Cota cota cenazê berana
Zaveyên dest bihine
Berxên ber dilên dayikên xwe
Hêvî û delalên ber dilên bûkan
Xeml û rewşa xeyalên keçan
Cota cota li hêstira hatine bar kirin
Asmanê ker
Şevên ker û lal
Li ser berfa gewr û sar
Xwîna sor û germ li Geliyê Zîlan, Sînema Amûdê
Li Meydana Çarçira, Komkujîya Helepçê
Û îro
Li Qilabana malik wêran, wargeha Roboskî
Kes nêz me nebû bihevalî û dostî
Ey felek ne bes e!
Birîna li ser birînê
Kula li ser kulê
Kûçikê li ber deryê min
Diçe ber deryê neyar dikewt e
Li hember her şewtê dil debar dike
Ma wê çawa li ber vê rû reşiyê debar bike.
EY felek!
Êdî vê baharê
Li rex zinar û zozanan
Nema dibe qebe qeba kewa
Def û zirna reqs û govendê ker û lal bûne
Êdî defa gazî û hewarê li dar dikeve
Şîlan, gul û beybon nabişkûve
Teyr û tilûr, gund û bajar
Deşt û çiya kanî û rubar
Xwe reş girêdan e
Ji bo şîn û hizna me
Ji derdorê re ne derd û ne xem e
Li bajarên rojava sersale
Cejn û şahî, kêf û seyrane
Êdî bese!
Hewqes der mîrovahî
Ji bo mirna me nekin kêf û şahî
Mirin, hespê boz e
Îro li ber deryê me ye
Sibê li ber deryê we ye.
Dema Li Zanqirt birakujî li darxistin
Laşxwira, xwîn mija li defa hewarê xistin
Mîna kewên gozel kirin qebe qeb
Li kolan û meydana tevde dikirin repe rep
Mîna devê hêc bikeve kef bi ser dev diket
Mîna segê har girêz ji dev dihat
Bi ser namûs û rûmeta me ve êrîş dikirin
Digotin tevde hirç û hov in
War û wargehê wan şikeft û gov in
Lê îro li hember hovîtîya li roboskî
Şeytanên kor û bê ziman nin.
Hevalê Fer’un u Haman in
Erd û asîman digotin xwezkî me wê rojê nediya
Wê rojê mîna hebên tizbiya
Hatibûn rêz kirin bedenên bê xwedî
Di dîrokê de bê xwedîtîyek wanî kesekî ne dî
Xwezîka me ne dîtiba wê rojê
Ew çendekên bê giyan li ber qir û qeşê, û li ser berfê
Wê rojê
Ew roja rû reşiyê
Fer’ûn, Haman pîroz dike
Deng ji Musa nayê
Meydan bi Ebu Leheb bi Ebu Cehil ma ye
Li meydanê Muhemed nexûya ye
Roma zalim rabû ye ser tapanê
Îsa ji jor de mêze dike qet deng jê nayê
Li bin konê me şîn e
Hizna me bi tenê me di êşîn e
Emê dibaharê pêş de
Darên hêvyên xwe
Di vê êş û kulê de bi şîtilînin
Ta ku şitla me şaq bide
Bakûr, rojhelat
Başûr û rojava
Êdî bese ew roj hat
Xwîşka min birayê min!
Werin tenişta min emê li bin siya wê darê rûnên
Emê ji hev re bêjin derd û halên xwe
Bila ji me re bi bêjin dayik û bavên me
Çîrokên Geliyê Zîlan û Dersîmê
Newala Qsaba û Enfalê
Li van çîroka zêde bikin çîroka Roboskî
Ku hezar sale kes nêz me nebûye bi hevalî û dostî
Bila dê û bavê me her tim bêjin ji me re
Bila bi gotinên wan bişewite dil û gûrçikên me
Bila her tim bi herime xewn û xeyalên me
Ji bo neçe ji bîrame
Em jî bibêjin ji zar û zêçên xwe re
Ew jî bêjin ji nêwî û nêvçirçirkên me re
Bila bizanin ji bo çi pêkhatiye ev komkujî
Di binê newal û hezazan de çawa di rizin bedenên nazik û bêxwedî
Bila hêşyarbin li hember wawîk û keftara
Û
Şûnwarên wan nebe warê pepûk û kunda
De were xwişk û birayê min, de werin
Em ê bi hev re bêjin çîrok û lorîkên bi xwîn
Eger derdor û cîran ne bihîsîn
Emê cardin bêjîn ji vir û heta ba Xwedê
Ta ku biheje paytextên Şam û Bexdê
Were însafê bajarê Enqere û Tehranê
Ta ku cî û war nemîne ji dagikeran û xwin mijên rûkarê dinê
De werin xwişk û birayê min de werin
ŞOREŞ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…