Pêşveçûna pergala rehikan ya fetusê di dema ducaniya dayikê de çêtir an xirabtir dibe.
☆ Bikaranîna cixare, alkol û narkotîkê ya dayikê bandorek neyînî li pêşkeftina mêjiyê fetusê dike. Zarokên bi vî rengî di pêşerojê de xwedan metirsiya dijwariyên hînbûnê û pirsgirêkên jiyanê de ne.
☆ Pêdivî ye ku di dema ducaniyê de parêzek tendurist û hevseng bişopînin. Rûnê Omega-3 ji bo pêşveçûna mêjî pir girîng e û çavkaniya wê ya sereke masî ne. Dema ku masî tê xwarin, ew li hember zayîna pêşwext û bûyîna pitikekê kêmkîlo jî diparêze.
☆ Asîda folîk dîsa ji bo mejî girîng e. Ji bo vê yekê, divê hilberên nan û ceh bi tevahî (tevlihev) bêne xwarin.
* Ji stresa zêde dûrketin , bextewarî û aramî jî bandorek erênî li zarok dike. Loma jî dayika bendewar her tim bibibişire, tê pêşniyar kirin ku divê dayik li hewaya vekirî bimeşe, bi mirovên ku jê hez dikin re be.
Di vî warî de piştgirî û eleqeya hevjîna wî jî esas e. Qelewî berî ducaniyê; Nexweşiya şekir ya jidayîkbûyî di dayikan de metirsiya tansiyona bilind a xeternak û rakirina nexweşxaneyê zêde dike, ku dikare bibe sedema jidayikbûna pêşwext û bi pirsgirêka pitikan.
Zêdebûna giraniya jinên di temenê zarokanînê de bi taybetî xeternak e, ji ber ku dibe sedem ku qelewbûn ji nifşek bi nifş ve were derbas kirin.
Ger hûn ji min bipirsin ka pirtûka herî baş a ku min xwendiye kîjan e,
ez ê ji we re bibêjim: Ew diya min e.
Abraham Lincoln
Bihişt di bin lingên dayîkan de ye.
Hedîs Şerîf
Ji pirtûka: Ruhen we Bedenen Saglikli Çocuk Yetîştîrmek
Werger: Firat Bawerî