Rexneya Pirtûka Hopo – 1

Navê Berhemê: Hopo
Navê Nivîskar: Ereb Şemo

Hejmara rûpelên berhemê, cihê çapbûnê, navê çapxaneyê: 263, Barış Matbaa-Mücellit / Stenbol, LÎS

Hunera nivîskar û jiyana wî: Erebê Şemo (Arap Shamilov) 23 ê Cotmehê di sala 1897 an de li Qersê li gundê Susuzê hatiye dinê (wê demê bajarê Qersê girêdayî Ûris bû, Qers jî Oblast bû.). Nivîskar 21 ê Gulanê di sala 1978 an de koç kiriye. Ereb Şemo hem nivîskar hem rojnameger hem wergêr hem siyasetmedar hem jî mamoste bûye. Berhema wî ya yekem Şivanê Kurmanca ye. Ev berhem di dîroka Kurdan de romana yekem e. Ev roman biyografî(oto biyografî) ye.

Nivîskar û Kurdologê Asûrî İsahak Marogulov herî pêşîn alfabeya Kurdan bi tîpên Krilî (hinek latînî bi nav dikin) çêdikin.

Di nav xebatê rêya trênê de cih digire. Têkiliyeke xurt bi Bolşevîkan re çêdike. Di nav xebatên Partiya Komînîstan de cih digire û dixebite. Di nav Şoreşa Cotmehê de cih digire. Xebatên sosyalîzmê dişopîne û hûrgilî dikeve nav. Di sala 1930 an de rojnameya Rêya Teze bi hevalan re derdixe û tê de dixebite. Ji ber jiyana kambax ku li ser wî de tê zimanên gelek neteweyan neçar dimîne hîn dibe û dinivîse. Êrmenkî, Ûrisî, Germanî, Ezerî, Tirkî(Osmanîkî) di nav wan zimanan de ne. Lê ev rê li ber nivîskariya wî vedike.

Ramanên sosyalîzmê di nav berhemê wî de cihekî girîng digire. Têkoşîna gundiyan li hemberê çîna serdest di romanên wî de derdikeve pêş. Têkoşîna hebûn û tunebûn her tim bûye mijara sereke.

Di zaningeha Lazaryanê de dixwîne (1920-1924). Di wê demê de tev Îsahak Marogulov li ser tîpên Krîlî(Latînî) dixebite û rojnameya Rêya Teze jî b vê alfabeyê derdixin. Ev jî nîşan dide ku yê herî pêşîn li ser alfabeya Latînî xebat kiriye Ereb Şemo û Îsahak Marogulov in. Celadet Bedirxan 1932 an de dest pêkiriye û paşê jî kovara Hawarê derxistiye.

Di sala 1937 an de di dema Stalînde tê mişextkirin. Heta sala 1956 an li Sbîryayê dimîne. Di Rêya Teze de: “Terîqa Rêvolûsîya Oktyabrê, Emrê Lenîn, Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re”wek tefrîqa di rojnameyê de hat weşandin. Di sala 1931 î de ji bo zimanê Kurdî mamoste bigihînin  dibistan vekirin û sedî zêdetir xwendekar lê derxistin. Heman demê de Ereb Şemo di Enstituya Lenîngradê de wek doçent ders da. Pirtûkên wî bi taybetî pirtûka Şivanê Kurmanca bi zimanê  Rûsî, Germanî, Gurcî, Frensî… hatiye wergerandin.

Kurtasî

Di vê xebatê de li ser romana Hopo şîrove, rexne û tehlîl hatiye kirin. Dema 2007 an heta roja îro çi li ser vê pirtûkê hatiye nivîsîn hatiye berhevkirin û nirxandin lêkolîn hatiye kirin. Pirtûkên dîrokî çiqas wek çavkanî nehatibe nîşandan jî lê ji bo romanê dîsa hatiye veçirandin. Wek malper jî ji bo agahiyên dîrokî hatiye analîzkirin. Pergala ku nû ava dibe piştî Şerê Cihana Yekemîn di nav gelê Kafkasyayê de çawa bandor dike di pirtûkê de şênber e. Pergala Kolxozê çawa seltenata axa û began rakiriye nîşan dide.

Destpêk

Rêheval ked û kevneşopiya gel e. Şer di nav pergala kolxozê de ruh dide û evîn dixe di nav kevneşopiyê û ditemirîne. Xalî tê avêtin li ser gorên pergala axa û began. Berxwedana kedkaran zed dide. Neteweyek azad wek genimê Kûbanê şîn dibe. Neheqî stûxwar dibe di bin kedê de. Nexweşiya civakê di nav firîkê genimê Kûbanê de agir digire û dibe dûmanek diçe serê çiyayê Elegezê. Ev dûman dibe baran li ser deşta Axbaranê, Entabê, Rewanê kulîlkan şîn dike.

Armanca Vê Xebatê

Hopo çima bû mijara rexneyê. Desthilatdariya axa û began bi salan gelan di bin zor û zehmetiyê de xeniqandin. Ma pergala kolxozê ne hêjayê xebatekê ye? Mebest ew e. Mebest Pîrê Romannivîsan were bibe mêvan li ber xameya we. Xanoyê Lepzêrîn têkoşîna li hemberî Şahê Persiyan, Şah Ebas, dide ma nebû lehengê efsane û çîrokên me? Têkoşîn kela Dimdim da avakirin bi tiliyên Ereb Şemo. Çima Kolxoz jî bi keda xwe nikare pergalek nû bixe nava ramanên civakê. Ne ev ked bû ku Dimdim ava kir. Ev pergal bû di ruhê wan de. Ma ev ne bes e ku bibe mijara nirxandinê jî? Ereb Şemo bi kedeke hêja wek di romanên din de di vê romanê de jî pisporiya xwe nîşan daye.

Min di serî de jî gotibû çima Hopo(Pergala Kolxozê)? Ez hez dikim ev romana ku aliyê mijara xwe de romanek civakî ye, hildim dest. Di nav çînê civakî de hornaztiyê bikim. Ev roman, çiqas lehengên xwe ji dîrok û çanda neteweyek bindest û penaber bigire jî lê di warê civakî de mijar dibe mijara gerdûnî. Ez hezdikim pergala gemar bi tiliyên Ereb Şemo û bi gotinên xwe bînim ziman. Bila ked neyê bin pê kirin û bila di cihanê de keda kesî nedin dest û ked vala neyê derxistin. Kesê ku li ser keda kesî rûnişt bila ked xwe sêwî nebîne. Xwe di nav kedkarê xwe de bide der.

Nivîskar: Aram Roder

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply