MIZGEFTÊN QERSÊ YÊN  DÎROKÎ

 

  1. Mizgefta Kumbet (Dêra Hewariyan):

Piştî zayînê sala 932-937an de  ev dêra, Qralê Bagrat Abas (Bi eslê xwe Abhaz e) ji bo bi palbiştiya 12 Hewariyan  çêkiriye. Planêkî wek ketê serê kumbeta wî jî tûj bi kevirên bazalt û bêgirnaz ve hatiye çêkirin. Cephe dervayê jî ser kevaniya kumbetê bi şiklê 12 hewariyan hatine çêkirinê. Piştî sala 1064an Selçukliyan Dêr kirine mizgeft heya ku sala 1878an paşê deshilatdariya Urisêtê(Ûris) 40 salî Mizgeft kirine dêr. 1993yan vir ve kirine mizgeft. Hêna jî mizgeft e.

  1. Mizgefta Ewliya

Hesen Xereqanî ( Bi eslê xwe Fars e) P.Z. 963-1034an de jiyaye û dema Selçukliyan de hatiye Serhedê. Mustafa Lale Paşa sala 1579an de ser navê Xereqanî ev mizgeft daye çêkirinê. Tirba Xereqanî kêleka mizgeftê ye, tirb û mizgeft sala 1998-2005an de tevahî hatine restorekirinê. Mînara mizgeftê. Avahiya Osmaniyan a resene. Hêna jî derdore mizgeftê restore tê kirinê ji bo turîzmê hin xebat berdewam dikin.

  1. Mizgefta Bêşîkê (Dêr)

Çaryeka sedsala 11an de aliyê Bîzansiya ve taxa Qaleîçiyê de hatiye çêkirinê. Ser planê çargoşe bi kevirên birî serbana wî bi tonoza lendik  hatiye çekirinê. Siltanê Selçukliyan Alparslan gava Qers fetih kir piştî fetha Qersê dêr vergerande Mizgeftê heya sedsala 19an mizgeft bû, 1918an de mizgeft hate valakirinê lê hê jî ji bo mizgeftê naxebite.

4.Mizgefta  Vaîzoxlî

Ev mizgeft sala 1579an de bi fermana Padişahê Osmaniya  III. Murad aliyê Lala Mustafa Paşa (agahiya eslî wî min bi sest nexist) dema bajarê Qers ji nû ve tê avakirinê; 9 mizgeft tê de têne çêkirinê yek ji wan mizgeftan e. Bûye Milkê Weqfa Bireveberiya Giştiyê.

  1. Mizgefta Mezin (Mizgefta Ûlû)

Mizgeft taxa Qers Qeleîçiyê de ye. Dema Siltan Îbrahîm de Mîrêmîranê Qersê Dilawer Paşe (Eslê xwe Hirwat e) sala 1643 de çêkiriyê. Şerê cîhanê ya yekemîn de aliyê Ermeniyan ve hatiye hilweşandinê paşê bermayiyê wî jî  erdhejêde xesar dîtiye wusa ku mizgeft xirabiye. Sala 1997 de hate restorekirinê lê belê mizgeft orjînaliya xwe hinda kir şibande avahiyên nû.

  1. Mizgefta Ûsivpaşa

Mizgeft taxa Ûsiv Paşa ye. Mîrêmîran Usiv Paşa (Eslê xwe Gurcî ye) sala1664an de çêkiriye. Kevirên bazaltên spî û boz ve mizgeft hatiye çêkirinê, derbase mizgeftê de nivîsên Osmaniyan heye gihiştiye heya vê rojê.

  1. Mizgefta Fethiyê (Dêr):

Dêr taxa li navenda Ortaqapiyê ye. Ji bo avahiya çêkirina  Urisêtên Ortodoqs mînakeke. Piştî şerê Japona 1905an de aliyên Urisêtê ve ser şiklê avahiyên baltik hatiyê çêkirinê, navekî wî jî ‘’Dêra Qazax’’ tê nasînê 10 m başura dêrê bîranîneka Urisêtê çikandine. 1985an de navê dêrê guhertine Dêr vergerandine mizgeftê û nevê wî danîne Mizgefta Fethiye. Serê sala Cumhuriyete de kirine Hola Werzîşê Girtî hê wusa jî dixebite.

 

  1. Mizgefta Laçînbeg

Navenda Qersê ye  sedsala 17an de Laçînbeg daye çêkirinê. Ser şêwaza avahiya Osmaniyan  sedsalan 17an bi kevirên bazalt ve hatiye çêkirinê.

9.Mizgefta Manûçehr:

Ev Mizgefta Anê de di bin serenava berhemên ku di bin tesîra îslamê de mane; mizgeft, seray, hemam, sûk û wek mîmariya hêwirgeh û gelek avahî balê dikişînin .Di nava wan de ya herî girîng Mizgefta Mezin (Ûlû) an jî Manûçehr e. Di sala 1064an de gava Anê aliyê Sultanê Selçûqiyan bi navê Alparslan ve tê fetih kirin. Manûçehre (Eslê xwe Kurd e) bi vezîfeya Mîrîtî dişîne û aliyê Manûçehr ve di sala 1071 – 1072an de tê çêkirin. Mizgefta yekem e ku di Serhedê hatiye çêkirin.

Mehmet Emîn CAN

Derbar M.Emin Can

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply