Çi Têkiliya Nûh û Nietzsche û Kalê Min Heye?

Gundê me gundekî biçûk û şêrîn e. Der û dora wî tev dar û ber in. Du çem tên li gundê me digihîjin hev, ji ber vî her der hêşînahî ye. Niştecîhên gund tev meriv û xizmên hev in. Bi awayekî hemû malbat digihîjin hev. Di rojên girîng de, şîn û şahî û govend û dîlanan de, ji ên li dervayê gund dixebitin bigirin ta hetanî ên ku malên xwe barkirine jî bi tevî ciwanan tên gund. Jixwe ciwanên gundê me bi piranî yan li derve dixebitin yan jî dixweynin. Hejmarek baş jî zaningeh kuta kiriye.

Heft heşt sal berê dîsa gund şên û geş bûbû. Ên li xebat û xwendina bûn tev ji bo cejnê vegeriyabûn gund. Şevek ji şevên havînê a xweş bû. Dinya digel ku li heremê qêleqij bû jî gundê me ji ber ku di newalê da ye û du çem tê de derbas dibin, wek hergav hênik û xweş bû. Asîman çîk sayî bû û heyv dibiriqî. Çend stêrk jî li dora heyvê dest bi govend û dîlanê kiribûn. Em ciwanên gund di wê şeva havînê a xweş de li rasta nava gund civiyabûn. Me semawera xwe vêxistibû û bi gotina kal û pîra çayeka bi şeref dem girtibû. Civata me xweş û geş bû. Wisa dixuya ku wê şevbêrka me hê hetanî nîvê şevê bidomiya. Me li ser hal û ehwalê dinê, li ser rewşa cîhanê û xasma jî li ser a Kurdan û zimanê Kurdî, li ser pîr û pergala perwerdehiyê û pêdiviya perwerdehiyê a bi zimanê Kurdî, li ser xirabbûna aboriyê û bijaftin û felsefe û civaknasî û dîrok û hema çi bê bîra we nîqaş dikir. Carna jî me ji hev xeber dida û qerf û henekan bi hev dikir. Êdî hêdî hêdî kal û pîr û navsere razabûn û meydan ji ciwanan re mabû. Lewra wext ber bi derengê şevê ve diçû. Me niharte, Xwedê rihma xwe lê bike, kalê min dîsa wekî hergav fanosa wî di destê wî de ji wê de derket û ber bi me ve hat. Tu divê qey Diyojen e.Selamû eleykum. Eleykûmme selam. Rûnişt me çayek jê re dagirt û da berê. Gava ku kalê min dihate civata xasma jî ev a ciwana û dest bi axaftinê dikir, çokên meriv di nîvî de dişikiyan. Tiştên ku nedihatin bîra tu kesî, ên ku li gorî bîr û bawerî û nirx û normên belkî hezar sal berê bûn ji meriv dipirsî û li gor wan dem û dewra îroyîn şîrove dikir û xwe bi meriv re dixeyidande. Jixwe emrê Xwedê ye, hemû kal û pîrên me ramanwer û ronakbîr û rewşembîr in. Lewra her tiştî ew dizanin û ew çi bibêjin rast in. Bi a wan divê gotinên wan wekî pîvana rastiyê bene pejirandinê. Lewra gotinên wan zêrên zer in. Dema ku ew bi ciwanek re diaxifin bi piranî wiha dest bi axaftina xwe dikin: “Ka gelî gênc û xortan li min binêrin û guhdar bikin. Hûn neşît in, nezan in, cihêl in. We nedîtiye û hûn nizanin lê min dîtiye û ez dizanim. Guhên xwe mûç bikin û bidine min ka ez ê çi ji we re bibêjim…” Û axaftina xwe her wiha didomîn in.

Kalê min rahişte çaya xwe û çend qurt lê xist û dest bi axaftinê kir û wiha gote: “Gelî xortna! Bifikirin ku hûn li pişt wî qotê, li wê gaza hanê ne. Ji we pêştir tu kes li wir tune ye. Hûn dinêrin ku li wê rastê keçikeka mirî û şilf û tazî dirêjkiriye. Hûnê çi bikin?” Me teveka li hev niharte, wekî ku em bibêjin ev çi pirseka tewşomewşo ye. Piştî hinek bêdengiyê hineka bersiv da û gotin em ê haya gundiyan jê çêbikin. Hinekên din gotin em ê haya cendirme û polêsan jê çêbikin. Welhasil her yek ji me tiştek gote. Kale min firek li çaya xwe xist û wekî ku bibêje wey qedar li we nezan û cahila bikeve li me nihêrî û piştre dest bi axaftinê kir û wiha got: “ Pêşî hûnê potekî be an çarşefkî be, ger ku ew bi we re tune bin jî, êdî mont be an kulav be çi bi we re hebe bigirin destê xwe û bêyî ku hûn berê xwe bidin meyîtê wê û bêyî ku hûn lê binêrin hêdî hêdî berepaşkî herin û ew tiştê di destê we de ye biavêjin ser meyîtê wê. Piştre bêyî ku lê binêrin hûnê vegerin û agahiyê bidine gundiya.”

Ez ji xwe re hinek ramîyam ka gelo wî vî tiştê kîngê û ji kê hîn kiriye. Xwedê bi tenê vê yekê dizane. Wisa dixuye ku wî bêyî ku li ser rastî û çewtiya vê bersivê bifikire rasterast pejirandiye û ji wê rojê ve ye jî bi tikûtenê ev bersiva ha rast û diruste ji bo wî.

Dema ku em li civakên kevneperest, wekî ên Rojhilata Navîn û sed heyf û mixabîn ev a Kurda bixwe jî dinêrin, em dibînin ku metelok û meselokên ku pêşê wan rast qebûl kirine ew jî bêyî ku li ser wan bifikirin û wan binirxînin piran ji wan rast qebûl dikin û wan wekî nirx û normên civakî dipejirînin. Xasma jî ev ên olî bi piranî bêyî ku li ser wan bê sekinandinê rasterast têne pejirandin. Awê ku hûn jî dizanin nirx û normên civakî; rê û rêzikên ku ji aliyê civakê ve hatine qebûlkirinê ne û tê xwestinê ku mirov di têkilî û danûstandina xwe de wan bingeh bigire. Bi awayek din em dikarin bibêjin ku ew prensîbên ku bingeha pergala tevgerên mirov pêk tînin in. (Kıran, 2014, r: 194-195) Bi piranî em mirov di nav kîjan civakê de hatibin dinê yan em di nav kîjan civakê de mezin bûbin, em li ser bîr û bawerî û nirx û normên wê civakê serê xwe naêşînin û bêyî ku li ser wan bifikirin û biramîn em wan dipejirînin û rast qebûl dikin. Bi piranî bîr û bawerî û dîn û nirx û normên pêşên me çi bin ên me jî ew in û ji bo me ne pêwîst e ku em li ser wan bifikirin û wan binirxînin ka gelo ew rast in an na? Jixwe ku mirovek tiştek wisa bike li gorî civakê yan ew mirov dîn û har bûye yan jî ew ji rê derketiye û xerifî ye. Lê belê Friedrich Nietzsche qet guh nedaye vê yekê û bi wêrekiyeka bêhempa bi ser nirx û normên civakê ên pûç û genî ve çûye û wan bi çakûçê yê xeyalî hilweşandiye û hûr hûr kiriye. Lewra li gorî wî diviyabû hemû nirx û normên heyî ji nû ve bêne nirxandin û li gorî dem û dewrê ji nû ve bêne afirandin. Wî digote her dem û dewr, her civak û şaristan xwediyê nirx û normên xwe ên taybet in. Bi guherîna dem û dewr û civakê re ew nirx û norm jî divê bêne nûvejen kirin an guherandin. Îcar ji ber ku em wê wêrekiyê nîşan nadin, ew nirx û norm û bîr û bawerî û nêrînên pêşên me dibin pût û di mêjiyê me de hebûna xwe didomînin. Çawa bi saya hefsar mirov bixwaze berê kerê bide ku dide, a wisa jî nirx û normên kevn û pûç û genî sînorên fikr û ramanên me diyar dikin. Ji ber vî jî Nietzsche dibêje ez felsefeya bi geran(balyoz) dikim. Ango ew felsefeyê wekî geran bikardianît û hemû nirx û normên kevn û pûç û genî hildiweşand û hin nirx û normên nû ên li gorî dem û dewra xwe diafirande.

Li vir ez dixwazim li ser bûyereka girîng û balkêş bisekinim. Dixwazim li ser du kesên hêja û çê ku di dem û dewr û civakên cuda de jiyane bisekinim. Ew kes Aristotales û Galileo Galile ne. Awê ku tê zanînê Aristotales ji dewra xwe (B.Z. 384- B.Z. 322) hetanî dewra Galileo (1564-1642) di pirî beşên zanistê de wekî otorîte dihate pejirandinê. Hetanî hinek angaştên wî ên ku li gorî dem û dewra wî rast dihatin hesibandinê lê di rastiyê de çewt bûn, bi qasî du hezar salan piştî wî jî rast dihatin qebûlkirinê û ti kes serê xwe li ser rastî û şaşiya wan neêşandibû an newêribû biêşîne. Pirî gotin û fikr û angaştên wî rast dihatin qebûlkirinê. Lewra ji rastiya Aristotales ti şik û guman tune bû. Wekî mînak Aristotales di dema xwe de gotibû ku du tişt bi hev re ji jor de bêne berdanê dê li gorî giraniya wan yek zû û ê din jî dereng bikeve (bigihîje) erde. Bi baweriya wî semedê vê yekê giraniya wan tiştan û berhilistiya hewayê bû. Ev angaşta wî bi qasî du hezar sala bêyî ku kesek serê xwe li serê biêşîne rast hate qebûlkirin û pejirandinê. Lê Galileo li ser vê yekê serê xwe êşandiye û gotiye sedemê vê yekê ne giraniya wan e. Sedemê vê yekê şeklê wan û berhilistiya hewayê û rakêş (gravity) e. Lewra du tiştên ku giraniya wan ne wekhev lê di heman form û şeklê da bin ji jor de di heman demê da bêne berdanê wê ew her dû tişt di heman deme de û bi hev ra bigihîjin erdê. Bereksê vê yekê du tişt ku giraniya wan wekî hev be jî lê form û şeklên wan ji hev cuda bin ku ji jor de di heman demê de bi hev re bêne berdanê wê ew her dû tişt di heman demê da û bi hev re negihîjin erdê. Wekî mînak ku mirov du sîwan ku hertiştî wan wekî hev e lê yek ji wan vekirî û ev a dinê jî girtî be ji jor de berde wê ev a girtî pêşiye ev a vekirî bigihîje ser rûyê erdê. Li ser vê yekê Galileo rahiştiye xarekî û guleyeka topê û çûye ser Birca Pisa yê. Herduyan di heman demê de berdaye û dîtiye ku herdû jî di heman demê de gihaştine erdê. Çend hevalên wî ên akademisyen ku wekî Galileo ew jî di Zaningeha Pisayê de dixebitîn, qerf û tinazên xwe bi wî dikirin û pê dikeniyan. Lê Galileo qet guh bi wan nekir û çend carên din jî wî tiştê ceribande û dîte ku angaşta ku Aristotales bi qasî du hezar sal berê berpêş kiribû çewt e. Û dîsa li gorî baweriya Galileo li derekî ku rakêş (gravity) tune be dê hertiştên ku ji jor da bi hevra bêne berdanê wê di deman demê da bigihîjin erdê. Li ser vê angaşta Galileo di 1971an de dema stêrgerr -ku Amerikî dibên astronaut û Ûris jî dibên cosmonaut-  ê Amerikî David Scott ku bi Apollo 15yê çûbû Hîvê, li wê derê rakiribû çakûçek û pûrtikek û xwestiye biceribîne ka gelo bi rastî jî Galileo rast gotiye, bi xebera wî ye an na? Dema ku wî çakûç û pûrtik di heman demê da ji destê xwe berdaye, ji ber ku li Hîvê rakêş û berhilistiya hewayê tune ye dîtiye ku her dû jî di heman demê da û bi hev ra gihîştine ser rûyê Hîvê. (https://www.youtube.com/watch?v=Oo8TaPVsn9Y)

Ez zêde serê we neêşînim û vegerim ser pirsa kalê xwe û bersiva wî. Awê ku min gava dinê jî gotibû ev bersiva ha bi teqezî ne ev a wî bû. Xwedê bizanibe ka ew bersiv ev a kîjan dem û dewrê bû û bi çend sed sala ne ku bi tikûtenê wekî bersiva rast dihate pejirandinê. Jixwe diyar bû ku kalê min jî qet serê xwe neêşandibû û ji dil û can rastiya wê bersivê qebûl kiribû. Ez jî qet li serê nesekinîm û min ji kalê xwe nepirsî ka gelo çima ev bersiv bi tikûtenê rast e. Jixwe ez di wê baweriyê de me ku min bipisiyana jî ew ê bigotana: “Hişê xwe bide serê xwe. Ka hûn çi dizanin? Ma tu ji mezin û pêşên me çêtir dizanî? Wan gotiğe raste nexwe rast e.” Ji ber vê yekê min ne hizûra wî û ne jî ev a xwe xera kir.

