Bihar bû, bihareke zû. Li çiyayên welatê me befir hatibû. Serê çiyayên welêt ji berfê sipî bibûn. Li çiyan reşbelekî hebûn. Li gundan, li hinek bajaran sahî hebû. Lê pêşiya hingê…
Pêşiya hingê şeva reşa qetran ketibû ser welatê me. Rojê ronahiya xwe nedida. Tavê germiya xwe nedida perasî/parsuyên ji sirê seqem girtî. Deşt û zozan, newal û çiya di nav tariyê de bû, bê ronahî bû. Xelq dinalî, gel dinalî, erd dinalî… Bêdengî, bêdengiya mirinê roj bi roj zêde dibû. Mirovan dengê xwe nedikir, sewalan deng nedikir, zarokan qîr nedikirin. Gundiyan kar nedikir, nesaxan nalîn nedikirin. Şev bêdeng, roj bêdeng… Çiya, dar û ber, hercih û hertişt bêdeng. Welat bêdeng bû, kerr û lal bû. Hercih bêpejn bû, helwest nebû. Eşq nebû, evîndar nebû, tiştek nebû. Lê êxsirî, bendewarî, feqîrî hebû, birsîtî, betalî, bêkarî hebû.
Bihara rengîn bêxêr û bêr mabû. Gul û giya nedida, ava biharan boş nedibû, befir nediheliya, bihar bihar nebû, zivistan bû. Sosin û nesrîna bîhn nedida, nêrgiz û asmîna reng nedida. Alal û beybûn melûl bûn. Rihan û binevş bêreng û mat bûn. Çu/tu kulîlka pişk nedida, çîçek zer nedîbûn. Gulên zîba û xweşreng bêbîhn, bêpejn, bêav mabûn… Gul nedibişkivîn… Sorgulan rengê xwe winda kiribûn..
Şivan bêbêrî, bêr bêzerî, zerî bêkezî bûn li welatê min. Mîhan berx nedidan… Beran li welatê me ji nav keriyan çewt dibûn. Nêriya bizin nediviyan. Kûran çûrî hêlabûn… Kerî bêser û ber, bê şivan û bê dûvajo mabûn. Parepar bibû, mih dibarin lê heyhat kû berxa sava guran biribû.
Bêrîvan nediçûn bêriyê. Pez bêşîr, zaro bêpenîr mabûn li welat ê êxsîr… Ne wila babo dîsa bêriyên me neçûne bêriyê… Wan sê qul û sê kome jî nebûn. Koma pêşiyê pîrejin ya navê navjin nebûn. Koma dawiyê çavreş û bejinzirav, memikxwir û enikever nebûn… Wana ne yên di min û te jî bûn.
Cotyar bêzevî, zevî bêcehî, ceh bêhesp, hesp bêsuwar bûn. Mehînan canî nedianîn. Mehîna firk, ne firka canî hespên egîda bû, firka hêstiran bû. Hêstira bêdûmêz, hêstira stewr, hêstira binbar heta hetayê. Mehînên kimêd ne dayikên hespên rehwan bûn… Avisên nêrekeran bûn. Li welatê min siwar nema bûn, herkesek peya bû. Kes nema li ser pişta hespan wekî egîdan. Egîdî an karê berê bû yan jî wê paşê hatiba.
Dayikên hejar bidil û canî, bi şad û şahî zarokên xwe nedimêjandin. Şîrê xwe yê zelal û şîrîn bi xweşî û şîrînî nediêxistine hinavên zarokan. Dayik bêhest û helwest bêken û girnijîn bûn. Wekî giyayê payizan zer bibûn, zerikî bibûn. Dayikan nediviyan êdî zaroyan bînin bo koletiyê. Nediviyan berdilkên dilê xwe bikin kerax.
Zarokên welatê min bi kêfxweşî nedileyistin. Hemî birsî û tênî, rût û rewal bi nevyanê di nava xwelî û çiravê de li ber germa havînê tahre diçûn. Li ser serma zivistanê zature dibûn. Xweşiya biharê hesreta dilê wan bû. Lê mixabin bihar nebû. Bihar li zarokên welatê me nedihat. Her sal, her meh, her roj, her dem li her derên welatê min sir û serma û cemidîna zivistanê bû. Zarokên min destê wan di devî de li ber dîwaran, ser li ser mil; çav sor, rû xwirikî bûn. Ew hatibûn singûkirin, hatibûn qedandin, bab û birayên wan kuştin û ew bi girîn û nalîn bûn. Heziqîn di nav xwe de çûn û tebiqîn. Nemamê dahatuya welatê min mejiyê zarokên me bi kînê û nefreta bi xweyitî û welatê xwe tijî kiribû. Xew cihê xilasiya wî ya rojê bû. Lê gava dinivistin jî nemam di xewnê de bû. Mala zarokên me, mala êrîş û serdegirtinan bû. Hal ne hal bû, zaro ne zaro… Rewşa zaroyan bibû xwelî û xebaro. Hinek ji serma, hinek ji germa, hinek ji birsîtî, hinek ji bêxwidanî, bê dermanî dimirin û hinek dijiyan. Ewên mayin jî sed carî mirî.
