Pişo Pişo Çavxezalê-Paşa Amedî

Mirovek çû gundekî li malekî bû nîvan. Xwediyê malê ewul pir bi kêfxweş bû û ji nîvana gelek hezdikir, li nîvanê xwe xweş mêzekir, û xweş mazuvanî kir û nîvanê xwe hewand, mêze dike ku nîvanî wî nare mala xwe, ji xwe re “ev nîvana hat ji me re bû nîvan, nîvan bira pir pirê wî sê roj an hefteyekî bimine, lê ev du meh bû ku nîvan nare mala xwe, ma nîvantî wiha dibe…” ji nîvanê xwe gelekî eciz bibû. Nikaribû ji nîvanê xwe re jî bigotana “ Kuro! Law îdê bes e, here mala xwe, min û zarokê min eciz neke…”

Rojekî xwediyê malê û nîvanê xwe li hev rûniştibûn, çayê vedixwarin û galegal dikirin. Kêf kêfa nîvan bû. Wê gavê jî pisik di odeyê de doş dibe digere digere tê ber xwediyê xwe, xwe di xwediyê xwe dide û dibe “kurkura” pisikê, xwediyê malê bi pisikê digre û jê hez dike, destê xwe di pisikê dide û dibêje:

“ Pişo pişo çav kişkişo, nîvantî xweş e rojek, du, sê. Lê nîvan ma dawiya salê.”

Nîvan fehm dike ku xwediyê malê jê eciz bûye û dengê xwe nake.

Wexta ku pisik di ber nîvan de derbas dibe, nîvan jî bi pisikê digre, destê xwe di pisikê dide û dibêje :

“Pişo pişo çavxezalê. Nîvantî xweş e heta salê. Em tev bikin û tev biqedînin heta xiltê binê kewarê.”

  

Paşa Amedî

ÇANDNAME

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply