Çûçik û Pîrê-Münevver SÖNMEZ

Hebû tune bû Rojekî jineke pîr dikir û nedikir nikaribû tendûra xwê vêbixe.Diriyekî di lingi çûçikek ra çûbû. Diriya xwê girtibû çûbû cem pîrê. Gotî:

“Pîrê, pîrê. ka vî diriya lingi min derbixe û bike tendûra xwê ku tendûra te pêbikeve.”

Pîrê diriya di lingê çûçikê derdixistî û avêtî tendûra xwê. Dema ku dirî avit tendûrê, tendûra pîrê ji nişkava vêket.

Çûçik gotiyê:

“Pîrê, pîr, ya tu yê diriya lingê min didi yan jî heft nanan.”

Pîrê bê çare maye û heft nan dayê çûçikê. Çûçik nanê xwê girtî û çûyê diyê way şivanekî bişkûlan bi şîr dixwê.

Çûçik gotî: Şivanoo! Şivano!  bişkûla bi şîr nexwê, we re ji te ra heft nanan.” Şivan hîngî birçî bûyê, heft nana bi derbekê de qedandiye. Gava şivan nan diqedînê çûçik poşman dibe.

Çûçik ji şivan ra gotî:

“Ya tu heft nanê min didi yan jî heft berana didî.”

Şivan heft berana didê. Çûçik heft berana digre teri dibîne wa ye di dawetekî de millet serê mişk û maran jê dikin, dixwin.

Çûçik gotî:Dawetvanoo,dawetvano serê mişk û maran nexwin ,werin ji wera heft berana.Dawetvan heft berana jê distînin ,dixwin.Çûçik dîsa poşman dibi

Çûçik ji dawetvanan re gotî: “Ya hûn heft beranên min bidin yan jî bûkê.”

Dawetvan digrin bûkê didin çûçikê. Çûçik bûkê digre dere, dibîne way şivanekî bilûrê lêdixê bi kûl û bi kûl.

Çûçik gotî: “Şivano! bilûrê lênexe bi dert were ji tee bûkek.”

Çûçik bûkê didi şivan û bilûrê jê distînê. Derdikevi ser kevirekî dibê:

“Min diriyekî da bi heft nanan,

Heft nana da bi heft beranan,

Heft berana da bi bûkekê,

Bûkek da bi bilûrekê.”

Tût,tûrû, tû, tût tûrû tû… billûrê li erdê dixe dişkînê.

Xemşoka min li diyara rehmet lê dê bavê guhdaran

 

Berhevkar: Münevver SÖNMEZ-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply