Portre: Mihemê Kurdo û Zûgotinokên Wî

Mihemê Kurdo, camêrekî dildarê dildayê ziman û çanda xwe ye. Keyfa wî ya herî mezin gava li ser ziman û folklora Kurdî dixebite zihûr dibe. Hewqasî ji vî kare pîroz hez dike. Wexta dest bi xebatên xwe dike û diqedîne ji nû ve gîyanê wî şîn dibe; gîyanê wî siviktir dibe û xwe azadtir hîs dike.

Sal didin pey salan û rojên me derbas dibin lê kîjan sal bû baş nayê bîra min. Ez û Mihemê, me hev du li Komelaya Kurdî-Derê naskir. Gava me dersên folklorê didît an jî gava mesele dihat ser folklorê Kurdo bi eşq û evîneke dildarî guhê xwe dida ser meselê. Di nava polê de yek ji yê herî çalak ku li ser folklorê kar dikir ew bi xwe bû. Hîn ji wan rojên berê dîyarbû ku Kurdo wê wekî stêrka gelawêjê li ser folklora Kurdî biçirise.

Li ser hezkirina ziman û folklorê keda mamosteyên me gellekî hebûn. Ne ji wan baya ne ev nivîs derdiket holê û ne jî xebatên din. Bi xêra wan, gellek kesên hêja di wan polan de perwerdehîya xwe temam kirin û cihê xwe di nav nivîskaran de çêkirin. Ji bo keda wan em timî spasdar in.

Kurdo merivekî sohbetxweş û camêrekî xas e. Meriv ji sohbeta wî têr nabe. Wexta ku gotin tê erdê ew gotin ji çîrokan derbasî pêkonekan dibe, ji pêkenokan derbasî zûgotinokan dibe… sohbet sohbetê vedike mîna çîrokên Beydabê û meriv nizane çawa wext derbas bûye. Gotineke pêşîyan heye ku dibêje “Gotin nayê dotin”, lê Kurdo camêrekî wisaye ku gotinê bixwe jî didoşe.

Merivekî wisa ye ku derba xwe li gotinê dixe. Derba wî dibe neqşek xemilandî ku êdî Miheme Kurdo bi xwe ye. Gotinên wî wisa ji gotinên berê ne û wisa bi derb in yên li hemberî wî nikarin li ser gotina wî tiştekî lê zêde bikin.

Baş tê bîra min dema ku Bahoz Baranî ji bo polê me re hîndekarî amade dikir, ez û Kurdo em diketin pêşbazîyê. Kurdo hîndekarîyên xwe pêşîya min diqedandin lê çend kêlîk piştî wî min jî hîndekarîya xwe diqedand. Min ji xwe re kiribû eks divê min di hîndekarîyê de zora wî bibira, herçiqasî ez bûbûma kesê duduyan jî min qîma xwe pê nedianî. Baş tê bîra min, carekê pêşîya wî min hîndekarîya xwe qedadand û min kaxiza xwe teslîmî mamoste kir.

Werhesil kelam bi xêra wan rojên xweş min mirovên hêja û kamil naskirin. Bêguman yek ji wan mirovan hêja Bahoz Baranî û yê din jî Miheme Kurdoyî bû. Divê heqê hevalê din jî teslîmî wan bikim, hevalên me yên din jî têra xwe mirovên bi rûmet û hêja bûn.

Ji wan rojan ta heta van rojan, wan hevalên hêja xebatên xwe kûr û hey kûrtir kirin. Ew xebat bûn wek çîyayan, wekî çîyayên Sîpanê û Araratê. Çawa ku çîyayê Sîpan û Araratê serê wan dighîje ewran û kofîya wan tim sipî ye. Ew hevalên delal jî bi berhemên xwe û bi xebatên xwe çand û folklora Kurdan ji erdê rakirin ezmanan. Bi xêra wan berhemên hêja, folklora Kurda rûsipîtî û dewlemendîya xwe nîşanî hemû Kurdan û dê nîşanî hemû cîhanê bide.

Gellek caran em xebatên xwe didin paş, a rastî ne gellek caran hema bêje her caran em wisa dikin. Du heb xweşcamêrên Kurd xwestin ku bi hev re Memê Alan binivîsin lê mixabin wext têra wan nekir û ecel hat pêşî Mehmed Uzun bi xwe re bir, paşî careke din vegerîya û vê carê bi xwe re Yaşar kemal bir. Xeyala wan pêk nehat û em jî ji wê xebatê mehrûm man.

Lê baş e ku li vê gerdûna xirbende tiştên baş jî diqewin û xebatên baş jî çêdibin. Ew jî nebane ti tama tiştekî nedima. Gellek caran xwendevan û mamosteyên wan an jî hevalên ji dil bi hev re xebatên hêja dikin û navên xwe bi hev re li dîroka wêjeyê dinivîsin. Hin ji wan hevalên ji dil Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî ne ku li gel hev helbest gotine. Ji xeynî van xweşmêran jî du heb birayên dilsoz hene di wêjeya Kurdî de, bi hev re xebat kirine û helbest avêtine ber hev, ew kes jî Mela Nezîrê Bedewî û Mela Beşîrê Bedewî ne.

Di wêjeyê Modern de jî du heb mirovên ku êşa zimên bi wan re heyî hene û bi hev re li ser folklora Kurdî dixebitin. Yek ji wan pirr navdar e yên din jî hêdî hêdî hêlîna xwe li wêjeya Kurdî çê dike. Têkilîya di navbera wan de ji asta xwendevantî û mamaostetîyê derketîye û bûne rêhevalên folklora Kurdî. Ev kesên ku pêşerojê dê navên wan bi xetan xweş li wêjeya Kurdî bê neqişandin Bahoz Baran û Miheme Kurdoyî ne.

Berhema Kurdoyî a pêşîn ji refên Weşanxaneya Wardozê derketîye û dê di pêşerojê de berhmên nû yên li ser folklora Kurdan dê bi etîketa Wardozê derkeve.

Kurdo li gel zimannasîya xwe folklornasekî şûme jî. Tûrikê xwe ji kelopora Kurdî tije kirîye.

Kurdo dizane ku zimanhezî û fêrbûna zimên bi rêya folklorê çêdibe lewma xebatên xwe li ser vê mijarê amade kirîye.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply