Perwerdehiya zarokan, mirov ji dema ku biryara zewacê dide dest pê dike. Bi rastî yên ku biryara zewacê didin;
* Divê mirovên ku ya bi hev re bizewicin kesên ku ji hev hez dikin, aheng û têgihîştî bin,
☆ Dîsa divê xwesteka zarok mezin kirinê û ji bo vê şert û mercên pêwîst hebin,
☆ Divê ew kesên berpirsiyar bin. Bi kurtasî gava pêşîya zewacê divê di warê zarokên xwe de pêşeroj were nirxandin.
Bi rastî, di beden û ruh de dayikek û bavek têra xwe xurt be zarok jî bi jiyanek û derfetên bextewar gav diavêjin jiyanê. Ew dikare baştir xwe bi zorên şert û mercên jiyana derve re biguncîne. Zarokek ji malbateke wiha de bigîhîşe xwe û dora xwe bawer mezin dibe.
Xaleke din a girîng jî ew e ku dê û bav bixwazin zarokek çêbibe û bi jidayikbûna wî kêfxweş bin. Dema ku ez dibînim zarokên ku di destpêkê de nexwestî hatine dinyayê, bi neçarî di nav jiyana xwe ya di bêhêvîbûnê de hewl didin hezkirin û hurmeta dê û bavên xwe bi dest bixin, xwebaweriya xwe pêş bixin û nekarin têkilîyên tendurist ava bikin, her gav min xemgîn dikin.
Berevajî vê, zarokên ku ji dayîkbûna wan bi heyecan tê hêvîkirin û malbatên xwe bi kêf û şahîyê dipêçin, bi gavên xweş dest bi jiyanê dikin.
Dema ku hûn biryar didin ku zarokek perwerde bikin, pêdivîye ku ji dapîra wî dest pê bikin. Victor Hugo
Wergera Pirtûkê; Ruhen we Bedenen Saglikli Çocuk Yetîştîrmek Prof. Dr. Sefa Saygili
Werger: Firat Bawerî