Nûbihara îsal di 25 saliya xwe de ye bi jimara xwe ya 140an careke din silav dide xwendevan û dostên xwe.
Her jimara kovarê bi lêkolîn, hîkaye, folklor, ceribandin, biyografî, hevpeyvîn û bi helbestên curbecur tijî ye…
Naveroka jimara dawîn weha ye:
*Ji Editor/Süleyman Çevik
*Şi‘r, Zarbienos, ruhê netewî/Berken Bereh
*Zarbienos!/Rojen Barnas
*Rehmî Hekarî/Maruf Xeznedar (Ji Soranî: Zîya Avci)
*Evîneke romantîk-trajîk: Şaxên Destana Xelîl Begê/Rohat Alakom
*Ji teknolojiya Kurdan: Iskince/Yûnis Amedî
*Di Muqeddîmeya Îbn Xeldûn de Kurd/Murad Celalî
*Ji çi re ne/Berken Bereh
*Razên rengan/Husein Muhammed
*Nefsa ku dibe ‘aşiq êdî emmare nabe/Mewlana C. Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
*Der barê Kurdistanê de raporta Mr. Trotter û bersiva Ebdurehman Nacim/Seîd Veroj
*Ji klasîkên me yên nenas: Mela Mihemedê Pîzanî û du şiîrên wî/Tehsîn Îbrahîm Doskî
*Bêdengûbeng/Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)
*Du şi‘rên li ser Şêx Muhemmed Diyauddîn yên Mela Zubeyr û Mela Abid/HanefiTaşkın
*Gur û pez/Mehdî Ritamî
*Muzeya cîhanî: “Îçkale”ya Diyarbekirê/A. Meretowar
*Te rêya hêsantir bijart!/Shahîn Bekir Soreklî
*Berxwedaneke mêrxasî, mirineke bi rûmet: Şerê Dimdimê/Zîwer Îlhan
*Pênc Tişt û Pêncên Din/Johann Wolfgang von Goethe (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan)
*Ezîzê Cewo: Çand, wêje û perwerdeya me bi saya dewleta Sovêtê pêş ketin! (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)
* çardeh HAÎKÛyên biharê/(Wergera ji Îngilîzî: Sidîq Gorîcan)
* Nîkê/Evdirehman Elçek
* Êş/Ali Bayram
* Ne yek bi xwe ye/Brahîm Mehmûd
* Qesîdeyeke Feqiyê Teyran/Mela Muhemmed Gulnar
* Zilamê xizan û sê ajal/Besra Pîranij
* Nediyar/M. Zahir Ertekin
* Bextewarî/Alan Dojeh
* Pevrebûn/H. Henûn
Nivîsa Editor
Bi jimara 140î merheba!
Di van sed salên dawîn de li Rojhilata Navîn, herweha li Kurdistanê sînorên dewletan li gor heqaniyet û menfîeta gelên vê herêmê tayîn nebûne.
Çi dewletên biyanî, çi jî yên aîdê cîhana Îslamî çawa hatiye hesabê wan sînorên dewletan bi vî qeydeyî danîne. Bi vî awayî gelek dewletên Ereban ava bûne; welatê Kurdan jî bûye çar par…
Di encamê de, vê parvebûna neheq û keyfî, rehetî nedaye tu kesî…
Têkoşîna Kurdên li Iraqê jî dûr û dirêj e; bi bedelên gelek giran di gelek sefhayan re derbas bûye. Îro jî Kurdistana Iraqê ji sala 2005an pê ve heremeke federal e.
Di sala 1990î de Seddam Huseyn Kuweyt îşxal kir. Dema Amerîka û dewletên koalîsyonê ew ji Kuweytê derxistin îcar Seddam vegeriya ser Kurdan û mîlyonek Kurd ji welatê xwe derketin û bûne penaber. Li ser vê Qonseya Ewlekariya Milletên Yekbûyî, li bakurê Iraqê sînorek danî û ji vî sînorî bi jortir ji hêzên dewleta Iraqê re qedexe kir.
Di sala 1992yan de Kurdan li vî erdê muxtariyet îlan kirin, hilbijartin çêkirin û fîilen îdara Kurdan dest pê kir û bingeha statûya îro weha ava bû. Ji sala 2005an ve jî Hukûmeta Merkezî ya Iraqê jî sîstema federalîzmê pejirand û ev statûya Kurdan nas kir.
Îro em dibînin, sîstema ku li Kurdistanê heye, li gelek dewletên Rojhilata Navîn tuneye. Hilbijartin heye, gelek partî hene, ji reng û dengan re tolerans heye, çi Kurd, çi milletên din, wekhevî heye.
Niha jî Kurdistan dixwaze serxwebûna xwe bi dest bixe. Di 25ê îlona 2017an de referandum heye. Xelkên vê derê wê biçin ser sandoqan ka gelo ew dixwazin bi Iraqê re dewam bikin, yan na?
Îro çavê dunyayê, guh û bala wan li vê derê ye; dema dengê “erê” pirr xurt derkeve tu kes nikare vê îradeyê nebîne… Ew sînorên sed sal berê bêyî îrada me danîbûn nemane, jixwe divê nemînin jî.
Dewleta Iraqê jî ev çend sal in zaten fîilen parçe bûye. Hukûmeta Bexdayê li hember Kurdistanê bi duristî tevnagere; di qanûnê de mafê Kurdan yên îdarî û aborî hene, lê daîmî astengan derdixe pêşberî wan û mafên wan nade.
Li ber Kurdan rêyeke din nemaye; bi hêviya ku dawî li hesreta salan were.
Ev referandumeke tarîxî ye, em tev dibin şahidê wê, pîroz be!..
***
Di vê jimarê de nivîsar û çîrokên Berken Bereh, Maruf Xeznedar (Werger: Ziya Avci), Rohat Alakom, Yunus Amedî, Murad Celalî, Husein Muhammed, Seîd Veroj, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Hanefî Taşkın, A. Meretowar, Zîwer Îlhan, Ebdirrehman Erçek, Mela Muhemmed Gulnar, Besra Pîranij û Alan Dojeh cih digrin.
Şiîrên vê jimarê jî weha rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî (Werger: Hayrullah Acar), Ahmed Arif (Werger: Talat İnanç), Mehdî Ritamî, Shahîn Bekir Soreklî, Goethe (Werger: Abdullah İncekan), Sidîq Gorîcan, Ali Bayram, Brahîm Mehmûd, M. Zahir Ertekin û H. Henûn…
Hevpeyvîna vê jimarê jî Nihad Gültekin bi nivîskar û zimanzan Ezîzê Cewo re kiriye.
Mala wan tevan ava be ku keda wan ketiye vê jimarê…
Heta jimarek din bimînin di xêr û xweşiyê de…
Süleyman Çevik