Rexneya Pirtûka Hopo – 3

Kurtasiya Romanê

            Hopo

            Apê Cimo tê bal Rizgo. Rizgo kurê Salihê urê Bekirê wîtî ye. Di şerê weteniyê de Salih û Cimo hev nas dikirin. Cimo şofêrê otoyê bû di sala 1943 an de. Salih di wî şerî de dimire. Teyarên faşîstan otoya cebirxanan bombe dike Cimo birîndar dibe. Dema ku qenc dibe Qumandar Fêdosêv ji Cimo dixwaze ku bibe ajokarê tankê. Piştî şer Cimo tê gund bal xwesû, xezûr û Cemîleya xwe. Di nav xebatê Kolxoz de cih digire. Ev xebata Kolxoz berê şer hebû. Dema şer dest pê dike gelek kar di cih de dimînin. Di van karan de yek jî li serê çiyayê Elegezê  av anîna nava gund bû. Piştî şerê weteniyê jî karên wek avahî çêkirin, toxim çandin, dirûngeh, hwd. tên kirin. Di demek şûn de mizginiya kirîna tirextor û kombaynan tê. Êdî kolxoz dikarin bi xwe xwe bikirin. Ev jî xebata wan bêhtir di pêş de dibe. Çend roj şûn de ji nehiyê kaxiz hat ji bo qursan. Ji teşkîlata partiyê û komsomolan Egît, Lûlo, Îsko û Cimo dişînin. Kal pîran dua ji partiya Lenîn re dikir ku zarên Kurdan hînî maşîneyan dike. Ev çar kes bi tirextor û motoran hatin gund.

            Hatina biharê zû hat li ser Axbaranê. Lê Elegez dîsa berfa di pêşa xwe de li ser deştê reşand. Bihar di binê belekiya de ma. Diz xwe dereng nedihiştin û bi xizekandiçûne Lenînakanê, Sertîb bi Katibê Teşkîlata Firqê, Morov re şêwir kir ku qerwîlekî bide ber lodan. Herî baş Hopo dîtin ji bo vî karî.

            Kolxoz ji Hopo re jî avahî çêkiribûn. Hopo dema ku diçe karê xwe kera şêx dikuje. Lê nizane ku kere. Dibêje min diz kuşt. Dema dengê ayneliya wî tê Cimo ber bi lodan direve. Hopo jî dibêje ”aha min yek kuşt hatin tola xwe ji min hildin” û xwe dixe binê lodan vedişêre. Di wê demê şûn de Hopo dibe sêva binerd û winda dibe. Zozan li çokan dixe. Zozan ser çavê xwe diqelişîne şêx jî ketiye pey kera xwe û dibêje: ”kera min buhayê wî hezar manatî ye.” Her kes çol û beyara Hopo digere. Hopo û Şêx qirika hev digirin ji bo kerê.

            ”Kolxozan Riya Teze dixwendin”(r.38) qarçîçekan jî serê xwe di bin berfê derdixistin li xortên Komsomolan dinêrîn. Çand û rîtuelên Kurdan di jiyana gundewarî de xwe dixiste kalekala pez û berxên virnî de.

            Zînê

            Belengaziya ku salan gundiyan dikişand bi şîretên Emerik, bi pêşengiya Sertîb û xebata agronom tenê di bîranînan de dimîne. ”…ez soz didime we wekî nanekî wisa wê bê,…qet yekî kolxozvan nanê ceh nexwe.” (r.47) Zînê Rostem re şer dike ku erd rind kotan nekiriye. ”Wî nas kir ew maşîna gazêta Riya Teze ye.”(r.55) ne tenê mil dixebitîn. Ji bo pêş de çûnê û agahî û nûçeyan giringiya rojnameyê berbiçav e. ”Ez îtmaz dikim tu sifetekî ji min re bişînî, ez ê bi dîwêr de dardabikim.”(r.56) Çanda di nav Kurdan û bi taybetî nav Kurdên Êzdî nîşan dide. Katibê wir Morov jî di nav xebatan de cih digirt. Jin gelek şad dibûn ku ji bo zarokên wan baxçeyên zarokan vekiribûn. Jin bi aramî diçûn dixebitîn. Zevî ji kevir û gihayên zêde dihat paqij kirin. Jin di ber de ji xwe re soxik, pêqask, sîlmask, tirşo, siping, mendik û pincara mayîn berhev dikirin. ”Şîv ku amade bû, kevaniyê berê pêşîn bir danî ber mêran,…”(r.65) Edetên ku jina dide alîkî berbiçav e. Ji bo ku Cimo here Moskovayê Temaşegeha Malhebûna Cimaetê kaxizek hatibû şandin. Sertîb ji wî tiştî gelek aciz dibe lê paşê Sehîd digere û şûna Cimo, Egît didin xebatê.

            Hesen

            Hesen ji Zînê re name dişîne ji bo ku bikeve aspîrantûrayê tev hevalê xwe Letîf. Koma ku diçe Moskovayê di tirênê de kesan re dikevine axaftinê. Êdî xelasbûna meha Tîrmehê û gihadirûnê bû di deşta Axbaranê. Hesen li Camûşvana Sîpkan li ber Elegezê otoyê peya dibe û dozdeh gundên Kurdan dinêre. Dema Hesen tê otaxa Zînê ev berhemên bêhempa dibîne. Çi tune, ”Hovhannês Tûmanyan, Êgîşê Çarêns, Pûşkîn, Tolstoy, Tûrgenyev….Emrê Lenîn, Kurdêd Elegezê, Şivanê Kurd û Koçekê Derewîn.”(r.80) Dema ku Hesen tê mala Zînê cînar qesta kulmek xwê, tasek ar û hwd. tên dilê xwe rihet dikin bi dîtina Hesen. Meta Merdê çanda Kurdan, ku mêvana bêxwarin û vexwarin nahêlin, nîşan dide. Hesen li otaxê li ser dîwêr xalîçeyeke ku bi wênê berxvanekî neqişandîbû dardakirî disekine. Gotegot di nav gund belav dibe bi piştgiriya Rostem. Çawa ku mêrek xerîb bi ser keçikan de bê. Hesen paşê tê mala xwe û dayika wî Zelêx çi cure bêjî jê re xwarin amade kiribû. Hesen ji Letîf re name dişîne û dibêje ku ez aspîrantûrayê dest berdidim. Filîtê bavê Zînê sala 1904 an de bi qewalan re hatibû herêma Axbaranê. Dema şer diqewime û bûyerên din Filît li wir dihêle û dizewice û di Şerê Weteniyê de dimire(1942). Zelêx bi Sadiq re direve. Dem carinan diçin di nav xeyal û bîranînên dûr.

            Bêmalê Sedrê Kolxozê

            Hesen bibû agronomê gundê Darebiyê. Bêmal jî sedrê wir bû. Zelêx karek şerjêdike û hinek dide şivanan yên mayîn jî dixe qelî. Di nav çanda Surmenan de heywan şerjêkirin ji jina re qedexeye. Lê nivîskar ev edetên qirêj dixe gorê. Bêmal tiştan bi serê xwe dikir qet kolxozvanan re nedişêwirî.

            Miqamê Tulumê

            Xebat û yowmiyeyê wan ku baş bûn di rojnameya Riya Teze de wek nûçe hat dayîn. Ev dem dema nan dirûnê bû. Eyda nan dirûnê dest pê kir. Dengê def û zirne bû. Xort ketin govendê Morov sergovend bû. Tenê li wir Sehîd ku li Êrêvanê bû û Emerik tune bû.

            Beranberdan

            Şev êdî sar bûn. Sertîb ji bo av anîna gund di awrê lûleyan de hinek xemgîn bû. Du pez şerjêkiribûn û bêrîvanan jî kade, mirtoxe, hewle, û kiloç pehtibûn. Kevaniyan bi sîrmast qeliya sêlê çêkiribûn. Serşivan Fêro ji xortan re got beranan ber bi miyan biherin. Dema serşivan gule agirkir ku beranberdane, bi dengê def û zirne keç û xort ketin govendê.

            Ava Kaniyê

            Piştî cejnê sibehtirê Morov şandin nehiyê ji bo lûleyên avê. Hopo bi firxûnê sing bir hinda kaniyê. Her brîgad qebala xwe dikolan. Brîgada Rostem di paş de ma bû.  Şagirt û dersdar jî rojên şemî û yekşemê dixebitîn. Dema ku av hate nav gund jin û zarok nizanibûn av bixin devê xwe yan çavê xwe. Belengaziya salan tîbûna xwe di lûleyan de hîşt.

            Cîran

            Otomobîl gund derdikeve ber bi gundê Darebiyê diçe bi def û zirne. Bêmal û Hesen mêvanên xwe pêşvazî dikin û dibin klûbê li ber sifetên Marks, Engels û Lenîn ku di dîwaren de dardakirî bû. Li wir dikevin leca sosyalîstiyê. Hem komekî bidin hevdu hem jî xwe bi xwe bixebitin.

            Bayê Biharê

            Bihara Axbaranê dikete qedemê xwe. Şov tên rakirin. Zelêx jî hat serî da Zînê ji bo nîşanê. Xezal û Cemîle ku kesekî Zînê tunebû û ji Zînê re bûn kes û Zînê hat nîşankirin lê xweşa Sertîb neçû ev nîşan.

            Şiltaq

            Midurek nû hatibû nehiyê. Lê haya midur ji şiltaqan tune bû. Ji ber wê yekê kesên ku ji midur re name şandibûn şiltaqiya Sertîb dikirin û digotin ku Sertîb toxim difiroşe. Dema Sertîb çû nehiyê midur van gotinan jê re got gelek xemgîn bû lê Sehîd vê bûyerê sererast kir û Sertîb serfirazî vegeriya ser karê xwe.

            Mirina Emerîkê

            Payîza ku Emerik li zozanan serma girtibû du sal derbas bibû. Rihana jina wî  li ber serê wî bû. Di demek şûn de di meha Hezîranê de rojeke germ dimire.

            Dawet

            Nîşana Zînê di nav gund de belav bû. Egît jî dil dabû Zînê ji xwe re digot ez ê birevînim. Çend meh bû Emerik miribû. Zelêx hat mala kurê wî Sehîd destûra dawetê xwest û Zînê bêqelend birin û edetên qirêj bin pê kirin. Xebata kolxoz bi wî awayî berdevam kir.

            Kes/Karakter

            Hopo: Lehengê / karakterê sereke ye. Kal e. Di nav bûyeran de zêde ne lebat e. Di serî de wek qerwilekî ber lodan derdikeve pêş meriv. Paşê jî dibe berpirsiyarê firxunê û hespan re mijûl dibe. Di dawiyê de di brîgada Rostem de toxim direşîne. Kedkar û wwîngerm e. Di govenda de sergovend e.

            Zînê: Zîn agronom e. Ciwan e û xwendî ye. Lehengê sereke ye. Şikestina edetan e. Kujerê çanda paşdamayî ye. Dildar û bengiyê Hesen e. Bûka bê qelend e. Motîfa azadiyê ye.

            Hesen: Hesen kurê Filît û Zelêxê ye. Di gundê Darebiyê agronom e û xwendî ye. Ciwan e. Kedkarê kedkaran e. Lehengek sereke ye.

            Sertîb: Sedirê kolxozê ye. Kal e. Xebatkarek hêja ye. Pêşeng e. Lehengê sereke ye.

            Cimo: Merivekî bejinbilind e. Di leşkeriyê de ajovanê oto û tankê ye. Zavê Sertîb û Xezalê  mêrê Cemîleyê ye. Mekanîkê herî hêja ye. Kedkar e. Ciwan e. Leheng e.

            Sehîd: Kabinêta Katibê Komnehiyê ye. Leheng e.

            Bêmal: Sedirê kolxozê ye. Kal e. Xebatkarek hêja ye. Pêşeng e.

            Zelêx û Xezal: Motîfa azadiyê ne wek Zînê. Gelek edetên paş de mayî bêhtir paş de dihêlin. Leheng û xebatkar in. Sembola hebûn û tunebûnê ne. Pîr in.

            Cemîle: Ciwan e. Motîfa başiyê ye. Leheng û xebatkar e.

            Emerîk: Sembola zanînê ye. Lehengek kal e. Xebatkar e.

            Rostem: Kombayn e wek Cimo. Motîfa nakokîyê ye. Ciwan e. Leheng e.

            Zozan, Bozo, Sûto, Wezîr, Dedo, Karapêtyan, Asatryan, Xaçatriyan, Filît, Bêzê, Letîf,  Morov, Rihan, Egît, Merdê, Fêro, Rizgo, Resûl, Kêrop, Dewrêş, Lûlo, Îsko, Kokil, Porsor, Nenê, Vardûş, Sadiq, Dûko, Dirbo, Şuret, Şirîn, Şêx, Perîşan, Qazê, Ehmed: Xebatkar, zeoteknîk, kombayn, brîgad, serşivan, dengbêj, gundî…hwd. in. Leheng in. Kedkar in. Ciwan in. Kal û pîr in.

            Salihê kurê Bekirê wîtî, Biroyê Elî: Di nav bîranînên lehengan de cihê xwe di romanê de dibînin.           

            Qarabekir Paşa, Fêdosêv, Lenîn: Agahiyên dîrokî ne.

Nivîskar: Aram Roder

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply