Li Sêwerekê bi navê Bûcêx eşîrek heye ko li bakur û roavayê bajêr di kûntara çiyê da rûdinin. Piştî ko di vê eşîrê da mala Hec-Elî rabûn û mezinatiya eşîrê girtin dest xwe, rispî û pêşiyên eşîrê bi arikariya vê malmezina nûh, hêdî hêdî ji kûntarên çiyayê Bûcêx bi derketina berê xwe dane gundên deştê ên fireh û têr erd. Kijan mezin an rispî ên Bûcêx gava ji çiyê derdiketin û dihatin di deştê da cî digirtin, bi arîkariya malmezina Bûcêx mala Hec-Eliyan destên xwe didane ser gundên dorhêlê û piştî demekî ew jî xwe ra dikirin mal. Bi ser da çend malên bûcaxan jî dixistine nav xelkên gûnd ên binecî.
Vê yeka han bi carekê kêfa eşirên deştê revandî bû û bi çavekî rihet li vê kira bûcaxa ne dinerîn. Demekê dirêj ne ajot ko gund û eşîrên deştê li ser bûcaxan bû bûn yek û ev yekitî bi sond a peymanan xurt kirî bûn. Di vî deraxî da bû ko bi navê Mist-Awik rîspiyekî Bûcêx daketî bû deşta jêrîn û di ber Ferêt da bi navê Beremaniyê gundek ava kiri bû. Gund avakirina Mist-Awik di vê demê û wî cî da bi carekê eşîrên dorê rakirî bûn ser lingan. Piştî ko di navbera Mist-Awik û gundên dorê da çend şerên biçûk bû bûn. Rojekê di nişka va, gund û eşîrên dorê, bi qasî çarsed peyayî civan di bûn û bi ser Beremaniyê da girti bûn.
Di gundê nû da jî Mist-Awik û çar xulaman pê va, kes tine bû. Li pêş ve tevdîra neyar a bê eman, Mist-Awik tevî xulamên xwe, derê hewşê li ser xwe dada û di xênî da asê bû. Neyaran dixwest berî ko gaziya Bûcêx xwe bigehine ser Mist-Awik, şalê wî bindest bikin. Ji bo vê yekê, çav dabûn êrişan. Mist-Awik jî, ne mêrê ko bi êrîşên neyar biqefiliya, ber çar xulaman jê ra tifing dadigirtin û wî jî her bi singa neyarên êrişvanî da vala dikirin. Bi qasê ko Mist-Awik mêrekî çê bû; ewçend ji nîşandarekî xedar bû. Bi wê nîşandariyê bû ko kes, ji erişvaniyan negihandî bû xwe. Ya deverû di erdê ra dikirin û nema radibûn; an jî bi birineke xedar li hevalên wî vedigerandin.
Wê rojê heya êvarî û bi şev ji heya sibê êrîşên neyaran li pê hev bi ser Mist-Awik da diçûn. Lê tu êrişvanî jî sînorê hevalên xwe derbas ne dibûn û hemî raste dongiyeke kirêt dihatin. Dema şev ronî bû î tîrijên royê xwe berdane ser xaniyê Mist-Awik, mîna ko keriyek pezê reş li dora xênî mexel be, cendekên êrişvaniyên neyaran welê deverû ramediya bûn.
Hingê halê Mist-Awik jî, ji yê neyarên wî ne pir çaktir bû. Ji ber ko, herçar xulam hati bûn kuştin û bi xwe jî, bi deh gulan birîndar bû bû. Lê, van birînên ji dil û kezebê dûr, ew gurê qol di ser lingan da ne xisti bûn. Wî her borîn bû û nav di xwe didan, bi vê serê neyarên xwe germ dikirin.
Xebera vî şerî giha bî Bûcêx û wan ji gaziya xwe dicivandin da ko Mist-Awik ji hesarê bi derxin. Neyaran şelpa bûcaxan dizanî bû. Çi gava bigehîştana ser lecê, de Mist-Awik xilaskirana û xwîna hinde mêrên wan li tine biçûyana. Ji bo ko pisiyeke wa ne gihînin xwe, dixwestin qene Mist-Awik bigirin. Li ser vê ramanê – dûrî rêzana şerevaniyan – agir berdane goma pêz, ya ko di rex xênî da bû.
Piştî du saetan egir çarmedorî xênî girti bû û li ser banê xênî serê Mist-Awik di nav gurik û dûmanê da dixweya. Wî dîsa wekî berê bi borîn û halan, şerê neyarên xwe dikir. Wê gavê serekên neyaran gazî Mist-Awik kirin û gotin ê:
– Bextê me ji te ra, bi derkeve, em te nakujin; lê emê te hêsîr bigirin.
Mist-Awik bi dengekî box li wan vegerand û got:
– Ma ji we ra ne şerme ko hon vê reya teres didin ber min!.
Ma kînga şlr bi xweşî hatine girtin, ko hon jî îro bigirin? Şewitîna di nav agir da, bi qasî sernizmiya diliyê ne dijwar e… Lê sed mixabin ko gaziya Bûcêx di demê da negihîşte Beremaniyê û paşê di nav şewatê da li hestiyên Mist-Awik digerin.
OSMAN SEBRÎ – Kovara Ronahî
Nîşe: Em tevlî nivîsê nebûn me gotinên nivîskar wek wiha hîşt.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…