Nanê Kûrik*(Meselok)

Serdema Osmaniyan de dewlet her wextî di nav şerî de bî. Dema dibû şer nav gel de xelayê jî destpê dikir. Ji lew re, dewletê heçî kesê bikaribe şer bike digirt û dibir şerî. Bi gotinek din, her çi kesê kefçîhilgir dibir, dixist bin nîrê çek û silehan de. Ji bilî mêran, malê milet jî ji wan distandin, ji eskerê xwe re dibirin. Qûtê malê, tovê salê û heta gaye coht jî ji miletê belengaz distandin û dibirin.

Di vê rewşa kambax de mêr nediman, tov nedima, coht û cohtkarî vedimiriya. Dema coht nebûya hilberin ji tunebû. Dema hilberin çênebûya dibûya xela û mirov û heywan diman birçî. Heywanên ji ber Osmaniyan felitîn jî dihatin serjêkirin û xwarin. Veca dema ew ji diqedan hêdî milet dima  birçî, çi dest biketa ew dixwar û paşê jî pêşiyê zarok, gelek kes ji nêzê dimiran.

Wê demê li Kurdistanê li herema Bohta genim, birinç, misir, ceh, garis, gilgil, direh, kûrik û hwd. dihatin çandin. Genim, misiır, direh û birinç qût bûn, mirovan dixwar û yên din jî didan pez û dewaran lê dema qût nedima ceh û kûrik jî dixwarin. Heta berûyê daran jî dihêran, dikirin nan û dixwarin.

Ji gotinan nane kûrik naneke hişk weke kuç bûye. Heke germ hat xwarin baş e. Hey nehat xwarin û cemidî, êdî ancaq bi tevşoyan bihata şkestin. Lê mirovên birçî çi bikin, kevir buya jî bêçare dixwarin ew nanê kûrik yê hişk û biring.

Serdema Şerê Cîhanê yê duyemin de dîsa xelaye. Ne nan û ne zad dest ti kesî nakeve. Yekî gundî yê belengaz ketiye rê û berê xwe daye bajêr. Da karekî bike  ku qene ji zarokên xwe yên birçi re nanekî, xwarinekî peyda bike. Di çeltikê wî de ji nanekî kûrik ê hişk û biring pêştir ti tişt tine.  Danê nivro xwe digihine ser avekî, da nimêj bike û nanê xwe bixwe. Digihije ser kehniyê û zelamek berê tifingê didiyê û dibêje:

-Kuro xwe bişeline, heyne min tu kuştî!

Zelamê me dibêje:

-Camêr,  bi xwedê ti tiştê min tine. Ez belengazekî gundî me, zarokê min birçîne. Ez ê herim bajêr da ji xwe re karekî bibînim û ji zarokên xwe re pariyek nan peyda bikim.

Yê rêbir dibêje:

-Min ji te re got, xwe bişelîne! Ez feqîrî û zarok marokan fêhm nakim. Çeltikê xwe valeke, lezzzz!!!

Piştî van gotinên hişk û dijwar, zelamê me çeltikê xwe ji mile xwe vedike, seriyê nanê kûrik yê hişk û biring derdixe û dibêje rêbir:

-Filankes, bi xwedê ji vî nanî pêştir ti tiştê min tine. Veca te bive bila ew jî ji te re be.

-Bavêje!

Zelam, seriye nên digire û ji rêbir re tavêje. Nan li ceynika rêbir dikeve û erdê re dirêj dibe. Zelamê me tê ser kelaşê hişjêçûyî, saeta wî û ka çi tiştê wî heye ji ser hiltine û tifinga wî digirê destê xwe û dibêje:

Tu babê minî nane kûrik! Hem pût e, hem qût e û hem çeka mirovê rût e.

Berê xwe dide gundê xwe û vedigere mala xwe.

 

*Kûrik: cûreyek yê zêd e.

Kurdjan SOHRÎ

Zarbêj: Mele Evdilayê Ehmidê Sorî

Derbar ziman

Check Also

Siyaset Hişbir e! – Cüneyt Yazıcı

Taybetî jî li Rojhilata Navîn, siyaset hişbir e(uyuşturucu) û ji koletiyê re dibe alîkar! Gava …

Leave a Reply