Nirxên Pirtûka Çûka Keko Peko

Wêje; guhdarkirina bilûra şivanekî ye, li ber ava çemekî, demeke biharê. Hezkirina yar û Xweda ye, ji dilekî  paqij û zelal. Meyzandina kulilkên bêhîvan yên ku li ber belbûna biharê ne û kamraniya abadîn e, ji mirovên aşiqên dinyayê re. Keservedana hesreteke beyaniyê ye. Cih û warê hemû evîndaran e. Stargeha rêwiyê eşqên qedexe ye. Rawestgeha bengînên nivîsê ye. ji bo zarokên dergûşê yên berşîr, dilê dayikên ser çarik spî ye. Tehma jiyanê ye. Şahiya emrê helbestên axa welatekî tibarek û miqedes e. 

Kî pê mijûl be, bextewar e. Xebatkarên wê, hostayê avahiya aramiyê ne, di vê riya pîroz de. Kekê Paşa AMEDÎ jî, karker û hostayê wêje yî dilşadiyê ye, di avakirin û bilindahiya vî xanî de. Bi kevirên hestên dile xwe, hêdî hêdî vê avahiyê mezin dike, vê rê ronî dike, bi qîmet dike, berfireh dike, tehmxweş dike, azad dike û mayînde dike, bi hebûn û pênûsa xwe, di wêje de, cihekî bi qedr didagire û vî ciyî payebilind dike. Bi melûyê peyv û bermayînên ku di tûrikê jiyana xwe de danehev, wêjeya me dewlemend dike û civata me ya çîrokan zêde dike. Şevbihêrkên me, bi keyfe û coş dike.

Paşa AMEDÎ, xebatkarekî zimanê kurdî ji dil, jîrek, şixulhez û jêhatî ye. Ji sala 1999an ve des bi xebatên xwe kiriye. Wek malperên gazetekurd.net, nûbiharder.com, candname.com û di kovara nûbiharê de nivîsên xwe, wek çîrok, ceribandin, bi pergalî domandine. Di van malperan de ji xeynî xebatên nivîsê, di karê teknîkê de, wek weşîneriyê xebitiye û ev barê giran daniye ser milên xwe û bi awayeke serkeftî ev kar û xebat meşandiye.

Kekê Paşa,  tûrikê xwe daniye ser milên xwe û bi newal û çiya û gelî û zozanên welatê zimanê xwe de bûye rêwiyê peyv û gotin û çîrok û serpêhatiyên dê û bavan. Gava ku pergî peyvekê zimanê kurdî bûye rahiştiyê de û ew di tûrikê hişê xwe de hewandiye, parastiye û bi xweşgotinên xwe ji me re daniye ser sifraya çîrokan.

Kerem bikin em bi hevre rûnin ser sifraya çiroka ÇÛKA KEKO PEKO*:

Pirtûka ÇÛKA KEKO PEKO berhema Paşa AMEDÎ ya ewil e. Pirtûk ji weşanxaneya Nûbiharê derketiye. Ev kitêb ji yazdeh çîrokan pêk tê. Çîrok tev bi alikariya diya xwe,  ji dîrok û jiyana edebiyada devkî ya belawela berhev kirine. Her çîrok, di nava xwe de serbixwe ye. Di her çîrokê de şîrêtek, dersek, nesîhetek heye. Her çîrok, qedek jiyana me an nexwşiyeke civakê me ye.

Serekeyê çîrokan, carinan xeysiyetekî nîgaşî ye, carinan heyvanekî çiyayî ye, carinan ajalekî kerî ye, carinan mirovekî hevalê jiyana me ye û carinan karakterekî derasayî ye.  

Kêlînan behsa xîzantî û nezantiya me kiriye, kêlînan qala dexesiyên me kiriye, kêlînan li ser hejar û belengaziya me rawestiya ye, kêlînan li ser xaîntî û xapandinên me bêhna xwe veda ye. ji bo em aqil bigirin, di her çîrokê de, carek din birînen me yên kevn derxistine û em êşandine.

Kekê Paşa, ji ber ku li her peyveke weke libek zêr dimeyzîne û her peyv, kevirek ji avahiya bilindbûna ziman e, emrê xwe daye vî karî û ketiye pey şopa çîrokan. Li gorî wî çîrok binaxa ziman e, ziman jî hebûna mirov e. Ger ew tune bin, tu qedr û qimêtê mirov nîne, li vê dinyayê.

Her xebat û şixulê kekê Paşa pîroz e, hêja ye, baş e, qenc e û layiqê wesfedanên bilind in. Di vê riya ronî, evrar, yezdanî û muqedes de, em serkeftin û miyaserê jê re dixwazin. Daxwaza me ew e ku pirtûka wî ya duyemîn, ya li ber çapê (Çîn û Maçîn), zû bê ber destê me û dîsa em bi hev re herin rêwingiya şahiya bîranînên dê û bavan.

* Wateya “Çûka Keko Peko” pepûk e

Qudbedîn Kerboranî

www.candname.com

Derbar candame

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply