Pirtûkek nû û giring: “Mehmed Uzun Diaxive” – DERKET

Cihê Mehmed Uzun di edebiyata kurdî de giring e. Di afirandina edebiyata nûjen de, rolek sereke lîstiye û romanên wî, bi gelek zimanan tên xwendin. Mirovek nasdar e. Wî beşek mezin ji jiyana xwe, li surgunê, da pêşxistina edebiyata kurdî. Romanên giranbûha afirand û pêşkeşî edebiyata kurdî û cîhanê kir.

Di dema zarokbûnê, xwendina destpêkê de, pêrgî zilm û zora li ser zimanê kurdî hat û xwest fêm bike. Li gorî xwe, merşên neteweperestiya turka nexwend, ji dibistanê bazda û cezekirina mamosteyan da ber çava. Di xortbûna xwe, ji ber karê siyasî hate girtin. Li zindanê, girêdana mirov bi zimanê dayikê baştir fêmkir. Li zimanê kurdî vegeriya û destan û çîrokê kurdî guhdarî kir. Dema zaroktiyê, mala bavê xwe, hewşa dara hinara tê de, bilura bavê xwe û stiranê kevnare zîvirî. Li ser berhem û hunera dengbêjan kur bû. Bûn perçeyek ji jiyana wî.

Zexta li ser wî, rêya xerîb û xurbetê vekir. Jiyana surgunê, mirin e. Mirovan dirizîne. Êşa wê giran e. Uzun, bi zanabûn tevgeriya, jiyana xurbetê de pirtûk û xwendin bû hevalê wî ên herî nêzîk. Afirandina berhemên edebî, romanên kurdî ji xwe re kirek karek esasî. Mala wî ji pirtûk, rojname û kovarên edebî û çandî hatibû dagirtin.

Dîroka kurda baş zanîbû. Rojnameya pêşî a kurda li derveyî welêt derketibû. Miqdad Bedirxan li Misrê dabû destpêkirin. Şanonameya pêşî Memê Alan ji teref Evdirehîm Rehmî Hekarî hatibû nivîsîn, dûrî welêt, li Istanbulê, di kovara Jîn ê de belav bibû. Alfabeya kurdî bi destê Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê formê xwe a dawî girtibû. Hawar li Şamê derdiket. Gelek nimunên wisa hebûn ku ronakbîrên kurda li welatê xerîbiyê afirandibûn û pê xurtir bibûn. Uzun jî da pey şopa wan. Li surgunê, ji bo afrandina edebiyata nûjen gavên xurtir avêt.

Uzun ne tenê roman nivîsî. Wî edebiyata devkî, dengbêjên kurda û berhemên wan bi cîhanê da nasîn. Kurbûn û xurtbûna zimanê kurdî nîşan da. Bi nivîskarên nasdar ên gelek welatan têkiliyên xurt anî pê. Bû endamê gelek saziyan.

Weşanxaneyên biyanî xwestin berhemên Uzun bi zimanên xwe bixwînin. Lê wergêra kitêbên wî, ji zimanê qedexekirî, kurdî, ne hêsan bû. Kêmbûna wergêran ji zimanekî xur
t û kevnare bo zimanên din, dijwariyên wê hebûn. Ji bo helwêsta Uzun ku, israr bi kurdî dinîvisî wiha digotin, rexnegirên edebî:

“Mehmed Uzun mîna gelek nivîskarên kurda, ji bo nasîna xwe û berhemên xwe, bi zimanê erebî û turkî nanivîsîne. Dema bi wan zimanan binîvisîya dê wergera berhemên wî hêsantir biba. Wî bi zimanê xwe î qedexe, bi zimanek ku koka xwe dirêjî dîroka kevnare dibe û ji hêla edebiyata devkî xurt e, nivîsî.”

Dema Weşanxaneya Ordfront li Swêdê biryara wergerandina berhemên wî bo swêdî da, li ser dijwariyên wergerê zêde kur nebibû. Şefê weşanxanê Jan-Erik Pettersson wan rojan wiha dihanî zimên:

“Pêwîstiya me bihêzkirina wergera di dest me de hebû. Ji bo ku wergera me, mîna orjînala berhemê bi tam ba û xurtbûna wê derketina beşberî xwendevanan, pêwîstî bi tekuzkirina wê hebû. Wergêrê hebû karê xwe dikir, lê têr nedikir. Uzun bi saetan li nik wergêr rûnişt û alîkarî dikir. Bi rojan wiha dom kir. Paşê, bihêzbûna kitêbê û mezinbûna Uzun baştir hat fêmkirin.”

 

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply