Rêwîtiyek Pîroz Berve Tixûbê Azadiyê

Gelê xwendevanên hêja, heşê xwe li hêlekê deynin û bi hestên xwe min guhdarî bikin. Ji ber birînên xedar kûr dinale bajarê Wanê. Kul û birînên tenêtiyê îro bajarê qedîm bê hêz xistiye. Şeveke zivistanê min berê xwe da oxirê û min pişta xwe da felekê, min xeyalên xwe li dû xwe hişt û  bi havalbendiya birûskan, min xatir ji wanê xwest. Behra Wanê bi çûna min hêstirên ji pêlan hatiye afirandin dibarand.

Riya min weke marekî reş çiv çivî bû. Bi slavên germ ez bûm mêvanê Heskîfê. Cih û warê kevnar bi hatina min kêfxweş bû, bi çemê Dîcleyê ez pêşwazî kirim. Min xewn û xeyalên Heskîfê pirsîn, Heskîfê stû xwar li min nêrî û xatir ji min xwest, pirsa min bê bersiv ma. Warê qedîm aqûbeta xwe dizanî bû.

Ji Tûrabidînê heyanî Beriyê dîrokê hevalbendî bi min re kir. Li Midyatê ez bûm mêvanê dêra Mor Gabrîel, li Mêrdîne bûm mêvanê dêra Deyr û Zaferanê, min silav li Darayê kir û ez derbasî Cizîrê bûm.

Berbanga sibeke zivistanê Mem û Zînê ez pêşwazî kirim û helbestên evînê ji min re xwendin. Beko ji fediya hezar salan newêrîbû derketa pêşberî min. Mem û Zînê bi destê hev girtin û em çûn Medresa Sor da ku waneyeke Melayê Cizîrê guhdarî bikin. Bi hatina me mela kêfxweş bû û got:

Ev çend e dikî hewar û gazî

Edî çi miradekî dixwazî ?

Beyhûde çira dikî tu feryad ?

Aware diçî diyarê Bexdad ?

Mem û Zînê dema ku ev helbesta bihîstin, li hev nerîn û bê xatir xwestin ji cem min û Mela dûrketin. Mela bi dûrketina  Mem û Zînê xemgîn bû û bi dilekî peritî got:

Xema işqê perêhtim ez

Hebîba xemrevîn kanê

Seraser têk behîtim ez

Ji derdê ferq û hicranê

Bi xatir xwestineke dilşewitî ez ji wan stêrkan veqetiyam. Li Cizîra Botan Dîclê û Cûdî heyanî tixûbê Xabûrê ez parastim.

Min bi slavên germ ji Komelgeha Xelîl îbrahîm a Sînorî gav avête nava Zaxoyê. Bi şahiyeke nayê şîrovekirin, li kuçe û kolanên bajarê Zaxo û Dihoka rengîn geriyam. Demekê şûnda min berê xwe da Hewlêrê. Li her der û dorê,  alayên rengîn ez pêşwazî kirim. Min xwe li ser kela Hewlêrê dît. Bajarê şêrîn, bajarê şaristaniyê jiyaneke bextewar dijî, Ez bi wê bextewariyê bextewar bûm.

Bi dilekî xemgîn ez ji Hewlêrê derketim. Min berê xwe da Silêmaniya qedîm. Dema ez berve Silêmaniyê diçûm, min dît ku laşekî bixwîn li kêleka rê dirêj bûye. Bi baldarî min lê nêrî, min dît ku li ser rûyê wê Kerkûk nivisandiye. Bi axîneke dilşewat min silav lê da, lê tu bersiv neda min. Ez bi vê xema giran gihîştim bajarê şareza, bajarê ku rûgeşiya welatê rengîn, bajarê Silêmaniyê.

Dema ez hîn li derveyî Silêmaniyê bûm, helbestvanên hêja bi helbestan ez pêşwazî kirim. Kanê em guh bidinê da ku çi dibêjin.

Binêre Elî Berdeşanî dibêje:

Gişt le xoyan da huner

Kêşiyan rim û xençer

Le erzê derjê cewher

Her wekû awî kewser

Binêre Mewlana Xalid hate pêş min û got:

Serwerê alem min dil dade heyranê tuw am

Walih û sergeşteê sewdayê hicranê tuw am

Bi hatina min kêfxeş bû Pîremêrd, wî zatî ev çûna min a Silêmaniyê wek newroz dît û wisa bang kir.

Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye

Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye

Min xatir ji şarezayên me xwest û min berê xwe da Helebçeya Şehîdan. Warê şehîdan hîn û hîn xemgîn bû. Bi hêstirên xwîn ez pêşwazî kirim. Li kevnargeha şehîda min hêstir barandin ji bona hemû gelê xwe.

Ji dîtina Helebçe şûnda, nivîs tu kêrî tiştekî nayê.  Lê cardin, min berê xwe da welatekî bênav û min xwe li ber deriyê Xabûrê dît. Ez bi xemgînî berve Behra Wanê dihatim. Lê bi gurmîna topên balefiran ez veciniqîm, min xwe li Qilebana rengîn li gundê Roboskê dît. Li ser berfa sar bedenên germ û ciwan dirêjkiribûn. Ya Xwedayê gerdûnê ev çi qetl û qîtal e bi ser van rebenan de hatiye. Zarokên simbêl nû xwîdane di xwîna sor de xemilî ne. Dayikan bi lorînan lorîkên xwe binax dikirin.  Pênûsa min vîn ji min girt û li ser kaxiza paqij kul û bi rînên  kesên bênav nivisand.

 

Mirin rojeke sar e

Di berbanga rojeke zivistanê rê li min birrî

Xwîn herikî bi ser rûyê lat û zinaran de

Hêviyên zarokan dan ber gullên mawzeran

Mirin bû bombe

Û barî li ser serê zarokên qaçaxçî

Birîna vî dilî kevnare ye

Ez çi bêjim

Îro cardin zarokên min bê xwedî man li erdekî bêpivan.

Barê qaçaxê li min bû bar

Lorîkên dayikan bi ber quntarê çiyayê cûdî ketin

Cûdî hejiya, lê mirovahî kerr û lal

Bê hemdiyeke bi hemd bû ev qîtala

Sih û çar gulle  sih û çar ciwan

Şivan, Bedran, Şîrwan, Osman, Salih û Seyitxan

De rabe dayê îro hêla min a çepê dêşe

Ez bi sih û çar gullan birîndar im

Xwîna zarokên min herikî bi hevalbendiya botan

Memê, Zînê berda û berê xwe da roboskiyê

Ewrên reş û tarî hevalên vî welatîne

Bihar li dûr e,  ne xwiyaye

Deşt û zinar li lorîna dayikek dilbirîn guhdarî dikin

“ De lorî lorî qaçaxçiyê min lorî

De lorî lorî berxê min lorî

De îro tu mêvanê qebra tarî

De lorî lorî bêkesêm lorî”

Sih û çar gulle sih û çar ciwan

Ev birîna ne birîna yekemîn e

Do bapîrên me li Deşta Çaldêranê hatin  kuştin

Do bavên me li Newala Sefo hatin  qirkirin

Do birayên me li ber Çemê Zîlanê hatin parçekirin

Do li Dêrsimê, do li Amedê xevalên me hatin binaxkirin

Ax, ez kîjan birînên xwe derman kim

Ax, ez tola kîjan kuştiyên xwe bigirim

Cardin, îro para min kuştin ket

Sih û çar gulle sih û çar ciwan

Mehmet Bozkoyun

www.candnameçcom

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply