Na Na..! Ez Ne Bêhêvî Me

Na na..! ez ne bêhêvî me…

Bi navê Ellahê Rehman û Rehîm

…..

“Êdî bi rastî, bi her tengayîyê ra firehiyek heye.

Bi rastî jî, bi her tengayîyê ra firehîyek heye.”

(Înşîrah 5-6)

 

Kurdistan..!

Ey cihê berxedan û kela îmanê!

wê bi te, alî eşkere bin.…

Bi ‘egîd û cindîyê te.…

Wê teref xuya bin.…

 

Kurdistan..!

Ruyên kerih, destên qirêj gavên dawî davêjin..

Bedenên lewitî kêferatên geber bûnê dikin..

Siyaset û fitneya wan êdî noq dibin

 

Ey..! parçeyê din ê warê umeta Îslamê..

di serîde Rojhilata Navîn

İraq, Sûrî..

Filistîn, Misir..

 

Û hemû herêmên mezlumiyetê

Pakîstan, Afgenîstan, Afrîkaya Navîn.…

 

Hêvîdarbin kû…

Ev êş û derdê bi we re

Çîk û janên biharek nû ye..

Mizgîniya ‘îd û newrozê ye..

Biizna Xwedê.…

 

Na na..!  ez ne reşbîn û bêhêvî me…

Ez bêhêvî nabim..

Di vê geştiya li ser behra bahoz û tofan.…

Vê geştiya di nav taritîyê.…

 

Û li bîramen e herûher

Zarîn û nalînê dayikê bê çare….

Girîyê zarok û rebenê sêwî, êtim…

 

Dîse em dibên û her emê bi bêjin…

Em bi hêvîne ji bo xweziyê xwe..

Em bi bawerin kû taritî, neheqî na domê.

Pêşiya zilmê, rêya neheqiyê girtiye…

Bi di’a û hewarê rebena.

Bi rehm û şefqeta Ellah…

 

Lê belê em dîse bi bîr û bawerin kû devih tê gîrêdan, piştre tewekkul tê bîran. Çawa ku, rê bi gavek dest pê dike, bi meşê an bi bezê di domê û piştre; yan dawiya rê xelas dibe. Meriv digihîjê qest û ermanca xwe. Yan jî rê xelas nabe. Lê niyeta meriv, aliyê meriv, awaz û xweziya meriv eşkere dibe.

Naxwe qethiyen lazime ku hinek erk û wezîfe werin cih. Lazime kû ‘ewil erk û wasîfê herî girîng, herî hêja, pêwistî di wext û cih de werin kirin. Lewra berdêl li gora xebatêye, çi mumin be çi kafir be…

alîkariya Ellah heye, Amenna…

em bi Ellah hene, li piyana, dijin…

 

Em ên jar û neçar

Ew e zal û hêzdar

 

Em bestî û bindest

Ew serwer û serdest

 

Lê… dîsa bi destûr û alîkariya Ellah û piştre bi sebr û sebata merivê dibin zilmêde û bi ‘ezm û xebata merivên  hişyar û bîrewer wê ev xwîn bisekine, ev birîn wê rihet be…

Bi destê ‘egîd û mêrxasên hêja, ev zilm û neheqî wê bi tebitê.. Wê bi teribê…

 

Yek bi ‘ilmê xwe, biqelema xwe… yek bi şurê xwe… yê din bi teknolojî û zanîna xwe… Her wek vana bi huner û qabiliyetê…bi hînbûna edebiyat, dîrok, tenduristîyê… Car car wek bazirganîyê û mîna vana bi kar û mijulê curbecur… tevlî îman û teqwaya rasterast. Wê bibin esteng û manî ji vê xwîna tê rijandin, herikandin, ji vê dijmintiya li her çar aliyê dinyayê…

 

Her wek me gotî em bi hêvî û xwezîne kû… Neyarê mirov û mirovatiyê Îsraîl û ‘Emerîqa wê noq bibin dibin lîtava kufrê de… wê winda bibin dinav tarîtiya nezaniyêde. Wê serê xwe li lata bixin ji ber dîwanetîya qedandinê… wê bi felişin û bi helişin ji bo vê fehşîyata fecî…

 

Heware ya Rabbî…! Ji destê nefsa xwe…ku em dijminê xwe nas nakin…

Ku em heval û hogirê xwe xelet dikin…

Heware ya Rabbî…!  Di herikê xwîn, mîna çem… nalîn û zarîn heye her dem…

Heware ya Rabbî…! Ji bo vê zilma ku der û dora me dorpêç kirîye…

 

em hêvîdarin ku Xuda.. xebat û xizmeteke berdewam nesibî me bike…

da kû em şerm nekin alîkariyê û serkeftinê bixwazin…

da ku em li hember dijminê xwe serfiraz bibin.

 

M.Emîn Zeynî

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply