Jimara Nû ya Kovara Nûbiharê Weşiya

Jimara Nûbiharê ya 134an Derket

Jimara dawîn ya Nûbiharê vê carê jî bi nivîs, helbest û wergerên curbicur derket pêşberî xwendevanên xwe.

Nivîsa Gerînendeyê Giştî yê kovarê Süleyman Çevik li ser pêvajoya vê dema dawîn e û bi sernivîsa “Çareserî ne bi şer, bi siyasetê ye!” derketiye.
Di vê jimarê de çend nivîsên lêkolînî balê dikşînin. Rohat Alakom di nivîsa xwe de li gor çapemeniya Swêdî, di serhildanên Çiyayê Kozanê de behsa rola Kurdan kiriye.
Ahmet Aras nivîsa xwe ya bi navê “Rohnîkirina hinek xalên Serhildana Şêx Seîd” de hinek xalên vê serhildanê, çûyina Îranê û serhildana Agiriyê ronî dike. Aras gelek agahiyên rasterast ji mensûbên malbata Şêx Şeîd Efendî û şahidên bûyeran girtine û bi xwendevanên Nûbiharê re parve kirine.
Mehmet Bozkoyun nivîseke hem tarîxî, hem jî rojevî ji Sedat Benek wergerandiye Kurmancî. Ev nivîsa Benek ya balkêş li ser sînorê Suriyê û Tirkiyê ye û behsa trawma ku di hafiza Kurdan de çêkiriye dike.
Du heb biyografiyên hêja hene di vê jimarê de. Yek, Murad Celalî li ser Mela Mehmûdê Bazidî agahiyên têr û tije dane. Ya din jî li ser M. Seîd Avci ye; İbrahim Gözeten di nivîsa xwe de behsa xwe û hevalê xwe kiriye. Hewce heye ku nifşên îro M.Seîd Avci ku şagirtê Mela Îzzeddîn Yildirim bû, nas bikin. Herweha Nevzat Eminoğlu jî nivîseke wî wergerandiye Kurmancî.
Nivîseke Dimilî heye di vê jimarê de; Roşan Lezgîn behsa rojnameya Dimilî Newepelê kiriye.
Hevpeyvîna vê jimarê Çetoyê Zêdo bi nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî yê ku ji Kobanî ye û 50 sal e ji welatê xwe dûr, li Sydney ya Avusturalyayê dimîne re kiriye.
Nûbiharê di vê jimarê de agahiyek jî daye xwendevanên xwe: Em ji Nûbiharê hîn dibin ku ji vir pêve editoriya helbestên kovarê wê şair û nivîskar Berken Bereh bike.
Helbet kovar tenê ji van nivîsan pêk nayê. Bi nivîs û helbestên xwe, naveroka vê jimarê bi sernavên xwe weha ne:

JI EDÎTOR:
Süleyman Çevik: Çareserî ne bi şer, bi siyasetê ye!

GOTAR:
Berken Bereh: Li Hicra Melayê Cizîrî, li ber Finda Wî
M. Said Avcı (Wergera ji Tirkî: Nevzat Eminoğlu): “Em Hemû Mezlûm in: çi çepgir, çi kurdparêz, çi îslamparêz”
Miradxan Şemzînî: Nûbihar: Yekemîn xwendegeha min

LÊKOLÎN:
Rohat Alakom: Beşdarbûna Kurdan di Serhildanên Çiyayê Kozanê de (Angorî çapemeniya Swêdî)
Ahmet Aras: Rohnîkirina hinek xalên Serhildana Şêx Seîd
Doç. Dr. Sedat Benek (Wergera ji Tirkî: Mehmet Bozkoyun): Sînorê Tirkiye-Sûriyeyê trawma ku di hafiza Kurdan de pêk aniye
Zîwer Îlhan: Evîna Siyahpoş an jî serpêhatiya dilê Seyfulmilûk
Roşan Lezgîn: Çapemenîya Kurdan De Tecrubeyê Newepelî
Yılmaz Aktaş: Di Gotinên Pêşiyan de Jin Pênasiya Gotinên Pêşiyan
Ümit Işık: Mela Bedreddînê Mûşî û helbesteke wî ya li ser Bedîuzzeman
Mihemed Emîn Misircî: Di Kurdolojiyê de bikaranîna çand û perwerdehiyê

BİYOGRAFÎ:
Murad Celalî: Kurdekî Hezarfen Mela Mehmûdê Bazîdî
İbrahim Gözeten: Hevalê min M. Seîd Avci

ÎNŞA:
Abdullah Can: Hawîrdorek Efsûnî
Rainer Maria Rilke (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan): Ji şairekî ciwan re name III

ÇÎROK:
Receb Dildar: Bermaliya bajarê wêran
Ann Petry (Wergera ji Îngilizî: Mehmet Şirin Filiz): Mîna kefenekî
Şoreş Kakî: Şerê bêxwedî

NASANDİN:
Yaşar Eroglu: Li ser romana Balindeyên li Ber Bê
Ayhan Meretowar: Kitana Spî

HEVPEYVÎN:
Şahînê Bekirê Soreklî (Hevpeyîn: Çetoyê Zêdo): Çiqas qedexebûna Kurmancî sist bû jî rêxistinên wan nekarîn xwendina bi Kurmancî zîz bikin…

HELBEST:
Berken Bereh: Trajedî
Zehra Ayhan: Hemî navê te bûn
Ebdêxweda: Bêhna Azadiyê
Rizgar Elegez: Barana Hibrê
Mîrhat Rêşînas: Kersek
Havîn Acar: Şanoya derewîn
Yunus Dilkoçer: Îşev dil zenûn û dûrecivak e
Tekin Çiçek: Jana qedîm
Mewlana Celaleddînê Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): De Bêje
Mewlana Celaleddînê Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar): Muhebbet
Mehmet Aydoğdu: Hîlwan

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply