Nirxandina Flîmekî: VEJÎN-Alejandro Gonzalez Inarritu

“Heyf, di destê Xwedê de ye.”

Vegotina dîroka Ewrûpa mîna zirnezîqekê ye. Giraniya pênûs û kamera di destê kê de bê wê kêlîkê, yê din dihetikîne. Di fîlmê dawî yê Inarrîtû de jî mesele bi kurtasî ev e. Emerîqiyan, barbariya Fransayê ya hember xelkê ‘Efrîqî vegotine.

Ev qonaxa polîtîk bû ya rexneya min.

Em werin ser mijara sînema û estetîka Vejîn’ê.

Xwediyê xelata Oscar’ê Alejandro Gonzalez Inarritu, di vî fîlmê xwe yê dawî de jî, bi şêwazeke felsefî, têkîliya xweza û mirovan vegotiye. Her wilo, qala nirxên navnetewî jî kiriye.

Sereke-leheng Glass, ( Leonardo di Caprio) di nava du ciyan de tekoşîna jiyanê dide. Di nava leşkerên artêşa Fransiyan û qebîleyeke ‘Efrîqî de dimîne Glass. Ew û kurikê wî Hawk, şopvaniyê ji leşkeran re dikin li du şopa ‘eyarê heywanên fahş. Leşkerê noker Fitzgerald, lawkê Glass dikûje. Glass bi îradeyeke tund û hişk dide du tolhildana kurikê xwe’y ciwan.

Ne ji çavên şîn bin, temaşevan qet têdernaxin ku ew Leonardo di Caprio ye. Bi makyajê ewqasî hatiye guhertin ku nayê naskirin ewqasî bi hêsanî. Lîstikvaniya wî wekî her demê bêhempa ye. Zilamekî jon, evqasî dikare xweş bimre û dîsa rabe ser xwe. Heqê lîstikvaniyê daye…

Di vê rêwîtiya tolhildanê de, gelekî bûyerên tund û zehmet têne serê lehengê me. Her serê sekansekê, vejîna lehengê me destpêdike. Geh di koncalekê de ji binê axê, geh ji bin berfê geh jî ji zikê mehînekê…

Bîner, dibêje baş e vê carê nikare rizgar bibe, aha wê aniha bimre lê Glass namre. Mîna çermê medboxê xwe bi jiyanê ve digre û dide du tolhildanê.

Dîmen û derbasbûna sahneyan xweş li hev hatiye ‘edilandin, berhevkirin. Di fîlmên Inarritu yên din de her tim kurguyeke paralel hebû. Vê carê vegotina fîlm klasîk e. Vê carê fîlm di sedsala 18. de derbas dibe. Fîlmekî nîv-western e. Destpêk û dawiya fîlm, tê texmînkirin.

Dekor xweza ye. Kostum jî ‘eyarê hirç û xezala ye.

Li daristanê hirçek derdikeve hember Glass. Qedera çariyekê li hevdu dixin. Hirça bihêrs, lehengê me saqoçermo dikî. Gelek birînên devasa vedike di laşê wî de. Glass li ber xwe dide. Tişta ku hêzê didî ye, bêgûman ew e ku, xwestina tolhilanînê ye. Ev armanc wî nemir dike.

Lehengê noker Fitzgerald, di sehneyêkê de qala bavê xwe dikî, dibêjî,

“Bavê min rojekê li daristanê Xwedê dibîne. Xweda, sîncapek e. Bavê min tam dikir ku ji nêza bimre, sîncapekê dibîne û dikûje û dixwe. Gava ku rih pê tê, baweriya xwe, bîada xwe bi wê sîncapê tinê.”

Ev jî deruniya lehengê noker nîşan dikî. Bavê wî materyalîst bû. Tişta ku wî şippê dihêle, dibe xwedayê wî. Fitzgerald jî bi gavên ewle di rêya bav de dimeşe…

Li hêlekê lawkê kuştî û heyf li ‘erdê. Li hêla din şopa li du pereyan. Û helbet dagirkeriya Fransiyan. Mal, milk û jinên qebîleyan ji destê wan derdixin û wan bi awayekî hovane dikujin.

Di sehneyekê de reîsê qebîleyê tê cem leşkerê fransî û dixwaze sê mehînan ji wan bikire. Leşker naxwaze mehînan bi ‘eyarên heywanan teqas bike. Reîsê qebîleyê dibêje ku,

“ Tenê sê mehînan dixwazim. Leşkeran em hemû kuştin. Tiştên me hemû birin. Me dengê xwe dernexist. Keça min revandin. Tenê dixwazim herim keçka xwe ji nava lepên wan rizgar bikim.”

Di vê dîyalogê de jî weke ku diyar dibe, mehîn û çek di destê kê de be, ew xwe wekî xwedî hemdemî, ‘edalet û hêzê didin nîşan kirin.

Dagirker di serê mirovatiyê de jî barbar bûn. Îro jî. Form diguherînin, post digûherînin lê zihniyet heman e.

Lehengê me di sehneyekê de dibêje ku,

“Gelek tiştên ku Fitzgerald wenda bike hene. Lê ez tenê xwediyê kurikê xwe bûm. Hate kuştin. Ez jî mirî me. Ferz e ku li ser piya me. Jiboy tola kurê xwe hildim dijîm aniha.”

Dawiyê wekî her flîmên klasîk, Fitzgerald û Glass têne hember hev. Şer dikin. Glass qezenç dike. Yanî tol tê hilanîn. Lê Fitzgerald berî ku bimre, dibêje ku

“Tu evqas wext li du vê heyfê bû? Baş e. Aniha tu bi ser ketî. Tu dizanê ku tu çi ji min bike jî, lawkê te navegere. De vêca aniha li kêfa heyfa xwe binihêre.”

Glass kelogirî dibe. Dibêje ku,

“Heyf di destê Xwedê de ye.”

Bi kurtasî, dîrektor ji me re dibêje ku, “Xweza ne hov û fahş e. mirov hov û fahş in. Ta’deyê li hev dikin. Hevdu li ser malê dinyayê dikujin. Hûn qenc bin, xweza jî wê qenc be û hemû tiştê xwe bi we re parve bike.”

Lê ma ka kî guhdar dike?…

Marîa Ayaz, 2016

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply