên dîrokîne bala min dikşîne û ez bi dilxweşî dixwînim.

Romannivîserê  kurd Îlhamî Sîdar pêşî bi tirkî çar romanên baş nivîsî û paşê dest ji nivîsîna tirkî berda û çend romanên hêja bi kurdî nivîsî. Romana wî ya bi navê “Çiyayî” 224 rûpel e. Di nav weşanên “Aram” de di sala 2007 de derketiye. Romannivîser Îlhamî Sîdar vê romana xwe diyariyê şehîdê nemir, stranbêjê hêja şehîd hozan Serhad kiriye.

Romana nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar ya bi navê “Çiyayî” romana navçeya Farqînê ya di dema dewleta Merwaniyên kurd de ye. Farqîn di dîroka kurdan de navçeyeke gelek girîng e. Farqîn bûye paytextê dewleta Merwaniyên kurd. Romana “Çiyayî” romaneke ku dem û qada wê dîrokiye, bûyerên dîrokî tê de çih girtine û herweha di demeke dîrokî de derbas dibe.

Di welatê gul û sosin, çîmen û nefelan de, di nav ruhên -giyanên – parçekirî de gul vedide. Nietzche dibêje : ” Li garanê binêrin ne doh û ne jî îro zanin, virde û wêde çil didin, dixwin û radizin.” Lê, di nav garanê de gul û çîçek vedibin, bi saya dîtin, raman, îdeolojî’ felsefe û edebiyatê tiştan fêr dibin, bi doh û îro dizanin, dest bi têkoşînê dikin.

Naveroka romanê di demeke dîrokî de ravekirina dîmenên bûyerên dîrokî bi şêweya edebî rave kirine. Rewşa civakî, evîn, nakokî, pevçûn û gelek tiştên din di romanê de li hevûdu hatine hunandin û bi zimanekî edebî hatiye ravekirin.

Civaka kurd ji dema dîrokî û virve bi taybetî jî ev dused salên dawî hertim têkoşiyaye. Welatê kurdan, Kurdistan bûye qada êrişa dagirkeran, talankeran û kurdan jî li hemberê wan têkoşiyane, welatê xwe, hebûna xwe parastine. Ev têkoşîn hêj jî bi şêweyeke modern – nûjen – didome.

Roman bi ravekirina artêşa kurd dest pê dike. Artêşa kurd û artêşa dijmin li hemberê hevûdu ji bo şer û cengê amadene. Fermandarê artêşa Merwaniyan Prens Nasir û qumandarê leşkerî general Suhrab e. Qumandarê artêşa turaniyên hov ên hecûcûmecûcan jî Mesûdê kurê Mahmûdê Gazneyî ye. Ew li pêş bajarê ‘Rey’ê li hemberê hevûdu ne. Di navbera wan de şerekî bêeman, şerekî xedar dest pê dike. Artêşa dijmin bi Fîlên Hîndistanê êrişê artêşa kurd dikin û biserdikevin, kurdan têk dibin.

Di beşa sêyem a romanê de evîna Behramê hekîm -bijîjk- a platonîk dest pê dike. Dilê Behram dikeve Rudabe yê. Piştî demeke Rudabe jî dibe evîndarê Behram. Evîna Behram û Rudabeyê evîneke bi êş e. Bavê keçikê Walî ye û ew dixwaze wê bide Melîk. Lêbelê piştî qewimandina gelek bûyeran û kuştina kral, rewş tê guhertin û Behram digîşe miradê xwe. Ew bi evîndara xwe re dizewice.

Evîn bi êş e. Lêbelê ji bo ku evîn evîndaran mesûd dike, tiştekî pîroz e. Di romana “Çiyayî” de, di rûpelên 163 – 164 – 165 û 166-an de diyalogên di navbera Behram û evîndara wî Rudabe de tam gotinên devê evîndaranin. Gotin û vegotinên ku du evîndar ji hevûdu re dibêjin bi hostatî, bi zimanekî edebî û bi lîrikêkî helbestkî hatiye ravekirin. Divê yên evîndarin û yên ku bizanibin bê evîndar bi hevûdu re çawa qise dikin, bi çi şêweyî diaxifin, li ser çi dipeyivin fêr bibin, divê vê romanê bixwînin.

Bûyerên di romanê de ne bi tevahî di dema desthilatdariya Merwaniyan de derbas dibe. Di romanê de dema Merwaniyan, rewşa malbata Merwan, nakokiyên di nav birayan de, fen û fûtên wezîr Şêro û kurê wî tê qalkirin. Di romanê de rewşa prensesê dewleta Merwaniyên kurd Nasir (Nasirudewle) gelek baş û berferehî tê ravekirin. Xiyaneta wezîr Şêro û kurê wî û bi bêbextî kuştina kralê dewleta Merwaniyan jî bi teferuat têt qalkirin.

Bêbextiya Şêro û kurê wî ji wan re namîne. Ew kralê dewleta Merwaniyan bi bêbextî dikujin, lê birayê kral Prenses Nasir dibe kral û tola birayê xwe hiltîne, ew Şêro û kurê wî têk tibe, dikuje.

Romannivîserê kurd Îlhamî Sîdar di romana xwe de û herweha di romana “Çiyayî” de jî şehweta laşên meyxweş bi dîmenên estetîk, bi xweşbînî gelek baş û xweş rave dike. Di hêla ravekirina zewqa şadimaniyê, dîmenên erotîk, ango nexşkirina erotîzmekî hunerî de îlhamî Sîdar jî wekî Helîm Yusiv, Bavê Nazê û hwd, netirse, neşermoke, nexwedî otosansure û lewre jî şanayê pesnê ye.

Mijara romana “Çiyayî” û romana Fewzî Bîlge “Dema Yezdan Bişirî” heman tişt e. Herdu roman jî bûyerên dema dewleta Merwaniyên kurd ku paytextê wê Farqîn (Meyafarqîn, Silîvan) bû, rave dikin. Romanên ku li ser demên dîrokî têne hunandin xwendevanan fêrê wê dema dîrokî dikin û xwendevanan di derbarê bûyerên dîrokî yên wê demê de agahdar dikin.

Bi hêviya ku li ser dema Hurî, Mîtanî , Xaldî, Eyûbî, Uraltuyî û Împaratoriya Medî û têkoşîna kurdan ya dused salan jî roman bêne nivîsîn.

Lokman Polat

www.candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply