Mihemê Kurdo, camêrekî dildarê dildayê ziman û çanda xwe ye. Keyfa wî ya herî mezin gava li ser ziman û folklora Kurdî dixebite zihûr dibe. Hewqasî ji vî kare pîroz hez dike. Wexta dest bi xebatên xwe dike û diqedîne ji nû ve gîyanê wî şîn dibe; gîyanê wî siviktir dibe û xwe azadtir hîs dike. Sal didin pey salan …