Keç û xortên welatê me evîn nebû. Keçên bedew û rind eşq nebû ramûsan qet nebûn. Çavên xwe li yarên xwe nediniqandin. Li ber dîwarên welatê me keç û xortan heyranok nedigotin. Evîna wan binax bibû. Keçên kezîzer bê simbêlsoran mabûn. Şehitî bû, zerikî bûn, bendewarî, nesax û gêj bibûn. Xortan destên yarkên xwe nedigirtin û nedibirin ser kanî birkan, binkevî berfên nav asmîn û yasmîna. Keç li pişt perdê, li serê kuçan nediman li hêviya yarkên xwe. Yarên dilên wan nebûn. Dilber bêdilêr bûn. Dilbera destê xwe nedihejandin, lewra eşq û evîn nebû, maşuq û evîndar bo çi bû?
Bûka welatê min, bûkên enîkever û kofî xal, kiras û fîstanên sor bernedikirin û li govend û dîlanan de bejna xwe ya zirav nedixemilandin. Stûyê spî yê berfîn bêzêr û xirş bû. Bazinda stûra stûnî bê bazing, pêyê ahûya min bêxirxal mabû. Navtenga zirav û bilind bê kemer bû. Bûka welatê min çavên reşbelek kilnedidan. Heyf e ku mamosta, wana li ser banan jî nedirawestan. Porê herirî nediberdana ser milan, biskên armîşî banedidan. Berbiskên zêrîn di sindoqên bûkanînî de bo rizînê mabûn. Bûka min delala min bêîqbal û bê evîn mabû. Zava berê xwe nedida çavên belek, rûyê sor û sipî. Girnijîna lêvên şekerîn qût û mit bibû. Didanên mirarî kesê nediditîn. Giyanê bûka welatê min deqisî bû, rûyê wê şîn bibû. Umîda wê, hêviya wê nemabû, axe ax û nala wê bû.
Kal û pîrên welat… Ax kalo, ax pîrê, êxsîrê, bendewarê… Gehiştî şêst-heftê salî, we jiyana xwe bi stûxwarî li ser milan, bi dil şewatî li ber kavilan, bi kutan û lêdan di zindanan de li bin destan de borand… We jiyana xwe bi tevkuştin û dûmêzqira qedand. Roj hêstirên/rondikên we barand ji xwînê, roj parasiyên we êşan ji derbê. Gelo ma rojek bo we jî nedibû we gotiba “ax dilo îro çend xweş bû” Bo çi hûn man li ser kavilên xirab, li ser kul û kovanên xwe. Car hûn kûr kûr dinalîn, car digirîn, caran jî diramin. Caran difikirî; “ka wê roja me kengî were?” Kalo bo çi girîna kalemêr û kalejina bêdeng e? Hûn bo çi bi deng nagirîn? Nakin qêrî, nakin borî. Bêjin, derdê dilê xwe bêjin belkî roja wê jî were.
Jiyan, jiyana gelê kurd. Jiyan ji bo kurdan, ji bo sewal û teralên kurdan, ji mişk û marî, dîkil û mirîşk, pez û bizin, dar û ber, zevî û axa kurdan ji bo her tiştê kurdan bindestî, êxsîr û bendewarî bû. Jiyan ji bo kurdan birsitî, taritî, zilm û zorî, tadeyî û lêdan û dijûn bûn. Jiyan ji bo kurdan koletî û xulamî, rêncberî û hemaliya desthelatan bû. Jiyan ji bo kurdan, li ser axa wan a dewlemend xizanî, li ser avteziyên wan tênitî, li ser gundên wan mişextî û hemî gava zikêşî bû.
Roja sora germ carcaran tîrêjên xwe diavête ser welatê min, welat germ dibû. Bi ronahiya rojê, roja zerîn û germ rûyê hemî zindiya, rûyê hemî candar û bêcanên welatê min germ dibû. Giyan di ser welatê min de dizivîrî. Bextreşî û bêbextî, zilm û tedayî kêm dibû. Berxwedan çêdibûn, rûyê gulên welatê min geş dibûn. Lêbelê ewrê reş ê tarî bi heybeta xwe pêşiya tîrêjin roja li ser welatê min digirt. Sîtavkên tîrî şikandin, diqulupandin… Li dûrî welatê me roj hebû li ser welatê me ewrê bi kêm û edab. Gava sîtavkên roja me dihatin şikestin, li ser welatên din bûkên baranê yên heftrengî çêdibûn. Wê demê hemwelatiyên min dixwestin bigehin bûka heftreng. Bigehin bûka heftreng da ku bextê reş biqulupînin. Lê neyarên mirovahiyê bi hemî mecalên xwe ji bo îmhakirin, qedandina gelê kurd bi hovîtî û awayekî dirindehî tevkuştin û dûmêzqedandin di nav kurdan de dimeşandin. Xwînmijên kurdan nedihêlan serê kurdan ji erdê rabe. Nedihêlan bîr û bawerî û hêviya kurdan hebe. Destê xwe yê terêf û kirêt wekî zebaniyên dojehê êxistibûnê gerdana gelê min. Nedihêlan xewnan bibîne. Di xewnan de kabûs bû, dêwê heftser bû. Caran ku serê kurdan ji bin axê derdiket, kedxwarên giyanpîs bi hemî hêzên xwe diçûn ser wan. Hêviyên wan, bîr û baweriyên wan, welatê wan binax kirin.
Bi vî awayî roj û şev, meh û sal, havîn û bihar, payiz û zivistan derbas bûn. Kurd car şikestin, car rabûn, gehî binax bûn, gehî serkeftin. Caran rûreş û bêdeng, caran rûspî û bi deng bûn. Caran çeleng û mêrxas, caran êxsîr û bendewar bûn. Sal borîn, heta wê rojê.
Dinya pêş de diçû. Mirovahî li gellek derên dinyayê pêşkevt. Bajarvanî, teknolojî, pergalên ragihandinê li pirî welatan pêş de çûn. Azadî, demokrasî, mafên mirovan, biratî, dostatî li her cihê dinyayê di nava mirovan de cih girt. Ziman pêş kevtin, wêje pêş de çûn. Şoreş çêbûn, serferazî û serkevtin bo wan hat. Çandin bi xweşî hate vekolandin. Şano, helbest bi evînî hatine pêşkêşkirin. Lê gelê kurd roj bi roj ber bi tunebûnê, ber bi qediyanê de, ber bi windabûnê de diçû. Azadî, demokrasî, wekhevî, biratî, yekatî û aşitî ne karê me bû. Xwîn, qetliam, nexweşî, xizanî, betalî, miskînî û tirs ji bo me mabûn.
Mirovên me roj bi roj kesatiya xwe winda dikirin. Ji Kurdayetî ji Kurdbûnê xilas dibûn. Hinek ji me dibûn faris, hinek dibûn ereb, hinek tirk, hinek din jî êdî li Ewrûpa bûn. Di jiyana Ewrûpiyên me de Kurdewarî detayeke folklorîk bû. Kurdîtî li “koşên rojhilat” li ser berkê, parzûn, mêzer an jî mafurê mabû. Kesên li welêt jî… Jixwe hewce nîne behsa wan bikin. Di serî de me rewşa wan gotibû.
Gelê Kurd zimanê xwe jibîr dikir, çanda xwe jibîr dikir, helbest û hozanvanên xwe jibîr dikirin, lawêj û stranên xwe jibîr dikirin. Ji wan re dihate digotin: “Zimanê we nîn e. Zimanê we ji çend peyvên hêre da, wê da peyda bûye.”
Kurd paşvemayî, hemal û xulam bû. Li metropolan “kiro, maganda û hanzo” bû. Li bajarên piçûk “gundî” bû, nezan bû. Kurdên li Ewrûpa hewceyî netewetiyê nebûn.
Dema ku rewşa me hinde reş, çiraya me ew qas tarî, roja me wiha windabûyî, gelê me bi carekê bêhêvî, bêmecal mabû. Li rêyekê digeriyan, dergehek dixwestin, rojekê ji rojan, şevekê ji şevan, bayekî nerm û hûnik rabû, xuşîn kete nava daristanê, daristan hejiya, sewal û tiralên daristanê ji xewê hişyar bûn û lorîn. Pêşiyê wan zanî ku ev bayê xweş û hûnik ne bayê her roj e. Li gel wî bayî çem û kanî yekcar der bûn. Wekî biharan nihêlê Gecerê der dibe. Kevî heliyan Firat û Dicle şa bûn, av herikî di coyan de gehişte nav dehl û zevî û rezan. Mêrg û çîmen bişkivîn, giya pir bû. Gulan pişkê sor û zer dan. Bîhna rîhan û binevşa belav bû. Gulpişk û nêrgiza li gel alal û beybûna vebûn; melûlî şikest.
Xelk wê rojê ji hemî roja zûtir rabû. Dêna xwe daye ku îro ne weke her roj e. Îro roja me jî hatiye. Roj wekî sêleka sor hate hindavî welatê min û tîrên xwe berdane ser zindiyên mirî. Welat germ bû, mirov germ bûn, mêjî germ bûn, dil germ bûn. Tariya zulmet êdî nema bû. Li gundan û bajaran mirov hişyartir bibûn, bi serxwe ve hatibûn, dikenîn, digirnijîn, distirên. Ev roj wek her roj nebû.