Sal û zeman di ser vê bûyerê de derbas bûbûn. Dem û dewr guherîbû û kalê min jî koçî dinya ya din kiribû. Û jixwe êdî min jî wê bûyerê ji bîr kiribû. Çendek berê min rakire Tewratê û dest bi xwendina wê kir. Jixwe ji zû ve bû min biryarek girtibû ku ez ê pêşî Tewrat piştre jî Zebûr û İncîl û Qur’anê bixweynim û lêkolînek li ser wan bikim. Lê min tim sersariya dikir û min di xwe re nedidît. Her cara ku min radikir wan dixiste destê xwe tiralî û zexelî zora min dibirin û qidûm li min dişikandin. Lê a xêr dawiya dawîn min dest bi xwendina Tewratê kir. Hê di beşa yekem de (Mûsa-Afirandin) dema min qisseta Nûh û Tofanê xwend, ez leqayê tiştekî pir balkêş hatim. Ez bawer im pirî mirov, çi ên oldar û çi jî ên ne oldar qisseta Nûh û Tofanê dizanin. Di Tewratê de bi awayek berfiref qala vê qisseyê tê kirin. Em dikarin bibêjin ku ta bi derziyê hatiye vekirin. Ji ber vê yekê ez ê hemû qisseyê veneguhezînim vir. Ji bo me tiştê girîng dawiya Tofanê ye. Di Tewratê de beşa yekemin a bi navê Mûsa(Afirandin) de, di beşa bû yer û qewimînên piştî tofanê wiha hatiye ragihandinê:[1]

“Û Xwedê Nûh û yên ku di keştiyê de ne bi bîra xwe de anî. Bayekî da erde, av dest bi kêm kirine kir. Û çavkaniyên balûpalan û qapaxên ezmana hatin girtin. Û ji ezmanan ve baran sekini. Û av ji rûyê erdê vekişiyan. Û paşê sed û pêncî     roj derbas bû, av kêm bûn. Û keştî roja hivdeh ya meha heftemîn li çiyayên Araratê ve rûnişt. Û av heta meha dehemîn tim û tim kêm bûn. Di roja yekemîn ya meha dehan de şaxên çiyayan xuya bûn. Û paşî çel rojî paça keştiya ku çêkiribû vekir. Û qelareşkê şand derve. Û qelareşk heta ku av ziwa bûn, venegeriya, ma û firiya. Û li ser vêya, Nûh bona ku fêhm bike ka av vekişiyaye an jî venekişiyaye, kevokê ji cem xwe şand. Lê belê kevok cîhekî lê dakeve nedît, ji berk u herder bi avê ve tijî bû. Vegeriya keştiyê, cem Nûh. Û Nûh destê xwe dirêj kir, kevokê girt û girte cem xwe, keştiyê. Û heft rojê din sekini û dîsa kevokê ji keştiyê ve berda derve. Û kevok di nava niqilqê xwe de pelekî zeytûnê ya ku nû hatiye jêkirin, êvarê vegeriya. Û wê gavê Nûh fêhm kir ku av ji rûyê erdê vekişiyaye. Û paşê heft rojên din sekinî û dîsa kevokê şand. Û vê gavê kevok êdî venegeriya. Û gava Nûh sed û yek salî bû, di roja yekemîn a meha yekan de avên li rûyê erde ne ziwa bû. Û gava Nûh qapaxa li ser keştiyê rakir, dît ku, a vay, ax ziwa bûye. Û di roja hivdeh ya meha duyemîn de ax bitûmî ziwa bûbû. Û Xwedê ji Nûh re got: bi jina xwe û lawên xwe û bûkên xwe re, ji keştiyê ve derkeve! Bi xwe re bi hemû canan, tiştên ku dijîn civîkan, heywanan, marîjokan jî derxîne. Bila bifirin, bi berdar bibin û li rûyê erdê zêde bibin. Û Nûh tevî jin, law û bûkên xwe ji keştiyêve derket. Hemûya, heywanan, marîjokan, civîkan, her celebî ji hemû afirên ki li rûyê erdê ve dijîn, ji keştiyê ve derketin. Û Nûh pêşkeşgehek ji XUDAN re çêkir û li wir, ji hemû heywan û civîkên ku paqij tên hesibandin, qewlên şewitandinê peşkeş kir. Û XUDAN bêhna xweş bêhn kir. Û XUDAN di dilê xwe de got: Ez ê carekî din, bona mirovan rûyê erdê bi nelet nekim. Ji ber, meyilên ku di dilê mirovan de ne, ji zaroktiyê ve xerab in. Û mîna ku niha kirim, êdî ez tu carî ûsa tune nakim. Heta ku dinya bisekine, dê tim çandin û çinandin, sar û germ, havîn û zivistan, şev û roj hebin.” [2]

Hetanî vêder hertiştî asayî ye. Lê dema ku em li beşa 9’an ji ayeta 18’an hetanî ayeta 23’yan dixweynin em leqayê xaleka pir balkêş tên ku rasterast bi pirs û bersiva kalê min ve girêdayî ye. De fermo ka em binêrin çi hatiye gotinê di van ayetên hanê de:

“Û lawê Nûh, yên ku ji keştiyê ve derketibûn; Sem, Ham û Yafet bûn. Ham bavê Kenan bû. Sê lawên Nûh ev bûn. Hemû mirovên li rûyê erde ve belav bûn, ji vana bûn. Û Nûh dest pê kir ku bibe cotkar û rezek danî. Û Xemre vexwar û serxweş bû û di hundirê çadira xwe de şût û tazî dirêj bû. Û Hamê bavê Kenan, dema tazîbûna bavê xwe dît, derket û ji herdû birayê xwe re got. Û Sem û Yafet kincekî girtin û avêtin polê xwe, paş û paş meşiyan û bavên xwe yî tazî nixumandin. Û bona ku bavê xwe yî tazî nebinin veca xwe dan aliyekî din.”[3]

      Piştî ku min di Tewratê vê bûyera di navbera Nûh û lawên wî de qewimiye xwend û pirs û bersiva kalê min hate bîra min, ev hevok bêhemd ji devê min derket: “Piştî çend hezar sal şûn de ku em li pişt xwe dinêrin, em dibinin ku hê em gavekî jî pêş ve neçûne.”

Sed heyf û mixabîn hê jî di hinek meseleyan de, ên wekî vê mînaka ku ez li serê rawestiyam, pirî nirx û normên me ên civakî bi sed salan yan bi hezaran salan berê hatine diyar kirin û hê jî rêzik û qaîdeyên wan çaxan di civaka me ya îroyîn de, ji aliyên hinekan ve wek pîvana rastiyê têne qebûlkirinê. Wekî mînak em dikarin vê yekê bibêjin ku hezrî deh pazdeh sal berê di civata kal û pîran de mirov nikaribû qala zivirandina Dinyayê a li dora xwe û dora Tavê bikirana. Baş tê bîra min û min bi van herdû guhên xwe bihîstiye ku hin kal û pîrên me digotin Dinya li ser pişta(qiloçê) Gamasî ye û dema ku ew xwe dilivîne erdhej çêdibe. Ger ku me li dijî vê yekê tiştekî bigotana em yan ji rê derketî bûn yan jî xerifandî bûn.

Wekî gotina dawiyê ku ez bi kurt û kurmancî bibêjin, divê mirov ji bo dab û nêrît û kevneşopî û nirx û normên pûç û genî serê xwe biêşîne û ger ku pêwîst be wekî Nietzsche wan bi geran hilweşîne û hûr hûr bike da ku mirov bikaribe nirx û normên nû û çê ji bo civateka pêşketî û şareza biafirîne. Lê bele ji bo mirov bikaribe vî tiştê jî bike pêşî divê mirov bi xwe re bikeve cengeka dijwar û hemû pêşdarazî û pûtên di serê xwe de bi geran(!) bipelêşe û hilweşîne.

Emre MÛHARGÎNÎ

   21.01.2020

 

* Wêne: Carlo Saraceni(1579- 1620) Drunkenness of Noah

[1] Tewrat/ Mûsa(Afirandin) 8: 1-22

[2] Min van beşên Tewratê rasterast ji “Kitêba Pîroz”a ku ji aliyê Said Alpaslan(Seîdê Dewrêş) û Resul Yıldırım(Resûlê Qaraqoçanî) ve hatiye wergerandin wergirt.

[3] Tewrat/Mûsa(Afirandin) 9: 18-23

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply